|
|
|
kbê.02.12.07.18.55.EU |
Terorîstên turkî-îslamî dibin bela serê ewropiya
Nûçeanalîz: Pêxemberên ola ku hatine wezîfedarkirin û olên
yekxwedayî tev, di bingeha xwe de pir in, koprî ne. Ew pir, di
dilê mirovan bingeha xwe pêk tên, tekûz dibin û dirêjî Yezdanê
heq dibin. Ew koprî tev, ji hezkirinê ava bûne. Ji tehdît,
tirsdayîn û bertîlan dur in. Têde berjewendî tune ye.
Evîndariyek e kur heye...
Rêvebirên tirka, ola îslamê, ji xwe re kirine navgînek polîtîk.
Herdem, li gorî berjewendiyên xwe reng dane ola îslamê, ji nû ve
şirove kirine û bi fitûwên guhertî jiyana xwe dirêj kirine.
Ewropî û emerîkî gelek caran ji xwe re modelên welata çêdikin.
Nuha jî peyva "îslamiya lîberal" populer bûye. Tirkiyê jî weke
welatek e nimûne tê nîşandan. Hikûmeta Recep efendî jî, lîberal
tê dîtin.
Lê di rastiya xwe de, lîberalên îslamî, ji awira xwezayî ve,
tenê kurd in. Kurdistan welatek pirçandî û pirolî ye. Kurd bi
xwe jî, xwedî baweriyek e lîberal in. Ne tuj in. Îslama mirovhez,
evîndariyek e bê berjewendî di dilê wan de heye.
Ji tirka, lîberalên îslamî nikarin peyde bibe. Lîberalîzm ji
awira erênî ve, di mêjiyên serbixwe û azad de, di rihên pak de
dikare pêk were.
Kesên turkî îslamî, nikarin serbixwe û azad hizir bikin. Ji ber
ku, mêjiyê militer û dagirker çi girêdana xwe fikra azad tune ye.
Çandek li ser pişta hespan pêşketî, li ser bingeha talankirina
xelkê, xwîn û xwedana gelên din mezin bûbe, nikare bibe lîberal.
Tehdît û xetera turkî-îslamiya li Ewropa nuha jî berê xwe dide
ewropiyan bi xwe. Turkî îslamî ku hêza xwe li ewropayê mezin kir,
nuha jî xwe amade dike ku erîşê bibe ser dezgehên ewropiya.
Li ser pirsê kovara elmana Fokus îtîrafnameya kesekî tirk belav
kir. Kesê Turkî îslamî navê xwe Adem Y e. Ew di dema amadekariya
êrîşên terorî de hatibû girtin. Wisa dibêje, lîberalê duhî û
terorsîtê îro, Adem efendî:
"Şerê min li hemberî kesên bê dîn û bê îman e. Jiyana bi olên
din re, li gorî Quran ê ne mumkun e. Li hemberî kesên bê dîn, 4
rê hene ku ez pêk bînim:
- Kûştina wan
- Revandina wan û xwestina fîdyeyê ji xizmên wan
- Revandina wan û ji bo azadkirina wî, bazara bi dewleta re ji
bo berdana kesên îslamî yê zindanîkirî
- Serbest hiştin...
Di her şert û mercan de, ez dikarim kesên emerîkî bikûjim. Tenê
tiştek dikare min rawestîne: Mirin anjî kûştina min. Di rêya
cîhadê dê mirin, ji xwe ne mirin e."
Fermo, ev kes nimuneyek ji turkî îslamiya lîberal a duhî û
terorîstê îro ye (Zarathustra News)...
|
|
. |
|
|