Programa serdana Erdoğan bi Bush re diyar bû
Programa Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi Serokê DYE
George W. Bush re diyar bû. Li gorî programê, hevdudîtin dê li
ofîsa Ovala Washingtonê pêk were. Herdu rêvebir, dê li ser pirsa
PKK ê, pêşketinên li Iraqê, Qibrisê, îdîayên tevkujiya ermaniyan
û buyerên ku bala herdu welatan dikşîne, qise bikin.
Di serdana koma tirka de, Serokwezîr Erdoğan, Wezîrê Karê
Parastinê Vecdi Gönül, Wezîrê Karê Derve Ali Babacan, Cîgirê
Serfermandarê Giştî yê Artêşê-GKB General Ergil Saygun û
hejmarek dîplomat û burokrat hene.
Erdoğan, piştî hevdudîtina bi Bush re dê li Kluba Çapemeniya
Netewî a Emerîkayê-NPC axaftinekê bike. Piştre dê beşdarî
civînekê li Enstîtuya Stratejîk- CSIS ê bibe. Li gorî programê,
hevdudîtina Erdoğan û Wezîrê berê yê Karê Derve Madeleine
Albright dê piştî civîna enstîtuyê pêk were.
Erdoğan, piştî serdanê dê derbasî Italyayê bibe û bi Serokwezîrê
Italya Romano Prodi re hevdudîtinekê pêk bîne (Zarathustra
News).
|