k.binxetê.21.10.07.20.25.GMT


Hackirina Net Kurd ê û helwêsta me

Dûhî, Malpera Net Kurdê hate hackirin. Bi ihtîmalek e mezin, malpera wan, ji aliyê neteweperestên turkî-îslamî ve hate hilweşandinê. Ev, encama şerê qirêj yê Tirkiyê ye. Ew dixwazin rê li ber dengê medîa kurdî a azad, hizirkirina azad û mafê weşana azad bigirin.

Medîa Kurdî biryara xwe daye: Ew dê bibe beşek ji medîa cîhanê a modern. Ew dê bibe dengê gelê xwe û pirsgirêkên welatê xwe bîne zimên. Ew dê li dijî helwestên ne însanî raweste.

Êrîşa li hemberî NetKurdê nikare bê pejirandin. Em li hemberî helwest û kirina nijadperestên tirka, vekirî dihênin zimên ku: NetKurd ne bi tenê ye. Em li cem NetKurdê ne, dostê NetKurdê ne, û alîgirê Medîa azad a Kurdî û NetKurdê ne.

Em ji NetKurdê re jiyanek dirêj dixwazin. Gelê Kurd pêwîstiya xwe bi organên mîna NetKurdê heye. NetKurd û organên mîna wê dê herdem bijîn û ji bo xebatek e wisa em amade ne ku wezîfê wergirin.

Gabar Çiyan
Gerînendeyê Zarathustra News Service
Stockholm

 
 

.

   

Hebijî Şehîdên serhildana 12 Avdara 2004 a
 
 

 

Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

© 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Kurdistan Syrien