|
|
|
. |
|
|
|
|
|
bê.09.12.07.17.10.EU |
Navenda Newroz Tv bi şahiyekê vebû
Newroz
Tv di Newroza îsal de dest bi weşana xwe kiribû. Lê weşanên wê,
bêhtir, ji programên amadekirî pêk dihat. Lê ji nuha û pêde dê
weşanên xwe ji navenda xwe bike. Navenda Newroz Tv li bajarê
Stockholmê bi şahiyeke mezin hate vekirin. Rêvebirê "Weqfa
Kurdisk Medîa" yê Faruk Nushetzade, bi munasebeta vekirina
navenda Newroz Tv yê dîtina xwe ji me re wisa anî zimên:
"Navenda Newroz Tv mezinbûna xwe 1200 m2 ye. Tê de hejmarek
studio û cihên xebatê hene. Dengûbehs, programên çandî, panêlên
polîtîk û hwd dê ji navendê bêne amadekirin/çêkirin. Hetanî niha
ji bo çêkirina navendek modern û têr teknîk nêzî 5 milyon kron
mesref hatiye kirin. 20 kes tê de dixebitin. Weşanên me bêhtir
berê xwe li rojhilatê Kurdistanê ye. Bi diyalekt û zimanên wir
dê deng û behs bê pêşkêşkirin. Nuha rojê sê saet û nîv weşan tê
kirin, anku weşana me di navbêra 17-19.30 an de dibe. Plana me
ew e ku, em saetên weşana xwe bi şêweyeke sîstematîk zêdetir
bikin."
Newroz Tv dê bi diyalektên soranî, kurmancî, Kelhorî, Hewremanî
weşana bike. Her wisa bi zimanên farisî, azerî û belucî jî deng
û behsan belav bike. Kesên bixwazin, dikarin têkiliyê bi navenda
wê re, bi rêya telefonê," 0046 8 6562038", anjî bi rêya malpera
wê "www.new-roz.tv" deynin
Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se
|
|
. |
|
|