|
|
|
K.B.Ê.08.11.07.11.10.GMT |
Gera başûrê Kurdistanê Xeleka Yekemîn
Penaberên Binxetê li qampê Muqubil
Muqubl,
wargehê penaberên başûrê rojavaye li başûrê kurdistanê, di keve
nêzîkî bajarê sêmilê herema Dihokê,ev penaberên ku ji ber zilim
û zora behsiyên sûrî reviyane başûrê kurdistanê,
nêzîkî sed û şêst malî ev sê salin di bin çadiran de dijîn,
ev sêsalin dibin gelek zor û cefayan de jiyana xwe derbas dikin
,lê tiştê ku wan li ser lingan digre kurdistana azade û ala
azadiyê ye ,zarokên binxetê hînî fedakariyê bûne û di dilê wan
de kurdistaneke mezin heye û ji bo wê cangorî dane ,li kur şoreş
geş bibe ew di pêşenga şoreşê dene zarokên binxetê.
Hekûmeta herema Kurdistanê ji bo wan heştê û çar xanî avakirine
û hîn jî ji awan re ava dike,
Gava em li wir bûn li ser roja bû ku herin xaniyên xwe, vê jî
dilxweşiyeke mezin bi wanre çêdikir.

Muqubil sembola berxwedanvana 12 ê avdarêye
li vir zarokên 12 ê avdarê mezin dibin û di êvarên kurdistanê de
helbesta jiyanê dixwînin
û sirîda berxwedanê di qîrin.
li ber tembûra bavê ronî govenda 12 ê avdarê digere û awaza
hebûneke riç li ser perdeyên tembûra qamişlo digere.
Li ber dengê bavê ronî yê ku ji sînga qamislo şîrê rûmetê mêtiye
ew dengê qerar yê ku êş û azarên muqublê tîne ziman û govenda
evîna binxetê digerîne,
li awazên koma qamişlo kulîkên başûrê dil dîlanê dikin.
Koma qamişlo ya ku ji xort û keçên 12 ê avadarê saz buye dengê
binxeta birîndara li başûr.
Şêrzad ev xortê ku di sînga amûdê de mezin buye û ji dibistana
hunera amûdê şîr mêtiye,
tembûra 12 ê avdarê li muqubilê çêkir ,bi tilîkên xwe yên zêrîn
tabloyên jiyanê diafirînê,
Şêrzad nîşana zîrekiya xortên binxetêye li qampa muqublê.
Rûyarê Tirbespî ev dilê ku helbest û awaza 12 ê avdarê afirand ,
pênûseke wêreke û helbesteke bi heste û evîneke mezin diyarî
binxeta berxwedan û serhildanê dike.

Lawikê Hecî binxeta birîndar bi helbest û pênûsa xwe melhem
dike,di ser kaniya dilê wî de hunera pênûsa binxetê mezin
dibe,pênûseke jîre li ser rûpelên binxetê digerîne.
Ahmed Sîno dilekî mezin ji bo kurdistaneke mezin lêdixe,evîneke
mezin ji rûbarên dirbêsiyê diherike zeviyên serhildanê,Ahmed
Sîno ev ciwanê ser sipî,ev dilê mezin,ev mêvanperwerê
kurd,govenda tiliyan li ser derbuka binxetê digerîne,bi salan bi
huneremendên navdar yên benxetê re buye hevalê awazên binxetê bi
rêtima xwe mamosteyekî jîre di rêtîma kurdên binxetê de.
Ahmedê biçûk û 6 hevalên xwe berî demkê berê xwedabûn helbça
birîndar û serdana gora nemir Mustafa Berzanî bi vê meşê
hiskirina ciwanên binxetê diyarî başûrê kurdistanê kirin
û bûn nîşana fedekariya xortên 12 ê avdarê li başûrê Kurdistanê.
kurdên Muqublê tev kesên hêja ne û wêrikên binxeta birîndarin
yên ku zilm û zora behsiyan nebijrandin û serî neçemandin li
hember neyaran îro ew dibin ala kurdistana azad de dijîn û ji
dara azadiya kurdistanê tamkirin,
li min biburînin ger min navê we tevan nenivîsîbe bawerbikin hûn
tev di dilê min de Ahmed û Rûyar û lawikê hecîne li dîwana dilê
xebat hûn tev rûniştîne.
Min û hunermendê me yê deng xweş Zubêr Salih li Qampa Muqublê
şeveke hunerî çêkir me bi helbest û stranên xwe ,hinekî ew li
kolanên binxeta birîndar gerandin,bi hinek helbest û strana ku
me li wir xwendin hêviya me bû ku,kenkî biçûk jî be ,li ser riwê
wan zarokan biçînin,şahiyek biçûk jî be di dilê wan de bixwînin,
bi hatina hunermenda navdar Gulbuhar moraleki mezin da me û
zarokên qampa muqublê ,bêgoman hinek rayedarê heremê jî di
ahenga muqublê de amedebûn.
Di dawiyê de ez hêvîdarim ji hemî hunermend û rewşenbîr û
siyasetmedarên binxetê ku van lehengên 12 ê avdarê ji bîrnekin,
carcarna serdan
carcarna aheng û piştgiriya xwe ji wanre diyarbikin,
bi gotineke xweş
stranek xweş
silavek xweş hûn dikarin dilên wan zarokên serhildanê şabikin,
serkeftin ji bo hemî gelê me yê li qmpê Muqublê .
Ger ber dewame………
Her şad û bextewar bimînin heya xeleka bê.
Xebat Şakir
01.11.2007 Elmanya Oldenburg
xebatchaker@hotmail.com
|
|
. |
|
|