|
|
|
K.B.Ê.09.11.07.11.35.GMT |
Wezîrê Elmanyayê Steinmeier:
Mudaxeleya Tirkiyê dê rewşê aloztir bike
Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Frank-Walter Steinmeier di dema
serdana Wezîra Karê Derve yê Grekê, Dora Bakoyanni de, bersiva
rojnamevanan li ser pirsên rojevê, da. Beşek ji pirsên
rojnamevanan, li ser Rapora Komîsyona Yekîtiya Ewropayê li ser
Tirkiyê bû. Pirsa din jî li ser amadekariya Tirkiyê ji bo
operasyonek e leşkerî li derveyî sînorê xwe, bû. Steinmeier wisa
bersiv da:
Rapora dawî, rewşa pêşketina li Tirkiyê diyar dike. Bala mirov
dikşîne ser kêmasiyên Tirkiyê. Lê rapor kete bin bandora pirsa
operasyonê.
Li Tirkiyê kesên sivîl û leşker têne kuştin. Tirkiyê li benda wê
ye ku kesên sucdar bêne girtin. Mirov dikare ji vê awirê ve
Tirkiyê fêm bike. Lê dema Tirkiyê operasyonek e/ mudaxeleyek e
leşkerî bike, bêîstiqrariya li herêmê heye dê zêdetir bibe.
Operasyona Tirkiyê li herêmê dê bibe sedema vekêşanên mezintir û
xurtir.
Steinmeier û Bakoyanni diyar kirin ku, dema Tirkiyê bixwaze bibe
endamê EU, pir giring e ku daxwaziyên di raporan de hatiye
nivîsîn bi cî bîne (Zarathustra News).
|
|
. |
|
|