|
|
|
k.b.ê.14.11.07.18.20.GMT |
Baykal dikare bibe mêvanê Talebanî
Serokomarê
Iraqê Celal Talebanî li Misirê, li ser beyanên dawî yê serokê
CHP ê Deniz Baykal daxuyaniyek belav kir. Talebanî wisa axifî:
Di axaftina serokê CHP Deniz Baykal de, gelek aliyên erênî hene.
Bi baweriya min beyana wî, ji bo pêşketina têkiliyên Iraqê û
Tirkiyê dê bibe alîkar. Di nava kurda û tirka de dê encamên
erênî bi dest bixîne. Tansiyona bilind a ji ber terorê dê kêm
bike.
Deniz Baykal serokê CHP ê ye. Ez û ew, em endamê Sosyalist
Enternasyonalê ne. Nêrînên me yê wekhev hene. Ez bi beyana
serokê partiyek e wisa ku eleqatên kurd û tirka bi hêz dike, pir
memnun bûm. Dema niwênerê me vegere Tirkiyê, ez ê spasiyên xwe
pêşkêşî Baykalî bikim. Gava Baykal bixwaze were Iraqê û bibe
mêvanê me, bê kêfxweşî em wî dawet dikin (Zarathustra News).
|
|
. |
|
|