k.binxetê.22.10.07.09.30.GMT


Serok Talebanî:
PKK dikare biryara agir rawestînê bide

Serokomarê Iraqê Celal Talebanî dûhî êvarê bû mêvanê Kanal D yê û bersiva pirsên rojnamevanê navdar M. Ali Birand da. Serok Talebanî di axaftina xwe de qal kir ku, PKK li ser agir rawestînê difikire û îhtîmal heye biryarek e wisan bide. Hevpeyvîn wisa bû:

Talebanî: Em li dijî çalakiyên terorê ne. Min herdem ji birayên xwe yên li Tirkiyê re ev yek aniye zimên. Em ji PKK ê re dibêjin ku, weke partiyek polîtîk xebata xwe bidomînin, lê şerê çekdarî rawestînin.

Birand: PKK ji bo rawestandina êrîşan çi soz da te?

Talebanî: Çi sozek wisa nehatiye dayîn. Lê PKK, sibê dê li ser îlana agir rawestînê bifikire. Sibê dê dîtinek were holê/rewş zelal bibe.

Birand: Iraq, dê kampên PKK hilweşîne û rêvebirên wan teslîm bike, an na?

Talebanî: Em nikarin rêvebirên PKK ê bigirin. Cihê wan li derveyî rêvebiriya me ye.

Birand: Barzanî qala berxwedana li hemberî Tirkiyê dike...

Talebanî: Em naxwazin li hemberî Tirkiyê şer bikin. Em bi çavên bira li Tirkiyê dinêrin.

Birand: Li gorî Barzanî, PKK ne hêzek terorîst e. Dîtina te çiye?

Talebanî: Dema Tirkiyê rêya aştiyê hilbijêre û PKK hişkiyê bikar bîne/bersivê bide, PKK dibe hêzek terorîst. Lê dema PKK, hişkiyê bikar nehêne, ne terorîst e.

Birand: Tê qalkirin ku, 10 leşkerên tirka di destê PKK de ye. Ji bo azadkirina wan hûn dê xebatê bikin, an na?

Talebanî: Ez nizanim. Vê kêliyê zaniyariyek e wisa di destê me de tune ye.

Birand: Îro li Enqerê civîna bilind heye. Mesaja we ji bo Enqerê çiye?

Talebanî: Em li benda wê ne ku rewşa Iraqê fêm bikin. Me gazî kir û ji PKK ê xwest ku çalakiyên xwe yê çekdarî rawestîne. Em dixwazin bi vê yekê, alîkariya birayên xwe yên li Tirkiyê bikin (Zarathustra News).
 
 

.

   

Hebijî Şehîdên serhildana 12 Avdara 2004 a
 
 

 

Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

© 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Kurdistan Syrien