k.binxetê.21.10.07.21.15.GMT


Civîna serokomar bi DTP ê re

Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gül li ser buyerên dawî dê sibê bi DTP ê û partiyên din re hevdîtinekê pêk bîne. Li ser pirsa çalakiya PKK ê li hemberî artêşa Tirkiyê, daxuyaniya serokê DTP ê Ahmet Türk wisa ye: Ji ber bûyerên ku dibin em pir dihêşin.

 

General Özkök axifî

Serfermandarê giştî yê berê General Hilmi Özkök li ser buyerên dawî, ji xelkê û medîayê xwest ku, bi hîsên xwe hereket nekin. "Daxwaziya me ew e ku em bêyî êşa zêde rê li ber buyeran bigirin. Pir giring e ku di dema buyerên wisa de nigên mirov li hev negere, mirov ne bi hîsên xwe lê bi aqilê xwe tev bigere.

 

Erdoğan li dijî ajîteya medîa ye

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan, piştî buyera li Hekariyê dîtina xwe wisa anî zimên: Îro roja hevkariyê ye. Pir giring e ku mirov li ser nivîs û weşana xwe raweste. Li ser pirsa operasyona li derveyî sînorê me, konaxek e qanûnî heye û ew didome. Divê bê ajîte û propogandê, pirs bi raya giştî re bê niqaşkirin û parvekirin. Dîtîna bêdadgehkirin û mehkemekirinê, çi sûdan nade welatê me.

Îşev di pêşengiya Serokomarê me de civînek firehî pêk tê. Piştî civînê, beyanên pêwîst dê bê belavkirinê. Em li benda wê ne ku, medîa ji ajîtasyonê dur bikeve û bi rêya aqil, karê xwe bike. Ji bo pirsa operasyonê, meclîsê biryarek daye. Çi pêwîst be ew dê bê kirin (Zarathustra News).
 

.

   

Hebijî Şehîdên serhildana 12 Avdara 2004 a
 
 

 

Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

© 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Kurdistan Syrien