|
|
|
K.B.Ê.08.11.07.10.50.GMT |
Rojnameya Neues Deutschland:
Operasyona Tirkiyê li dijî krîterên EU ye
Rojnameya elmanî Neues Deustschland, li ser têkiliyên Tirkiyê bi
EU û Emerîka re nirxandinek weşand. Nirxandin wisa ye:
"Serokwezîr Erdogan ji bo şerê li dijî PKK ê ji Washingtonê
piştgiriya îstixbaratê garantî kiriye. Lê EU, sedemek e giring
ji a nepejirandina/neqebûkirina endametiya Tirkiyê, bi polîtîka
Tirkiyê a Kurd ve girê dide.
Dikare di destpêkê de wisa bê xuyanîkirin ku, girêdana van herdu
mijara bi hev re tune ye.
Washington, di nav wan welatan de ye ku, piştgiriya endametiya
Tirkiyê a EU bi xurtî dike. Erdogan bi xwe jî dibêje, Tirkiyê ji
bo rawestandina nakokiyên/şerê nav medeniyetan, li Asya û
Ewropayê kelehek e.
Emerîka, ji bo pejirandina polîtîka xwe li Iraqê alîkariya
lojîstîk da Tirkiyê. Mîna DYE, EU jî PKK ê hêzek terorîst dibîne.
Lê awira xwe li ser pirsa kêmneteweyên li Tirkiyê, guhertî ye,
ne mîna a Emerîkayê ye.
Dema Tirkiyê operasyonek e leşkerî li bakurê Iraqê/Herêma
Kurdistanê pêk bîne, krîterek bingehîn ji a endametiya EU yê
îhlal dike, binpê dike. Bruksel ku heta nuha raste-rast/yekser
qala ne/pejirandina endametiya Tirkiyê nedikir dê mecbûr bibe ku
helwesta xwe a kevnare bi cî bihêle û biryarekê li ser
endametiya wê bide" (Zarathustra News).
|
|
. |
|
|