|
|
|
k.binxetê.29.10.07.11.25.GMT |
Dijîtiya tirka di nava EU de xurt dibe
Helwesta Tirkiyê ji bo amadekariya operasyona leşkerî li derveyî
sînorên xwe, dibe cihê nexweşî û nerazîbûnê. Welat û
parlementerên ku li dijî endametiya Tirkiyê a Yekîtiya Ewropayê
ne, li hemberî helwesta Tirkiyê xebatên xwe xurt kirin.
Parlamenterê CSU yê Dr. Ingo Friedrich li ser pirsê dîtina xwe
wisa ye: "Operasyona leşkerî a Tirkiyê li bakurê Iraqê li dijî
nirxên Ewropayê ye û li dijî qanûnên navnetewî ye".
Di parlementoya Ewropayê de, parlementer û Partiya Mesîhiyên (Xiristiyan)
Demokrat yên alman û fransiyan, piştgiriya dîtina Friedrichî
dikin.
Cigirê Serokê CSU yê Ingo Friedrich dibêje, "dema qanûnên
navnetewî ji aliyê Tirkiyê ve neyêne naskirin, pêwîst e
muzakereya bi Tirkiyê re bê rawestandin."
Wisa xuyanî dike ku, bi taybetî Fransa û Almanya bi hêzên xwe
yên konservatîv dê li hemberî helwesta Tirkiyê ya militer bêdeng
nemînin. Ew dê zorê deynin ser Tirkiyê da ku, rêyên demokratîk û
têkiliyê hilbijêre (Zarathustra News).
|
|
|
|
. |
|
|