|
|
|
k.binxetê.29.10.07.13.20.GMT |
Rexneyên Beşîkçî bo Serok Talebanî:
Bi Hêviya Vexwendinê Bûyîn
İsmail Beşikçî
Sosyolog û kurdnasê hêja Ismail Beşikçi li ser buyerên dawî,
helwesta kurda,
rêvebirên
kurda û bi taybetî beyanên Serokomarê Iraqê û Serokê YNK ê Celal
Talebanî dîtina xwe anî zimên. Nivîsa Beşikçi, ji ailyê
nivîskarê hêja Roşan Lezgîn ve hate wergerandin. Em analîza
Beşikçi a belkêş bi xwendevanên xwe re pay dikin.
Serokê Partî Niştimanî Kurdistan û serokê Komara Îraqê Celal
Talebanî carînan daxuyaniyan dide çapemeniya tirk. Rojnamevan
ligel Celal Talebanî hevpeyvînan dikin. Talebanî di hevpeyvînan
de dibêje, “Li Îraqê dewleteka kurd ne mumkûn e. Dewleteka kurd
bona kurdan jî ne çareseriyeke maqul e. Ne mumkûn e ku ev dewlet
bijî. Çi dema ku ev dewlet were danîn, dê Tirkiye, Îran, Sûriye
û Îraq vê dewletê di demeka kurt de bifetisînin.” Ez ne di wê
boçûnê de me ku ev dîtinên hanê helsengandineka maqul bin. Her
wiha, ev yek ne reftariyeka maqul e jî. Reftariya maqul ew e, ku
mafên kurdan yên rewa bidin zanîn. Reftariya rast jî ev e.
Di rewşên wiha de divêt kurd rewabûna mafên xwe yên neteweyî
bidin zanîn, her wiha, divêt bidin zanîn ku ger kurd bibin xwedî
mafên xwe yên neteweyî, ev yek bona kesî nabe tehdîdek. Tiştê ku
anormal e, tiştê ku ne li gorî vê dewranê ye, rûdanên dema Şerê
Cîhanê yê Yekemîn in, yên salên 1920an in ku kurdan bêyî hîç
statuyekê hiştine. Bona kurdan pêdiviyeka mezin e ku ew bala xwe
bidin ser Şerê Cîhanê yê Yekemîn û encamên wê, li ser salên
1920an bihizirin. Gelo “li Îranê Kurdistan”, “li Îraqê
Kurdistan”, “li Sûriyeyê Kurdistan” û “li Tirkiyeyê Kurdistan”
çawan çêbûn? Li wê heyama ku neteweyan paşeroja xwe diyar dikir,
kurd wekî netewe û welatê wan wekî cografya çawan hatin
dabeşkirin, çawan hatin parçekirin û çawan hatin parvekirin? Ev
kirasê lanetê çawan li kurdan hate kirin? Ev yek helbet divêt
bibe babeta lêkolînan. Ji vana jî wêdetir divêt kurd vê babetê
baş têbigihên û fêm bikin ku bê hela ev nîzama navdewletî,
nizama dinyayê çawan di eleniya kurdan de hatiye danîn? Divêt
kurd bi argumantên dewlemend rexne li nizama navdewletî, li
nîzama cîhanê bigrin ku di Konferansa Parîsê ya li sala 1919an,
di dema danîna Yekîtiya Neteweyan de çima ev nîzam ewçend bi
awayekî mezin di eleniya kurdan de hatiye danîn. Divêt
roşinbîrên kurdan, nivîskar û rojnamevanên kurdan vê prosesê
ligel akademîsyenên rojavayî, ligel nivîskar û rojnamevanên
rojavayî û hwd. munaqeşe bikin.
Di roja îroyîn de li cîhanê ji 200î zêdetir dewlet hene. Ji sedî
zêdetirê van dewletan serjimareya wan ji 7-8 milyonî kêmtir e.
Ji endamên Yektiya Ewropayê yên wekî Luksemburg, Malta û Qibrîsê
serjimareya wan kêmtirî milyonekê ye. Luksemburg 450 hezar,
Malta 350 hezar, Dewleta Rûm ya Qibrîsê 600 hezar serjimareyî
ne. Her wiha, ji dewletên Yekîtiya Ewropayê Estonya milyonek,
Letonya du milyon, Lîtvanya xwediyê 3 milyon serjimareyî ne.
Slovenya 2 milyon, Danimarka 5 milyon, Finlandiya 5 milyon,
Komara Îrlandayê 4 milyon serjimarê ne. Ji dewletên Ewropayê
Bosna Hersek 3 milyon, Xirvatistan 4 milyon, Norvêç 4 milyon,
Bulgaristan 7 milyon, Makedonya 2 milyon serjimara xwe hene. Ji
dewletên ereb Katar li dora 600, Bahreyn 700 hezar, Kuveyt du
milyon, Urdun 5 milyon, Emaretên Ereb yên Yekbûyî li dora du
milyon û nîv serjimarê ne. Serjimara Libyayê 5 milyon e. Ji
dewletên cîhanê Sîngapur 4 milyon, Albanya 4 milyon, Gurcistan 5
milyon, Ermenistan 3 milyon e… Di van şertan de helbet divêt li
ser bête rawestîn û vekolandin, li ser bête hizirîn ku bê hela
çima kurdên ku li Rojhilata Navîn serjimara wan bêhtir ji 40
milyonî ye, lê ne xwediyê tu statuyeka siyasî ne û hatine
dabeşkirin, parçekirin û parvekirin. Dewletên ku endamên
Yekîtiya Ewropayê ne, di heman demê de endamên Konseya Ewropayê
ne jî. Konseya Ewropayê ku di sala 1949an de hatiye damezrandin,
xwediyê 47 endamn e. Liechtestein, Îzlanda, San Marîno, Andorra,
Monako, Qeredax… endamên Konseya Ewropayê ne. Ji vana Qeredax
dawîtirîn endam e ku beşdarî Konseya Ewropayê bûye. Di sala
2007an de beşdar bûye. Serjimara wê li dora 680 hezar kesî ye.
Serjimara Îzlandayê li dora 300 hezarî ye. Serjimara dewletên
wek Liechtestein, Andorra, San Marîno û Monakoyê kêmtirî 50
hezarî ye. Serjimara Vatîkanê li dora hezar kesî ye. Endamekî
çavdêr yê Vatîkanê li Konseya Ewropayê heye.
Tirkiye ji Yekîtiya Ewropayê, ji Konseya Ewropayê, ji Yekîtiya
Neteweyan, ji dewletên wek DYA, Brîtanya, Fransa, Almanya,
Federasyona Rûsyayê û Japonyayê, her wiha, ji dewletên musluman
yên ereb dixwaze ku ew Komara Tirk ya Qibrisa Bakur wekî
dewleteka serbixwe nas bikin. Di vî warî de di nav hewldaneka
xurt de ye. Ev yek, li Tirkiyeyê wekî polîtîkayeka dewletê ye.
Serjimara Komara Tirk ya Qibrisa Bakur jî tenê 180 hezar e.
Ev Konseya Ewropayê ku jê re dibêjin “wijdana Ewropayê” yan jî
“wijdana cîhanê”, carînan derbarê kurdan de jî biryaran digre,
dibêje “Em naxwazin li Rojhilata Navîn dewleteka kurd ya
serbixwe bête danîn”, “Em li hemberî wê ne ku li Rojhilata Navîn
sînor bêne guhertin”, her wiha, dibêje “… lê bila kurd jî di nav
sînorên dewletên ku tê de hene de bibin xwediyê hindek mafan”.
Bi gotinên “em li dijî vê yekê ne, yan jî, li dijî wê yekê ne”
dest pê dikin da ku bikaribin van tiştan bibêjin. Di binê van
biryaran de îmzeya hinde dewletan heye ku serjimara wan li dora
sed hezarî ye, heta yên ku di biniya pêncî hezarî re jî hene.
Gelo vana çawan mafê tayînkirina çarenûsa neteweyekê ku ji 40
milyon kesî zêdetir e bidest xistine? Di vê pêwendiya hanê de
edalet heye? Gelo çi taybetmendiyeka wan ya bala heye ku bûne
dewlet û di tayînkirina çarenûsa kurdan de rolekê dilîzin, her
wiha, gelo çi kêmasiyeka kurdan heye ku nebûne çi tiştek?...
“Wijdana Ewropayê” çawan li van nakokîyên kûr dinihêre? Divêt
kurd vê prosesê sersanser bidine ber pirsan, bi diyardeyên
berfireh vekolin, li ser hûr bibin. Divêt kurd rexne li vê
nîzama cîhanê ku di salên 1920an de hatiye danîn bigrin. Heke bi
derengî be jî divêt ev rexne bête kirin.
Di vê navberê de, ger em li ser vê xalê jî bisekinin dê baş be:
Dema ku metran Mantîno yê serokê Lijneya Aştî û Edaletê ya
Vatîkanê behsa çareseriyeka aştiyane ya pirsgirêka di navbera
Tirkiye û Îraqê de kir, bi taybet bal kişand ser rewşa kurdan.
Nûnerê Vatîkanê metran Mantînoyî wiha got: “Vatîkan layengirê vê
yekê ye ku pirsgirêkên di navbera Tirkiye û Îraqê de hene, di
demeka kurt de bi awayekî aştiyane bêne çareserkirin. Di vê
çareseriyê de divêt pêwîstiyên gelê kurd jî li ber çavan bêne
girtin. Çunke rewşa kurdan, rewşeka wisa ye ku li cîhanê tu
mînakên wê nîn in. Miletek li meydanê ye lê dewletek ku teqabulî
vî miletî bike nîn e.” (www.peyamner.com, 23 kewçêr 2007)
Zeafiyeteka pêşewayê Partî Niştimanî Kurdistan jî ev e ku, ji
Tirkiyeyê bi hêviya vexwendinekê ye. Di meqama serokê komara
Tirkiyê de jî li hemberî Celal Talebanî reftariyeka neyînî heye.
Dehemîn serokê komarê Necdet Sezerî bi aşkire dabû xuyakirin ku
ew dê ligel Celal Talebanî tu hevdîtinekê çêneke, ew naxwaze wî
bibîne, tu projeyeka wî ya ku dê Celal Talebanî vexwîne jî hîç
nîn bû. Sedemê bingehîn yê vê reftariyê ev e ku Celal talebanî
kurd e, bona kurdayetiyê dixebite. Reftariya hukûmatê ya li
hemberî Celal talebanî, ya partiyên siyasî, ya çapemeniya tirk,
ya unîversîteyan û hwd. jî her wekî vê reftariya dewletê, ne
erênî ye. Hizirîn û hestkirinên li hemberî serokê Partî
Niştimanî Kurdistan û serokê Komara Îraqê Celal Talebanî, li
hemberî serokê Hukûmata Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî ne erênî
ne. Çapemeniya tirk wek “serokeşîrekî”, bi têgeha “serokê
eşîretê yê kovî” behsa van serokên kurdan dike. Reftariya
Tirkiyeyê ya li hemberî Rêveberiya Herêma Kurdistanê, li hemberî
pêşewayên kurdan, reftariyeka bi kibr e, reftariyek ku xwe
dispêre kompleksa xwe mezin dîtinê. Wisa têye fêmkirin ku
naskirina Rêveberiya Herêma Kurdistanê, wekî kurd naskirina
pêşewayên kurdan, ligel vanna pêşvebirina pêwendiyên polîtîk û
dîplomatîk ne li gorî mezinahiya tirkan e. Ev yek, polîtîkaya
dewleta me ya li hemberî kurdên ku wekî “birayên me” têne
binavkirin hatiye pêkanîn. Bo numûne, li hemberî filîstîniyan,
çeçenan, boşnakan û hwd. polîtîkayek ku xwe bispêre vê kibra
hanê nayê dîtin. Digel ku reftariya dewletê, ya hukûmatê, ya
partiyên siyasî, ya çapemeniya tirk, ya saziyên sivîl yên tirk
viya ye jî, lê cardin Celal Talebanî ku her tim ji dewleta
Tirkiyeyê bi hêvîya vexwendinekê ye, di her firsendê de hewl
dide xwe da ku vê hêviya xwe bide zanîn. Hingê ev reftariya hanê
ne reftariyeka maqul e. Tu her tim destê xwe dirêj dikî, lê yê
li hemberî destê te nagire, qet guh nade te, carînan tinazên xwe
bi vî halê te dike… Di vê prosesê de layekî heye ku welatparêzên
kurd pê rencîde dibin. Gelek normal e ku serokê Partî Niştimanî
Kurdistan û serokê Komara Îraqê Celal Talebanî bikeve nav
hewldanan da ku bikaribe ligel Tirkiyeyê pêwendiyan dayne.
Kêmtir ji layê cîrantiyê ve, ev yek divêt wisa be. Lêbelê hûn bi
israr nayêne qebulkirin, hingê ev jî ne reftariyeka rast e ku
hûn rabin di vî warî de ewçend israrê bikin.
Serokê Partî Niştimanî Kurdistan û serokê Komara Îraqê Celal
Talebanî û serokê Hukûmata Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, her
wiha, Rêveberiya Herêma Kurdistanê li cîhanê ji layê DYA,
Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya, Çîn, Rûsya, Koreya Başûr,
Îranê û hê gelek dewletên din ve têne nasîn. Pêşewayên kurdan
gelekê caran bi awayekî fermî çûne serdana gelek dewletan. Ev
dewlet hewl didine xwe da ku li navenda Rêveberiya Herêma
Kurdistanê, ango li Hewlêrê balyozxaneyan vekin. Nûnerên wan
ligel pêşewayên kurd, ligel Parlamentoya Kurdistanê, ligel
serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê û hwd. hevdîtinan pêk tînin.
Di vê babetê de kêmasiyeka berbiçav ya pêşewayên kurdan, ya
rêveberiya kurdan nîn e. Pêwendiyên dîplomatîk, polîtîk û
ekonomîk yên Hukûmata Herêma Kurdistanê ligel dewletên curbicur
geş dibin. Roj ji rojê ev pêwendî xurtir dibin. Celal Talebanî
di navîna meha îlonê de bona ku beşdarî civînên Yekîtiya
Neteweyan bibe çûbû New Yorkê, serokê DYA George W. Bush jî di
nav de, wî ligel gelek rêveberên dewletên cihê hevdîtin pêkanîn.
Ji layê din ve, di çapemeniya tirk de hate behskirn ku herçendî
serokê wezîran Recep Tayyip Erdoğanî gelek xwestiye ligel serokê
DYA Buhsî hevdîtinekê pêk bîne lê nikarîbûye jîvanê bistîne.
Reftariya çapemeniya tirk li hemberî kurdan, li hemberî pirsa
kurd, li hemberî pêşewayên kurd ne erênî ye, ev reftarî gelek
teferuatên curbicur yên neyînî di xwe de dihewîne. Ev pêwîstiyek
e, ku divêt reftariya çapemenî û masmedyayê ya li hemberî kurdan,
li hemberî pirsa kurd, li hemberî pêşewayên kurd bête vekolandin.
Divêt ev vekolîn bibe babeta gotareka dî (Zarathustra News &
Peyamaazadi.org).
|
|
. |
|
|