|
|
|
kbê.27.11.07.08.50.EU |
Festîvala Rêzgirtina Neteweyî bo Malbata Cemîl Paşa yê
Diyarbekirî destpê kir
Hewlêr /Kurdistana Îraqê
Li jêr çavdêriya rêzdar Nêçîrvan Barzanî serokê Hikûmeta
Kurdistanê Festîvala Rêzgirtina Neteweyî bo Binemala Cemîl Paşa
yê Diyarbekirî, li hola Pêşewa li Hewlêra paytexta Herêma
Kurdistana Îraqê hate vekirin. Bi amadebûna berêzan serokê
dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê wek nûnerê serok Mesûd
Barzanî û wezîrê rewşenbîriyê ya hikûmeta herêm û nûnerên
partiyên Kurdistanê ji her çar parçeyan û nûner û endamên
sendîka û damûdezgeh û saziyên çandî li Herêma Kurdistanê.
Festîvalê bi deqîqeyek bêdengî ji bo giyanên pak yên şehîdên
Kurd û Kurdistanê û sirûda neteweyî-Ey Reqîb-hate destpêkirinê.
Paşê gotinên van berêzan hatine pêşkêşkirin:
-Gotina berêz Newzad Hadî parêzgarê Hewlêr: Di destpêkê de berêz
Newzad Hadî bixêrhatina beşdar û mêvanên rêzdar kir û balkişand
ser rola malbata Cemîl Paşa yê Diyarbekirî di warê xebata
niştimanî û neteweyî li ser astên siyasî û civakî û çandî,
nemaze rola wan a pêşeng di damezirandina komeleya Hêvî ya
xwendekarên Kurd sala 1912 û giringiya rola endamên vê malbata
kurdperwer li seranserê Kurdistanê. Di dawiya axaftina xwe de,
Hadî got ku destkeftiyên niha li vî beşê Kurdistanê pêkhatine
bicîanîna xewn û hêviyên ku vê malbata birûmet xebat û têkoşan
ji bo wan dikir e.
-Gotina berêz Felekeddîn Kakeyî wezîrê rewşenbîriyê yê hikûmeta
herêma Kurdistanê: Pêşî sipasiya rêzdar Neçîrvan Barzanî serokê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ser çavdêriya wî ji festîvalê re,
û giringî da rola malbatên Kurdistanê yên payebilind di warê
xebata gelê Kurdistanê de ji bo bidestveanîna mafên xwe yên
neteweyî yên rewa. Her weha, wî balkişand ser giringiya
festîvalên bi vî rengî û vejandina pêşengên Kurd di têkoşana
neteweyî ya gelê kurdistanê de û danasîna mêjû û dîroka wan ji
nifşên nû re. Di berdewamiya axaftina xwe de, Kakeyî got ku yek
ji armancên sazkirina vê festîvalê nêzîkkirina zarokên gelê Kurd
li hemû parçeyên Kurdistanê ye, û ji ber vê çendê wezareta
rewşenbîriya Kurdistanê gellek festîvalên wiha lidarxistine. Di
dawî de, berêz Felekeddîn Kakeyî bixêrhatina mêvan û amadebûyan
kir û daxwaz kir ku ew rojên xweş li herêma Kurdistanê bibûrînin.
-Gotina malbata Cemîl Paşa yê Diyarbekirî: Gotina malbatê ji
aliyê xanim Perwîn Ekrem Cemîl Paşa ve hate pêşkêşkirin. Perwîn
xan sipasiya xwe pêşkêşî serokatiya Herêma Kurdistanê û wezareta
rewşenbîriyê û komîteya amadekar kir, û balkişand ser ked û
westana zor ku bi mebesta sazkirin û biserxistina festîvalê,
nexasime wergerandin û çapkirina pirtûkên taybet bi rola malbata
Cemîl Paşa yê Diyarbekirî û doza Kurdistanê û dîroka wê, tevlî
amadekirina
filmê dukumental û peykerê taybet bi malbatê li parka şehîd Samî
Ebdilrehman li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û wateya
lidarxistina festîvalek wiha li Herêma Kurdistanê.
-Gotina Komîteya Amadekar: Ji aliyê rêzdar Azad Dartaş ve hate
xwendin. Berêz Azad bixêrhatina hemû mêvan û beşdarên birûmtekir
û behsa karûbarên Komîteya Amadekar û keda wê a ku salek û nîvê
kişand kir. Her weha, rola serokatiya Herêma Kurdistanê û wezîrê
kulturê di warê lidarxistina festîvalê de berz nirixand. Di
dirêjiya axaftina xwe de, Dartaş balkişand ser rola giring ya
binemala Cemîl Paşa di warê xebata neteweyî ya çandî û siyasî û
civakî û rola wan a giring û pêşneg di tevgera neteweyî ya
Kurdistanê de, bi taybetî rola wan di damezirandina komelên
siyasî û civakî û rewşenbîrî de li Kurdistanê ji destpêka
sedsala buhurî û heta weke îro. Rêzdar Dartaş berdewamî da
axaftina xwe û got ku wezareta rewşenbîriya Herêma Kurdistanê bi
sazkirina van festîvalan roleke berbiçav dilîze di nêzîkkirina
gelê kurd li herçar parçeyên Kurdistanê, û di dawî de
bixêrhatina mêvanên festîvalê yên berêz kir.
Her weha, gellek name û birûsk gihîştin festîvalê, ji wan:
Birûska Partiya Yekîtiya Demokirata Kurd li Sûriyê.
Birûska Partiya Demokirata Kurd li Sûriyê(Partî).
Birûska Partiya Demokrata Pêşverû a Kurd li Sûriyê.
Birûska Tevgera 12-ê adarê a niştimanî Kurdî Li Sûriyê.
Birûska Yekîtiya Nivîserên Kurd-tayê Dihokê.
Birûska Partiya Azadıya Kurdistanê-Îran.
Birûska Dezgeha Bedirxan a rewşenbîrî.
Birûska dezgeha Zarî Kirmancî a çandî.
Piştre, pêşangeha wêneyên fotogirafîk û kitêbên dîrokî yên
derbarê malbata Cemîl Paşa yê Diyarbekirî de hate pêşandanê.
Hêjayî gotinê ye ku çalakiyên festîvalê berdewam in û di êvara
roja yekem de 26/11/2007 dê filêmekî dukûmentel ser binemala
Cemîl Paşa yê Diyarbekirî were pêşandan, û dê sîmîner û korên
çandî derbarê malbata navhatî de û vekirina peykerê malbatê di
roja duyemîn ji festîvalê werine pêşkêşkirin
Komîteya Bala ya Festîvalê
Hewlêr–Kurdistana Îraqê
|
|






|
|
. |
|
|