|
|
|
. |
|
|
|
|
|
kbê.21.12.07.09.35.EU |
The Washington Post:
Oparasyona Tirkiyê li dijî Hiqûqê ye
Serdestiya hiqûqê vê hefteyê careke din bi êrîşekê birîndar bû.
Ne ji ber taktîkên lêpirsînê anjî guhdarkirina dizî a telefonê,
lê belê ji ber welatekî ku endamê Yekîtiya Netewan-UN e. Û ew
welat, erdê welatekî dinê ku endamê UN ê ye, bomberan dike ye.
Ji ber tehdîtên li dijî standartên me û şerê me yê li dijî
terorê pir tê mezin tê nîşandan, ev yek rê ji çareseriyên
leşkerî re vedike. Emerîka ji ber van pirsan li dijî êrîşê
derneket û alîkariya wê kir.
Li gorî çavkaniyên cewaz, balafirên artêşa Tirkiyê, roja yekşemê
êrîş bir ser kampên PKK ê. Çiqasî Pentagon erêbûna operasyonê
red bike jî, çavkaniyên Pentagonê dide diyarkirin ku, DYE
îstîxbarata demî bi wan re pay kiriye û berê hêza tirka daye ser
hedefên wan. Ev, êrîşa tirka ne a yekem e. Ev çend hefteye, ji
ser sînor, kampên PKK ê dide ber berê topa û çekên din. Û li
gorî hinek çavkaniyan, berî niha jî ji ezmanî êrîş kiribû. Lê ev
êrîşa dawî ku ji erd û ezmên ve hate pêkanîn, ji 2003 an û virve
ji tevayê êrîş û operasyonên wê mezintir bû. Li gorî çapemeniya
tirka, nêzî 50 balafirên şer tevlî operasyonê bûye.
Wezîra Karê Derve yê DYE Condoleeza Rice, ne bi awayekî tesadufî
serdana bakurê Iraqê kir. Li gorî ku xuyanî dike, Rice, ji bo
piştgiriya avakirina Kerkûkê -ku bajar ji awira petrolê ve
dewlemd e, çû wir. Her wisa, di hikumeta demî ku di bin bandora
kurda de ye, polîtîkêrên ereb jî hatin bi cî kirin. Rice, ji bo
piştgiriya peymanê li wir bû. Lê hebûna Rice, li hemberî kurda
ku dixwazin kontrola Kerkûkê bidest bixînin û serxwebûna xwe
qewîntir bikin, rewşa ereban bi hêz kir. Li gorî ku tê gotin,
Rice, bi serokatiya kurda re çi hevdîtinek taybetî/cewaz pêk
nehanî. Yek ji van serokan jî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd
Barzanî bû. Barzanî yek ji wan kesan bû/e ku li dijî êrîşa tirka
dengê nerazîbûna xwe bilind kiribû. Ji Barzanî tî şikirin ku ew,
alîkariya PKK ê dike.
Pirs bi terorê ve tê girêdan
Germbûna li herêmê, têkilvabûna têkiliyên kurdên bakur û başur,
guhertina rojeva kurdên herdu aliyan û nediyarbûna pêşerojê /rewşa
heye, dikare bibe mijara fîlmek tv yî. Lê ez dê di vê nivîsê de
li ser vî alî ranewestim.
Tirkiyê û DYE, pirsê bi terora PKK ê ve girê didin. Ev yek jî
dibe sedem ku, çi kes li protestoyên Baxdayê guhdar neke û
bersivek e leşkerî pêk were û rêyeke meşrû ji êrîşê re vebe.
Tirkiyê, ji bo pirsa rawestandina terorîzma PKK ê, zorê li DYE û
raya navnetewî dike ku zoriyê bidin ser kurdên Iraqê, lê ji bo
çareseriyê, mirov nikare çi dermanê pêşniyaz bike.
Lê divê raya giştî a navnetewî rê nede ne DYE û ne jî itifaqa
medenî NATO yê ku êrîşa leşkerî bibin ser sînorê welatekî din.
Di rewşek wisa de, peyva berendamê alîgirên komarê John McCain
divê neyê jibîrkirin: Hetanî em rêz û hurmetê ji serdestiya
hiqûqê re nîşan nedin, em nikarin ji kesekî din vê yekê bixwazin
(William Arkin & 18 çileya pêşn 2007).
Zarathustra News -
zarathustra_news@comhem.se
|
|
. |
|
|