k.b.ê.14.11.07.13.00.GMT


Serok Talebanî:
Krîza Iraq û Tirkiyê bi dawî hat


Serokomarê Iraqê Celal Talebanî ji bo serdanekê çû Kuweytê. Serok Talebanî li Kuveytê bersiva rojnameya Errai da. Li ser krîza di navbêra Tirkiyê û Iraqê wisa go: Krîza di navbêra Iraq û Tirkiyê bi dawî hatiye û têkiliyên herdu welatan ber bi başiyê ve diçe.

Rewşa Iraqê jî ber bi başiyê ve diçe. Hêza leşkerî û a ewlekariyê têne organîzekirin. Ji bo berdewama vê rewşa erênî, hewildana pir alî ji awira lihevhatin û hevfêmkirina navxweyî pêwîst e.

Li gelek herêmên Iraqê rewşa ewlekariyê baştir bûye. Ji bo yekîtiya welêt û rewşa ewlekariyê, pêwîstî bi hêza Emerîkayê li Iraqê heye. Dema hêzên Iraqê piralî xurt bibe, hêzên hevalbend dikarin hêdî hêdî xwe bikşînin. Xwe kişandina wan dikare dawiya sala li pêşiya me were rojevê (Zarathustra News).
 

 

.

 


Hebijî Şehîdên serhildana 12 Avdara 2004 a
 
 

 

Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

© 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Kurdistan Syrien