|
|
|
k.binxetê.29.10.07.11.35.GMT |
Li Osloyê konferansek bi wate:
Serîhildana Simkoyê Şikak Di Sedsala Derbasbûyî de
Konferansek bi wate ku cî û nirxê Serîhildana Simkoyê Şikak
dihêne zimên, li Norwêcê, roja şemiya 10 ê Mijdara 2007 an li
Universitet i Oslo, Gaustadalleen 23, Blindern,
Informatikkbygget ved forskningsparken ê, tê çêkirin.
Dîrokzanayên kurda, ji awira kurdewarî ve dê nêzî pirsê bibin û
ji gelek awiran ve dê dîroka me ronî bikin û li ser pirsê
zaniyariyên piralî belav bikin. Li ser navê beşdarên konferansê
nirxandinek kurt hate belavkirin: “ Em pir baş dizanîn ku hinek
netewe di cîhanê de hene ku hejmara wan nagehe çaryek(1/4)a
Kurdan, lê ew gehiştine xwezîyên xwe ku mafê otonomîyê ye. Li
Elmanan binêrin ku çawa ev karê han di nava xwe de pêkanîne.
Birastî ger netewa Kurd di Îranê de negehije mafê xwe, êdî mirin
û neman jêre baştir e ji jiyan û mayînê. Di vê roja ku em tê de
dijîn, dewleta Îranê bixwaze an jî nexwaze, em mafê xwe yê
otonomîyê dixwazin. Êdî ev xwezîya hemû mirovekî Kurd e û ji
xelkê me re jî jiyaneke nû ye...”
“ Ingilîz û Tirk her du ji bo çaresekirina pirsgirêka serxwebûn
û serbestiya Kurdistanê derewan di gel me de dikin, ew me
dixapînin. Inglîz dixwaze tevaya Kurdan mîna xulam û berdeyan ji
bo armanc û daxwazên xwe yên çewt bikar bînin û bixebitînin,
mîna meymûnan me ji xwe re bireqsînin û ew jî bi me bikenin. Ew
dixwazin me li hemberî netewa me şermezar biken, ev ne karê min
e, ez xiyanetê li gelê xwe nakem.
Tirk û Inglîz her du ji hev xirabtirin, lê ji herkesî zêdetir
Kurd ji bona xwe xirabin, Kurd pişta hev nagirin, hînî
xizmetkariyê bûne, baweriya wan bi xwe tune û mezinatiya hevdu
napejirînin.”
Moderator û birêvebiriya konferansê dê ji aliyê Derwêş M. Ferho,
serokê Enstîtûya Kurdî ya Brukselê ve bê kirin. Kesên beşdar û
mijarên dê li ser biaxifin ev in:
- Prof. Dr. Celîlê Celîl, Simko û mijara serxwebûna Kurdistanê
- Kakşar Oremar, rojnamevan, salên dawiya jiyan û Serhildana
Simkoyê Şikak (ji 1920 heya 1930)
- Abdullah Hîcab, lekolîner, di salên Serhildana Simkoyê Şikak
de rewşa sosyo-politika Kurdistanê
- Dr. Huseyin Xelîqî, Şoreşa Paşatiya Destûrî li Iranê û bandora
wê li ser Kurdistanê
- Dr. Xosrew Ebdullahî, dîrokzan, cihê Serhildana Simkoyê Şikak
di polîtîka navneteweyî de
- Elî Simko, neviyê Simko, rewşa jiyan û malbata Simkoyê Şikak
piştî şehadeta wî...
Kesên ku bixwazin agahdariyê bidest bixînin, dikarin têkiliyê bi
van kes an dezgehan re deynin: Abdullah Hicab +47 99 52 07 13
a-hejab@online.no, Fereydûn Elîxanî + 47 91 16 04 42, Enwer
Kuhensal + 47 40 01 07 24, Enstituya Kurdî ya Brukselê +32 230
34 02 kib@skynet.be (Zarathustra News).
|
|
|
|
. |
|
|