|
|
|
kbê.04.12.07.10.45.EU |
Berpirsiyarê Ewropa yê "AKFL"ê Dr. Heqî:
"Emerîka kurda weke havalbendê herî nêz dibîne"
Gabar Çiyan
Min navê Dr. Cuwan Heqî bihîstibû. Hayê min ji çalakiyên wî hebû:
Nivîsên wî, berhemên wî û gavên wî bi kurdên ji her çar aliyê
Kurdistanê re. Û vê dawiyê bi çend şexsiyetên nasdar re,
rewşenbîr û polîtîkêrên kurd re, ji bo pêkanîn û xurtkirina
dostaniya kurd û emerîkiya gavek giring avêt: Bi hejmarek kesên
emerîkî re dezgehek bi navê "America-Kurdistan Friendship League,
AKFL ava kirin...
Em, birêz Doktor Cuwan Heqî re rûnişin. Wî ji me re qala xwe kir,
qala berhemên xwe yê hêja kir. Em li ser dezgeha dostaniya kurd
û emerîkiya kur bûn, û Dr. Cuwan li ser pirsê, em ronî kirin, li
ser projeyên xwe yên pêşrojê zaniyarî da me.
- Ji kerema xwe re xwe ji xwendevanên me re bidine nasîn:
Birêz Dr. Cuwan Heqî kî ye?
Dr. Heqî: Navê min Dr. Cuwan Heqi (Batû) ) ye, li gundê Şêxê Reş,
Şirnexê,
bakurê
Kurdistanê hatime dinê. Xwendina xwe ya tibê (tendûrûstiyê) li
Bulgarîstanê tewa kiriye û piştre sala 1987 an hatime Swêd. Li
Swêd pisportiya doktortiyê, beşê psikiyatriyê tewa kiriye. Salek
û nîvê wek "doktorê baweriyê (förtroende läkare-
försäkringskassaläkare) li Stockholmê kar kiriye. Niha weke
doktorê pispor, ciheke xwe yê doktoriyê li Stockholmê vekiriye û
serbest kar dike.
Berhemek (lêkolînek zanistî) ya bi swêdî di derbarê nexweşiyên
mejî, taybetî yên jibîrkirinê (demens) heye.
Di salên 1996-98-an de kovara " Rojbaş" derxistiye. Û ji salekê
ve malpera serwext.com derdixim.
Gelek nivîsên min di kovar û rojnameyên kurdî, wek
Kurdistanpress de derketine. Pirtûka min ya ewil bi kurdî, bi
navê " Şûjin" sala 2000-an de ji aliyê çapxaneya kurdî, APEC, li
Swêd derketiye. Pirtûka duwem, bi navê " Xeta Sor" sala 2007-an,
ji aliyê çapxaneya Doz-ê li Stenbolê derketiye.
Di meha adarê, me 5 hevalên kurd li Washingtonê, "Navenda
Demokrasiyê li Rojhilata Navîn, "Center for Democracy in the
Middle East, CDME," saz kir. Ev destgah weke destgahekî
şawirdmendiyê ji bo pirsgirêkên nasandin-belavkirin û
bicihkirina demokrasiyê li Rohilata Navîn e û li Emerîka kar
dike. CDME ji aliyê desthilatdariya Emerîka ve bi awayekî resmî
(fermî) hatiye qebûl kirin. Vê destgaha me izna şawirmendiya xwe
bo destgahên Emerîka heya sala 2010 an heye.
Herweha meha Hezîranê, her ev sale, ji aliyê me sê hevalên kurd
û hindek emerîkiyan ve li Washingtonê "Komeleya dostaniya
Emerîka û Kurdistan, "America-Kurdistan Friendship League, AKFL
(em nave wê wek AKFEL, dibêjin) hate sazkirin.
Li aliyê dî jî, ez endamê Encûmena Niştimaniya Kurdistanî-Sûrî,
" Kurdistan National Assembly of Syria , KURDNAS"ê, me. Kurdnas
27-29 ê meha Gulana 2006-an de li Brûkselê hatiye sazkirin.
Sedema endametî û aktîfbûna min di KURDNASê de jî, ji ber ko
rojavayê Kurdistanê jî welatê min e, herweha ez ji malbata Şêx
Brahîm Heqî me, ko vê malbatê roleke xwe a girîng di rojavayê
Kurdistanê de heye.
- Du pirtûkên we ji çapê derketine. Ji kerema xwe re qala wan ji
xwendevanên me bike.
Dr. Heqî: Belê. Heya niha du pirtûkên min bi kurdî derketine.
Pirtûka min ya ewil bi navê " Şûjin" sala 2000 an ji aliyê
çapxaneya APEC ê, li Swêdê, derketiye.
Û ya îsal jî bi navê "Xeta sor" meha Êlûnê derketiye. Ew ji
fable-an pêk tên.
Di nivîsandina wan fable da tesîra çêrokên kurdî yên zaroktiya
min li min kirine. Lê herweha tesîrek mezin ya nivîskarê mezin
yê frensî, La Fontaine, yê îranî, Semedî Behrengî jî kirine.
Nivîsokên min wek ko ji navên wan jî tên xuyakirin, hemu rexne
ne. Min di nivîsokên (fable) xwe de wek qehremanên çêrokê yekser
insan ne hilbijartiye.
Li gor dîtina min insan, kêm-zêde, li ber rexneyan qels e,
hessas e. Vêca wek min "tîr û kevanên" rexneyên xwe ji xwezayê,
tebîetê, bijartiye. Lê di hindek nivîsokan de kesek bi nave
Hemdîn heye ew qehremanê esasî yê çêrokên min e.
Hemdîn kesek Kurdistanî ye. Lê heya ji min tê ez sere wî "rebenî"
dixim gêjayiyan de û têkilhev dikim.
Ez hej abstraktê, metaforê dikim. Bêgoman birha pisportiya min,
ango wek psîkiyater, li ser vê hejîkirinê heye.
Wek psîkiyater, bo min ne girîng e, "Te çi got", ya girîng ew e:
"Te çima welê got" e. Ango berî gotinê, prosesa, pêvajoya
pêkanîna fikir, raman, dîtin, hizirkirinê û ji wê jî derbasbûna
gotina gotinê girîng e.
Min xwestiye vê noqteyê bi awayekî rexne di nivîsokên xwe de
bidim xuyakirin.
- Hûn ji xebatên xwe yên pir rengîn têne nasîn: Weke îdarekirina
malpera "Serwext"ê, nivîskartiya te, pirtûkên te û xebatên we bi
"America-Kurdistan Friendship League-AKFL", re ûhwd. Hûn
çalakbûn û pirengînbûna xwe bi çi sedeman ve girê didin?
Dr. Heqî: Bêgoman noqteya herî mezin ji daxwaza min bo
Kurdistanek e azad e. Ev wek çeqmeqa destpêk, berdewamiya kar û
xebata min ya bo kurd û Kurdistanê ye.
Noqteya duwemîn , ez bêhtirîn li karên pratîkî dinêrim û ji min
re encam pirr girîng in. Ez gelek qîmetê nadim axaftin yan jî "gal-galkirinê".
Noqteya sêyemîn , insanekî "impulsiv im". Ango dixwazim "mirov
karan bike, piştre li ser encam, berdewamî, erênî-nerêniya wan
biaxive, wan şirove bike". Li gor dîtina min hingê mirov "mecbûrî"
rastkirin, çakkirin û herweha berdewamiya kar û xebatan dibe. Lê
hene, heya sibê ez bêjim ezê karekî bikim, ger ez ti gavan
nehavêjim, ew axaftina min dê di ware pratîkê de ti qîmetê nake.
Noqteyek dî jî, ez hez ji struktur (rêkûpêk kirin) û teqîpkirina
karan dikim. Ango gava min dest bi karekî kir, ez xwe mecbûrî
amadebûna teqîba berdewamiya wî karî dibînim û dikim jî - bila
encam çi dibe bila bibe. Herweha, ez "pozê xwe" nayêxim nav
karên hevalê xwe de. Dixwazim karê ketî ser mile min, wî bikim-
ango xwe neyêxim nav xebata hevalê xwe de. Ji vê jî da ko nebim
asteng ji bo hevalên xwe. Bêgoman naxwazim ko kesek jî "pozê"
xwe bêxe nav xebata min de.
Û wek noqteya dawiyê, ez mesrefa şexsî, ango ji berîka xwe dikim,
da ko bikarim xwe serwextî kar û xebatê bikim, bi wan re bimeşm.
- "America-Kurdistan Friendship League-AKFL" çiye? Rola te tê de
çiye? "America-Kurdistan Friendship League-AKFL" çi demê ava
bûye? Armancên xwe çine? Endamên wê kî ne?
Dr. Heqî: Fikra vê komeleyê (ew ji komeleyê mezintir e) di meha
Nîsanê-2007an, ji aliyê cihgirê serokê Partiya Azadî Kurdistan (rojhelatê
Kurdistanê), rêzdar Hisên Yezdanpena, li paytextê Kurdistana
azad, Hewlêrê peyda bû. Hingê serokê KURDNASê, Sherkoh Abbas,
şawirmendê kevin yê serokê Emerîkayê Ronald Reagan, Dr. Jack
Wheleer û ez bo konferansa salvegera 60 saliya dardakirina
pêşewayê kurd, Qazî Mihemed, li Hewlerê amade bûn.
Pişî xebatek e bêwestan, me 23 ê meha Hezîrana 2007 an, AKFL
digel hindek şexsiyetên siyasetmedarên emerîkî saz kir.
Endamên/endamê fexrî/ yên AKFl ê ev in:
1. Congressman Robert Andrews (D-New Jersey) , serokê fexrî, yê
AKFLê ye
2. Rêzdar Sherkoh Abbas
3. Rêzdar Charles Kahn
4. Xatun Maureen Lynch
5. Rêzdar Foster Friess
6. Rêzdar Husein Yezdanpena
7. Rêzdar Brian Perion
8. Rêzdar Josiah J. Puder-Counsel (ebuqatê AKFLê)
9. Rêzdar Joseph Puder
9. Dr. Djowan Sevinik (Cuwan Heqi)
11. Rêzdar General Paul E. Vallely
12. Rêzdar Lance Silver
13. Dr. Jack Wheeler
Ji wan em sê kurd endamên wê hene:
Sherkoh Abbas (serokê Kurdnasê) û digel Josef Puder berpirsiyarê
AKFL li Emerîka û Kanadayê ye.
Hisên Yezdanpena, cihgirê serokê Partî Azadî, (rojhilatê
Kurdistanê), wek berpirsiyarê AKFLê li Kurdistanê ye.
Û ez jî berpirsiyarê wê yê Ewropayê me.
AKFLê civîna xwe ya piştî avakirinê, di meha Tebaxê li
Washingtonê pêk anî.
Pişî sazkirina AKFLê eleqeya daxwaza endametiya wê taybetî ji
aliyê kesayetiyên ko ser desthilatdariya emerîkiyan, wek
congressman (wekîl), senatoran ve zêde bûye.
Diyar e ko wê hejmara endamên AKFLê gelek zêde bibe.
- Tê qalkirin ku, Emerîka, ji awira dîroka xwe a têkiliya bi
kurda re, nêzîkbûna xwe a însanî û polîtîk zêde ne baş e.
Gelo, dê "America-Kurdistan Friendship League-AKFL" û gavên weke
wê, karîbe têkiliyên kurd-emerîkiya xurt bike? Dîtina we weke
şexs çiye? Û endamên "America-Kurdistan Friendship League-AKFL"
li ser pirsê çi difikirin? Qala xebatên "America-Kurdistan
Friendship League-AKFL" yên pêşerojê ji me re bike?
Dr. Heqî: AKFLê xwe wek lobiya (danasîna) kurd û Kurdistanê bo
gelê Emerîka, tevahiya Emerîka, dibîne. Di hemû konferans, civîn
û hevdîtinên xwe de AKFLê hewil daye ko Emerîka kurdan ji nêzîk
ve û baştir nas bikin e. Ez ne di wê baweriyê de me ko "Emerîka
têkiliya xwe bi kurdan re, nêzîkbûna xwe a însanî û polîtîk zêde
ne başe" dinêre. Bi eksê wê, Emerîka niha dizane ko ji kurdan pê
ve dost û mitefiqên wê li rojhilata navîn nîne. Û ew girîngiyek
e mezin dide rola kurdan ji bo bicihkirina demokrasiyê di
Rojhilata Navîn de.
Li jêr çendek ji armanc û projeyên AKFLê:
Armancên AKFLê:
AKFL dê xebatê bike da ko dostaniyê di navbena neteweya Emerîkî
û ya Kurdistanê de xurt bike.
AKFL xebatê dike bo nasandina di navbena miletê Kurdistanê û yê
Emerîka de xurttir bike.
AKFL ji bo xurtkirina hevkariya di warê rewşnbîrî, dîrokî,
civakî di navbena herdu welatan de pêşdetir bibe.
AKFL bawerî bi sûka, bazara azad, insanê azad ko rêzgirtin û
parastina bo mafê mirovan û demokrasiyê digire û tîne dike.
AKFL dê çalakiyên bo pêkanîna konferans, civîn û sempozyuman û
herweha cihguhertina xwendinê ya xwendevanan, ango xwendevanên
Kurdistanê bikarin li Emerîka û yên Emerîka bikarin li
Kurdistanê bixwînin, bixebite.
AKFL dê hewil bide ko siyasetmedar, desthilatdar, akademisyen,
pispor, dewlemend û hwd yên emerîkî bibe taybetî bo Kurdistana
azad da ko ew gelê kurd û herweha Kurdistanê ji nêzîk ve bibînin
û nas bikin û hê bêhtir bibin dost. Û herweha da ko AKFL jî
alîkariya xurtbûna dayin-standina desthilatdariya Kurdistana
azad digel emerîkiyan bike. Ji vê jî xurtbûna lobiya (nasandina)
kurd û Kurdistanê- çi li meclisa Emerîkayê, çi jî li senatoya
Emerîkayê de. Da ko ev yeke birheke xwe ye erênî (pozîtîf) xwe
li ser biryara siyaseta derva ya desthilatdariya Emerîka bike-
qene ew kurdan jibîr nekin.
AKFLê ji sazkirina xwe û heya niha çend karûbarên wisa pêk aniye.
Û di sala 2008 an gelek xebat, proje û karên giranbiha li pêşiya
AKFLê ne (Zarathustra News).
|
|
. |
|
|