|
|
|
. |
|
|
|
|
|
bê.11.12.07.12.35.EU |
Hevpeyvîn bi İsmail Beşikçi re
Şerê Tirkan û Kurdan Dê Çênebe
Ji roja ku êrîşa derveyî sînor ketiye rojevê û vir de
hîsterîyeka civakî derketiye holê. Tu dibêjî qey her kes di nav
haletê rûhîyeyeka wisa de ye ku, hema dixwaze wî jî bigrin
leşkeriyê. Gelo cenabê we viya çawa şîrove dike?
Di meha kewçêra 1998an de bona ku serokê PKK Abdullah Öcalanî ji
Sûriye bidin derxistin fişareka tund li ser Sûriyeyê hate
meşandin. Rêveberiya Sûriyeyê, serokkomar hafiz Esad hate
tehdîdkirin. Serokkomarî, serokwezîrî, serokê TBMM, serekerkanî
û fermandarê hêzên bejayî berdewam daxuyanîyên ku Sûriyeyê
tehdîd dikin belav kirin. Di van daxuyaniyan de dihate gotin ku,
“Em dizanin Öcalan li Sûriyeyê ye. Ger di demeka kurt de ji
Sûriyeyê neyête derxistin, em ê bi xwe Şamê dagîr bikin û pirsê
hel bikin.” Fermandarê hêzên bejayî Atila Ateş çû ser sînorê
Sûriyeyê û van tehdîdan li wir dubare kir. Di encama van
gefxwarinan de serokê PKK Abdullah Öcalan di roja 9 kewçêr 1998
de ji Sûriyeyê hat derxistin. Di destkeftina vê serketinê de
roleka gelek mezin a van tehdîdan hebû. Bona Öcalan pêvajoya
Yewnanîstan, Federasyona Rûsyayê, Îtalya… bi vî awayî dest pêkir.
Gefxwarineka bi vî rengî di mehên îlon û kewçêr ên sala 2007an
de bona Hukûmeta Herêma Kurdistanê, bona serokê Partî Demokratî
Kurdistan û serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî,
bona serokê Yekîtî Niştimanî Kurdistan û serokkomarê Îraqê Celal
Talebanî jî derxistin rojevê. Ji serokên kurdan dihat xwestin ku
ew bona damezrandina dewleteka federal nexebitin, bila
referanduma Kerkûkê betal bikin, bila li hemberî PKK ya ku li
Çiyayê Qendîl baregeha xwe danîye, bi awayekî aktîf bikevin nav
şer û bila berevaniya mafên neteweyî yên tirkmanan bikin. Di
prosesa van gefxwarinan de ji bo êrîşa li ser Başûr PKK wek
hincetekê dihat bikaranîn.
Cihêtiyeka gelek girîng di navbera tehdîda kewçêra 1998an û
kewçêra 2007an de heye. Li sala 1998an Sûriye dihate tehdîdkirin
lê leşker neçûbûn ser sînorê Sûriyeyê. Çekên şer ên giran, mîna
tank û top nebiribûn ser sînor. Lêbelê di kewçêra 2007an de
leşkerek gelek zêde biribûn ser sînor. Amûrên şer yên giran,
mîna tank û top û hawan û wesaîtên din ên şer biribûn ser sînorê
ku 200 kîlometre dirêjahiya wî heye. Tew ji sala 2006an de dest
bi vê amadekariya hanê kiribûn. Dihat diyarkirin ku, 100 hezar
an 150 hezar, carînan jî 250 hezar leşker li ser vî sînorî
hatine komkirin.
Herwekî sala 1998an dixwestin bi riya gefxwarinê serkeftinekê
bidest xînin. Diviyabû ku ligel vê gefxwarina leşkerî rayagiştî
jî hîşyar bikin da ku bibe piştgîrê vê gefxwarinê. Bi riya
merasîmên cenazeya şehîdan, bi riya rîtuelên alayê û bi wan
çalakiyên provakatîf ên hêzên veşartî yên dewletê rayagiştî hat
provekirin û kela wê rakirin. Gelek aşkera ye ku rayagiştî li
hemberî kurdan dihate pîjkirin û dixwestin bi vê rêyê, fişara li
ser kurdan hîn tundtir bikin. Çapemenî û masmedya bona pêkanîna
rayagiştîyeka wisa û bona tevgerên vê rayagiştî roleka sereke
lîstin. Lewre jî ne rast e ku meriv rabe bibêje ev rayagiştî ya
hanê û bizava wê ji xwe re, xwe bi xwe dest pêbûye. Ev
rayagiştîya hanê ji layê hêzên dewletê û ji layê vê çapemeniya
ku gelek pêt bi îdeolojîya fermî ve girêdayî ye, hate pêkanîn û
rêvebirin.
Li sala 1998an di encama tehdîdan de serkeftinek bi dest ketibû.
Êdî zehmet bû ku serokkomar Hafiz Esad, rêveberiya Sûriyeyê
lîderekî gerîlayan li welatê xwe bihewîne. Lê serokê Hukûmeta
Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi pêşxistina berxwedaneka
biryardar û maqul balê kişande ser mafên kurdan, gelek rewabûna
van mafan da zanîn, herwisa, da zanîn ku ev mafên hanê, ango
mafên xwezayî yên civaka kurd bona tu kesî û bona dewleta tirk
jî nabin tehdîd. Vê berxwedanê pêşî li wê serketina ku tirkan
dixwest bi dest bixînin girt. Lêbelê li hemberî vê berxwedana
biryardar û maqul pêwîstî bi tehdîdên hîn tundtir û berfirehtir
hebû. Lewre jî bi riya çalakîyên provakatîf, bi riya merasimên
cenazeyên şehîdan, bi rîtuelên alayê, bi riya talankirina hindek
maxazayên kurdan, bi êrîşkirina li ser Partiya Civaka Demokratîk
û bi êrîşên girseyî yên li hemberî kurdan radeya vê tehdîda hanê
bilindtir kirin.
Çi dema ku pirs were ser mafên filîstînîyan, tirkên Bulgarîstanê,
tirkên Trakyaya Rojavayê, tirkên Qibrîsê, tirkmanên Kekûkê,
tirkên li Kosovayê, boşnaq, çeçen û vîetnamîyan hingê Tirkiye ji
layê azadîyê ve nêzîkî pirsa wan dibe. Dide zanîn ku daxwazên
wan daxwazên rewa ne. Lê çi dema ku pirs were ser mafên kurdan
hingê ji layê bereveniya dewletê ve bala xwe dide ser û dibêje,
daxwazên demokratîk ên kurdan asayîşa dewletê tehdîd dikin. Bona
ku van daxwazan bipelêxe tundiyekê ku digihê radeya terora
dewletê tetbîq dike. Di warê pelaxtina van daxwazan de fişardin,
qedexekirin û cezakirin wek polîtîkayên bingehîn têne dîtin. Hîç
ne di bala dewletê de ye ku mafên azadîyê yên kurdan jî, qet
nebe, bi qasî mafên wan gelên ku me li jor navê wan hejmart hene
û rewa ne. Daxwazên kurdan tune dihesêbe, ji nedîtî ve tê.
Lêbelê ev polîtîkaya hanê tenê li hemberî kurdan ku wek “bira”
têne bi nav kirin tê pêşxistin. Lewre, li kuderê dibe bila be,
Tirkiye nasnameya kurd nas nake, naxwaze nas bike. Hîn jî wek
komikên ku dê bêne tirkkirin li wan dinêre. Bona tirkkirinê,
bona asîmilekirinê her tedbîrî tetbîq dike. Di vê rêyê de
fişardin, qedexekirin û cezakirin bi awayekî tund têne bikaranîn.
Ew deverên ku kurd têde niştecih in, mîna parçeyek ji welatê
tirkan têne dîtin. Digel ewçend fişardinê, dîsa jî, hindek meriv
van rîskan digrin ber çav û dawa mafên xwe dikin. Ev jî dibe
sedem ku dewlet fişardin û qedexekirin û cezakirinan hîn di
radeyeka bilindtir de bi kar bîne. Ew dewleta ku ziman û kultur
û nasnameya miletekî nas neke, mafên wan ên demokratîk qebul
neke, bêgav e ku fişardinên di radeya terora dewletê de bi kar
bîne. Li Tirkiyeyê sedemê bingehîn yê pêkhatina rewşa şiddet û
terorê ev helwêsta dewletê ye.
Ev hemî didin nîşan ku kurd ne mîna welatîyên wekhev lê mîna
civakek ku li ber asîmilekirinê serî çemandiye, wek civakek ku
divêt bête asîmilekirin têye dîtin. Em dikarin vê yekê wek
muameleya koletiyê jî bi nav bikin. Li salên 1930, wezîrê
Edaletê yê wê demê Mahmut Esat Bozkurt gotibû, “… Tenê mafek bo
kurdên li Tirkiyê heye, ew jî xizmetkariya bo tirkan e.” di roja
îroyîn de jî, kurd cardin wek kole têne qebulkirin. Di vê
çarçoveyê de daxwazên azadiyê yên ku ji layê kurdan ve çêdibin,
bi reaksiyoneka tund têne pêşwazîkirin. Ez dibêjim qey çêkirina
çalakiyên provakatîf, sloganên ku di cenazeyên şehîdan de têne
avêtin, pêşxistina rîtuelên alayê, herwisa, bi vê rêyê geşkirina
bizavên girseyî yên civaka tirk, peywendiya van tiştan bi vê
têgihaştinê heye. Dibêjin, “Hîn heta bi duhî solên me dialastin,
nûke çawa radibin dawa azadiyê dikin!” Ev têgihaştin heye.
Gelo meriv dikane bibêje ku çapemenî ji layê siyasiyan û
leşkerên malnişîn ve têye pîjkirin?
Belê, meriv dikane bibêje ku çapemenî ji layê siyasiyan û
leşkerên malnişîn ve têye pîjkirin. Beşeka mezin ya çapemeniya
tirk wek liqekî Rêxistina Muxaberata Neteweyî (MİT) dixebite.
Meriv dikane hindek ji endamên çapemeniyê û hindek ji endamên
zanîngehan jî, ji yên ku pîjkirinê dikin, bihesibîne.
Gelo encamên harbûna hestên neteweyî çi ne, aya dibe ku ev
reksîyon ji kontrolê derkevin?
Di encama manîpulasyonên dewletê de hestên neteweyî, ya rast
hestên nîjadperestiyê bilind dibin. Helbet ev pêvajo, ji layê
rêvebirina dewletê ve jî layên xwe yên xetereyê hene. Çi dema ku
mîtîng û numayîş û meş bi vî awayî bêne pêşxistin hingê
têgihaştina “em sînoran bibezînin, em lêdin, bişkênin,
bipelixînin…” jî pêş ve diçe, daxwaza van tiştan zêde dibe.
Hingê piştî ku ev neyêne kirin, yan jî di dema xwe de neyêne
kirin, îcar baweriya bi sazîyên dewletê jî kêmtir dibe.
Ez ne bawer im ku ev reaksîyon ji kontrolê derkevin. Sedem jî ev
e ku, di pirsa kurd de polîtîkaya bingehîn a dewletê asîmilasyon
e. Di vê derbareyê de du kirinên bingehîn hene. Yek jê ev e ku,
rê nedin pêkhatina burjuvaziyeka kurd ku li ser xaka xwe
hilberîniyê bike, li herêma xwe karxaneyan veke, berhemên xwe
belav bike, bazara herêmê bigre bin kontrola xwe. Di herêma
kurdan de bi polîtîkayeka gelek taybet dewlet pêşî li vê yekê
digre. Ji sermayedarên kurd têye xwestin ku ew li rojavayê kar
bikin. Bi riya mekanîzmayên cûr bi cûr berê sermayeyê didin
rojavayê. Wek mînak, ger yek li rojavayê karxane veke hingê
dikane gelek bi hêsanî krêdî wergire lê çi dema ku bona
avakirina karxaneyek li herêma kurdan daxwaza krêdiyê bête kirin
hingê bank gelek zemetî derdixin pêşiya karsazan. Di vê
çarçoveyê de xwedî lê derketina li axayên gundan û şêx û
serokeşîran jî ew e ku pergala xwe ya feodal berdewam bikin. Ev
jî polîtîkayeka bingehîn e. Korucutî (hêzên cehş) jî, sazîyeka
wisa ye ku dem û dezgehên feodal, peywendîyên feodal li ser
piyan dihêle, berevaniya wan dike. Û bi vî awayî bizava
rizgariya kurd hîn baştir dikeve bin kontrolê, hîn baştir pêşî
lê têye girtin. Ew pereyên ku dikeve destê serekê korucuyan, yan
jî darayîya ku bi dest dixînin, cardin wek polîtîkayekê berê vê
sermayeyê jî didin bajarên rojavayê. Bona viya têne teşwîqkirin.
Kirina duyemîn, li hemberî roşinbîran e. Ev jî, dibêjin em
fişardineka wisa bikin ku bila roşinbîrên kurd nikaribin li ser
axa xwe, wek mînak, bila nikaribin li bajarên wek Diyarbekir,
Batman, Wan, Sêrt, Cûlemêrg, Mêrdîn, Mûş, Agirî, Bazîd, Melazgir,
Gever, Nisêbîn, Qoser û Farqînê bimînin. Gelek evkirî ye ku
tunebûna burjuvaziyeka kurd a li ser axa xwe, herwisa, tunebûna
roşinbîriya kurdî ya li ser axa xwe, ji layê pirsa kurd ve xwedî
karîgerîyeka girîng e.
Asîmilasyon li sazîyên wek xwendegeh, dayreyên dewletê, çapemenî
û heta ku li nav malbatê jî têye pêşxistin. Dîn jî di vê
çarçoveyê de dikane rolekê bilîze. Divêt ev di çarçoveyên cihê
de bêne helsengandin. Ji layê din ve gelek karsazên kurd yên ku
li bajarên rojavayê yên mîna Stenbol, Bursa, Anqere, Îzmîr,
Aydin û Îzmîtê jî kar dikin hene. Lêbelê evên hanê ne
burjuvaziya kurd in, meriv dikane wan di nav burjuvazîya tirk de
bihesibîne.
Di vê çarçoveyê de gelekê kurdan cih-warê xwe terk kirin, çûne
metropolan, çûne li bajarên rojavayê akincî bûne. Hewl didin xwe
da ku li wan deran bi cih bibin. Beşeka girîng ya van merivan
dev ji mal û milkê xwe, xanî û zevî û rezê xwe yên li welatê xwe,
ango li cografyaya kurd berdane û dixwazin li bajarên rojavayê
ji xwe re milk bikirin, êdî li wir koka xwe berdin erdê. Ev
proses bona asîmilasyonê rewşeka gelek guncaw pêk tîne. Herwisa,
têye zanîn ku xwendegeh û çapemenî û malbat û dayreyên dewletê
jî bona pêkhatina asimîlasyonê her di nav hewldanê de ne.
Surgûnkirin jî helbet bona asîmilasyonê rewşeka guncaw pêk tîne.
Herwisa, çûnûhatek ji ber sedemên zêdebûna nufûsê, ji ber
sedemên ekonomîkî, ji ber sedemên kar peydakirinê jî her tim
heye. Peywendiyên ku di vê çarçoveyê de çêdibin jî, bona
pêkhatina asîmilasyonê rewşeka guncaw tînin holê. Wisa texmîn
dikin ku di encama van peywendiyan de çend nifş bi şûn de dê
asîmilasyon temam bibe. Jixwe, di encama şewitandin û xirakirina
gundan de beşeka grîng a nufûsa kurdan bêgav maye ku koçberî
bajarên rojavayê bibe. Xebateka dewletê ya di vê derbareyê de jî
her heye. Lêbelê, dewlet bi zanebûn rê nade ku nufûsa kurd berê
koçberîya xwe bide kampa Mexmûr a li navbera Mûsil û Duhokê.
Çunke li wan deveran asimîlasyon çênabe û tew di ser de jî gelek
aşkera ye ku nasnameya kurdayetiyê hîn xurttir dibe.
Meseleya neteweyî di bingeha xwe de meseleya axê ye. Ger lingên
meriv li ser axa meriv bin, meriv li ser axa xwe be, di nava gel
û meriv de peywendîyeka organîk hebe, hingê di warê helkirina
pirsê de meriv di pozîsyoneka guncaw de ye. Ger ji sedemên
aborîyê, bi mebesta peydakirinê kar meriv ji ser axa xwe, ji
gelê xwe bi dûr ketibe, ji axa xwe, ji gelê xwe veqetiyabe hingê
ev yek têye vê wateyê ku li hemberî dewletê meriv gelek lawaz e.
Di roja îroyîn de êdî gelek roşinbîrên kurd ji vê yekê haydar
in. Roşinbîr êdî dizanin ku surgûn çima çêdibin. Roşinbîr êdî jê
haydar in ku çima herêma kurdan li paş hiştine, çima rê nedane
ku sinaî bi pêş keve, wek mînak, êdî dizanin ku bendav ne bona
avdanê lê tenê bona hilberandina elektrîkê çêbûne, vê elektrîkê
jî didin rojavayê. Herwisa, çima gund têne şewitandin û
xirakirin, bona çi korucutî têye arastekirin, çima malbatan ji
cih û warên wan didine koçberkirin? Derbareyê van mijaran de li
gel beşeka roşinbîrên kurd pêzanîneka nû geş dibe. Ji ber vê
yekê êdî pêwîstiyek e ku roşinbîrên kurd di şûna ku li bajarên
metropolê yên mîna Stenbol, Anqere û Îzmîrê binecih dibin, divêt
li ser axa xwe binecih bibin. Ev roşinbîr di nav prosesa ji
metropolên Tirliye, ji Ewropayê bo vegera ser axa de ne. Di roja
me de yek ji prosesên grîng ev e. Roşinbîrên ku li metropolên
Tirkiyeyê yan jî li bajarên Ewropayê dimînin êdî dest pêkirine
demeka grîng ya ji salekê li welatê xwe derbas dikin. Meriv
dikane vê pêşveçûnê bişopîne. Di mijara roşinbîrên kurd de meriv
dikane proseseka wisa bibîne. Ev jî rastîyek e ku veger, ango
vegera bo welêt hindek rîskan di nav xwe de dihewîne. Lêbelê
roşînbîr jî, jixwe, van rîskan digrin ber çav û vedigerin.
Ev êrşînê ku li van mehên dawîn li hemberî kurdan, bi taybet li
hemberî Partiya Civaka Gel çêdibin, dibin sedem ku di kurdan de
hîşyarîyek çêbibe, hestên netewî bihêztir bibin. Meriv dikane
viya wek karîgeriyeka neyînî ya îdeolojîyê jî bihesibîne. Ev
bizavên komelî yên ku têne pêşxistin, ev nîjadperestî wê encama
ku dixwazin bi dest bixînin ligel xwe nayne, berevajiya wê,
rewşa ku dewlet qet naxwaze çêbibe pêk tîne. Mîtîng û numayîş û
meşên li dijî kurdan, herwisa, êrîşên li hemberî kurdan, li
hemberî saziyên kurdan wisa hate pêşxistin ku, vê yekê hindek
kurdên ku di xewê de bûn jî hîşyar kir. Di vê çarçoveyê de,
êrîşî hindek kurdan hate kirin ku ew gelek wext berê bar kirine
hatine li bajarên rojavayê bicih bûne, tu peyweyndiyeka wan bi
siyasetê re nîn e û bi qasî dewletê li hemberî gerîla ne. Di
encamê de em dikanin vê êrîşê wisa şîrove bikin ku “Dibe ku we
kurdîtiya xwe ji bîr ve kiribe lêbelê em dizanin ku hûn kurd in.
Em li dijî we ne jî. Em ê we jî tune bikin.” Ew mîtîng û numayîş
û meşên ku hatin pêşxistin têgihaştineka wisa, hişyarîyeka wisa
jî çêkirin. Ger ev pêşxistina van numayîşan zêdetir bibe, di van
merivan de, li nav van malbatan xwestineka wisa hîşyar bibe ku
cardin vegerin welatê xwe, ango vegerin ser axa kurdan. Ev jî dê
pêşî li prosesa asîmilasyonê bigre, dê jê re bibe asteng. Ez ne
bawer im ku di vê çarçoveyê de pevçûneka ciddî di navbera kurdan
û tirkan de çêbibe.
Meriv dikane vê mijarê wisa îfade bike ku polîtîkaya bingehîn
asîmilekirin e, wek şêwazek asîmilikirina kurdan bo tirkîtiyê
têye tetbîqkirin. Di prosesa tetbîqkirina vê şêwazê de bi taybet
pêşî li pevçûneka kurdan û tirkan digrin. Nexwe, şêwazên tund
dikanin kurdayetiyê hişyar bikin, vê prosesê bileztir bikin.
Digel van hemîyê hewldanan ger dîsa jî komel li hemberî
asîmilasyonê li ber xwe bidin, hewl bidin xwe da ku kurdayetiyê
biparêzin, pêşdetir bibin, gelo wê demê dê çaw be? Hingê pêwîst
e, yên ku naxwazin asîmile bibin, li hemberî asîmilasyonê li ber
xwe didin, dixwazin kurdayetiyê biparêzin û pêşdetir bibin divê
bêne tunekirin? Meriv dikane bifikire ku ev îhtîmal jî di fehma
serweriya tirk de heye. Lêbelê ez ne di wê qenaetê de me ku ev
îhtîmal dê were pêkanîn. Ji ber ku kurd êdî bi piranî ne li
herêmekê ne, ji ber ku kurd li rojavaya Tirkîyeyê jî hene, ji
ber ku amûrên ragihandinê hene, ji ber ku di warê peywendîdanînê
de amûrên teknolojîk zêdetir bûne, lewre êdî ev yek rê nade
bicihanîna nîyeteka wisa. Wek mînak, ger li goşeyeka din a
cîhanê bûyerek rû bide, dikane bi riya telefonên destan hîn ku
24 saet di ser re neçûbe, li her alîyê cîhanê were bihîstin. Ev
jî aşkera ye ku divêt operasyonên wisa bi veşarî/nihênî bêne
kirin. Wek mînak, êdî telefonên destan jî dikanin rê nedin ku
karekî wisa nihênî bimîne.
Êdî dewleta tirk, karbidestên hukûmetê, berpirsîyarên artêşê jî
jê haydar bûne ku pevçûneka etnîkî dê ji hev cudabûnê ligel xwe
bîne. Wek mînak, serekerkanê ku hîn çar pênc meh berê digot “yê
ku nebêje çi baş e ku ez tirk im, ew dişminê me ye” piştî ku li
meha kewçêrê mîtîng û numayîş û meş çêbûn û bi şûn de êdî
pêwîstî pê dît ku bibêje “kurd Birayên me ne”. Li vir jî mumkin
e ku meriv karîgerîya neyînî ya îdeolojîyê, encamên vê yekê
bibîne.
Gelo cenabê we ji layê haletê ruhîyeya civakî ve, vê rewşa
neasayî ku her li dar e û her têye xwestin ku Tirkiye êrîşî
derveyî sînor bike, çawa dibîne?
Di nav civakê de, di nav hişê wan de ew xwestina bezandina
sînoran tenê li hemberî kurdan derdikeve rojevê. Wek mînak, li
navbera salên 1985 û 1988an li Bulgarîstan tirk dihatin
çewsandin, navên wan bo navên Bulgarî dihatin guhartin, tirk
dihatin bulgarkirin. Wê demê, “bezandina sînoran” hîç nehate
rojevê. Gelek li hemberî vê polîtîkaya navborî ya Bulgarîstanê
derketin lê kesî negot, “em êrîşî derveyî sînor bikin û
hemnîjadîyên xwe rizgar bikin…” Tişteka wisa nehate rojevê. Bona
tirkên Trakyaya Rojavayê jî her wisa. Qibrîs jî, divêt di
çarçoveyeka cihêtir de were helsengandin.
____________________
Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn & Çavkanî: Evrensel Kültür,
Hej: 192, Berfanbar 2007, r. 74-77
Zarathustra News - Peyamaazadi
|
|
. |
|
|