|
|
|
kbê.02.12.07.19.00.EU |
Arteşa Tirkiyê dê rêvebiriya operasyonê bike
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan, bi beyanekê diyar kir
ku, arteşa Tirkiyê, ji bo pêkanîna oparasyonên li derveyî welêt,
berpirsiyar e. Daxuyaniya Erdoğan ji bo çapemeniyê wisa ye:
"Hêzên Çekdar yên Tirk-TSK ji 28 ê mijdarê pêve hatiye
wezîfedarkirin.
Weke tê zanîn, ji bo pêkanîna oparasyonên li derveyî Tirkiyê, di
17 ê cotmehê de, meclîsê-TBMM teskereyek pejirand. Piştî wê
biryarê, ji aliyê min, nivîsek ji fermandariya arteşê re-GKB
hate şandin. Di 1 ê mijdarê de, fermandarî, pêşniyar û dîtinên
xwe ji min re nivîsî. Piştre, di 28 mijdarê de, Wazûma Wezaretên
Tirkiyê-Bakanlar Kurulu biryara xwe da. Biryar, ji aliyê
serokomar ve jî hate pejirandin. Li gorî biryarê, Hêzên Çekdar
yên Tirk-TSK ji pirsa pêkanîna operasyonên li derveyî welêt
berpirsiyar e. "
Pisporên pirsê dihênin zimên ku, îradeya polîtîk li Tirkiyê û
artêş li ser pirsê bi hev re dixebitin, dema ew biryara
oparasyonekê di cî de bibînin, di çarçoveya biryara meclîsê a 17
ê cotmehê, dê arteşa Tirkiyê operasyonê bide destpêkirin.
Zarathustra News, biryara fermî a meclîsa Tirkiyê ji bo kirina
oparasyonê, bi dest xist. Em wê werdigerînin kurdî û pêşkêşî
xwendevanên xwe dikin:
Biryara TBMM
RG. hejmar: 26675 hejmara biryarê. 903 Roja biryarê: 17/10/2007
Tirkiyê, ji ber PKK yî yên terorîst ku, li bakurê Iraqê bi cî
bûne, ji awira hizura gel, ewlekariya welêt û yekîtiya netewî û
xaka xwe, bi êrîşeke ciddî a terorîstî û tehdîdek e eşkere
hatiye hemberî hev.
Parastina erd û yekîtiya Iraqa dost û bira û îstiqrarbûna wê, ji
bo Tirkiyê pir giring e. Tirkiyê demek dirêj e, ji aliyê polîtîk
û dîplomatîk xebatek mezin kir ku, dawiya PKK yî yên terorîst li
Iraqê bîne û çalakiyên wan bi dawî bîne. Lê kirinên me, heta
nuha çi encam bi dest nexistiye.
Li hemberî erîş û tehdîtên terorî ku berê xwe li Tirkiyê ne, û
weke beşek ji tekoşîna li hemberî terorîzmê û di çarçoveyekî
hiquqa navnetewî de dê tedbîr bêne girtin. Ji bo ku Hêzên Çekdar
yên Tirk-TSK, li bakurê Iraqê û li hemberî tehdîtên ku berê xwe
dane welatê me û êrîşên wan ji holê rake, ji bo ku operasyonekê
li derveyî sînorê xwe pêk bûne û mudaxele bike, hêza çekdar
bişîne bakurê Iraqê, cihên PKK yî yan û li wir wezîfedar bike,
li gorî qanûna bigehîn a 92 an, hikûmet, 1 salê hatiye
wezîfedarkirin. Mezinbûna opersyonê û hêza leşkerî û dema wê, dê
ji aliyê hikûmetê ve bê diyarkirin.
Îcazedayîn, di civîna giştî a meclîsê de, di 17/10/2007 an de,
di kombûna 8 an de hatiye pejirandin (Zarathustra News).
|
|
. |
|
|