|
|
|
. |
|
|
|
|
|
kbê.30.12.07.12.40.EU |
Sernivîskarê rojnameya Agirî Azad Kurdî:
Sûdên bikaranîna tîpên latînî pir alî ye
Gabar Çiyan
Rojnameya Agirî ji 15 rojan carekê li Kurdistanê çap û belav
dibe û yekemîn weşana bi zaravayê kurmancî li rojhilata
Kurdistanê ye. Giraniya nevaroka xwe, polîtîk û çandî ye.
Rojnameya Agirî, li Kurdistanê û li derveyî welêt bi rêya
rojname û kanalên elektronîkî tê xwendin û ji awira
dewlemendbûna naveroka xwe û rola xwe a Kurditanî tê hezkirin.
Agirî nuha li gorî planên xwe, xwe amade dike ku hefteyî derkeve.
Ji bo vê armancê xebatên hêja tê kirin.

Me, xwe gihand navenda rojnameyê a li Kurdistanê û em ji
gerînendeyê rojnamê, bi sernivîskarê wê Rojnamevanê hêja Azad
Kurdî re axifîn. Wî ji me re analîza "di medya kurdî de rola
Agirî" kir û li ser projeyên Agirî yên pêşerojê zaniyarî da...
- Ji kerema xwe zaniyariyê bide me, Azad Kurdî kî ye û rola wî
di rojnameya Agirî de çiye?
Ez sala 1979’an, sala serkevtina Şoreşa Neteweyên Îranê li
bajarê Urmiyê ji dayîk bûme. Min heta sala 1996’an, xwendina
lîseyê kuta kir. Hêviyek mezin a min domandina xwendinê heta
asta bilind a akademîk bû, lê li Îranê xwendin ji bo hemû kesan
wekî hev nîne, kesên nêzîkî dewletê bi hêsanî û bê asteng
dikarin heta asta herî bilind bixwînin, heta ew hebin, rê bi
welatiyên sivîl nahê dayîn, asteng gelek in, ji ber vê çendê min
nekarî bigihîjim wê hêviya xwe ya mezin.
Zulm û zordariyeke xurt li dijî neteweya kurd li Îranê dimeşe û
kurd ji gelek maf û azadiyên demokratîk û berheq hatine
bêparkirin. Ew pêşketina ku li Kurdistana Rojhilat tê dîtin jî,
encam û berhema ked û zehmetên gel bixwe ye.
Her li temenê ciwaniyê ku min dixwend, min zû hest bi neheqiyên
li dijî gelê Kurd kir û min hez ji xebat û çalakiyên siyasî û
neteweyî dikir. PDK Îranê jî partiya herî mezin li Kurdistana
Rojhilat tê nasîn. Min çalakî û xebatên xwe di nav refên
rêxistinî ên PDK Îranê li hundirê welat dest pê kir. Li
Rojhilatê Kurdistanê başkirina xwestekên neteweyî ji aliyê
desthilatdarên Komara Îslamî hêla sor tê naskirin û kes/a ku ji
ber xebat û çalakiyên kurdîniyê were girtin, jiyana wî bi tevahî
dikeve xeterê, ji bilî girtin, îşkenceyên xurt û dijwar, cezayên
giran ên girtîgehê bi ser wan tê sepandin û gelek kes jî tên
îdamkirin. Sala 1998’an ez û çend hevalên xwe ên din, ji ber
eşkerebûna xebat û çalakiyên me ên nepenî û welatparêziyê em
neçar man birevin bo Başûrê Kurdistanê û tevlî refên Pêşmergeyên
xebatkar ên PDK Îranê bûn. Heta niha Pêşmergê vê partiyê me.

Ji destpêka xebata weşana Agirî ez têde kar dikim. Ez
Sernivîskarê Rojnameya Agirî me.
- Rojnameya Agirî çi demê û li kuderê dest bi weşana xwe kir,
armanca xwe çiye?
Hejmara 1 a Rojnameya Agirî di Çiriya Paşîn (November) a sala
2003’an hate weşandin û heta îro bêrawestan û di dema xwe ya
diyarîkirî de hatiye weşandin. Ji ber ku xebata partiyên siyasî
ên azadîxwaz ên Rojhilatê Kurdistanê bi giştî û nemaze PDKÎ bi
tevahî qedexe ye, kurd û gelên din ên Îranê ji azadiya
çapemeniyê bêpar in, ev yek ê bûye sebeb ku partiya me û yên din
xebat medyayên xwe li derveyî sînorên Kurdistana Îranê rêve
bibin. Lewra Agirî weke weşaneke PDK Îranê li binkeyên vê
partiyê li Kurdistana Başûr û ji aliyê desteyek ji Pêşmergan
dest bi weşana xwe kir û niha jî her didome. Belê Agirî ji aliyê
desteyek ji pêşmergên Şoreşger û welatparêz ên Kurd birêve diçe.
Li Rojhilatê Kurdistanê zimanê Kurdî bi giştî qedexe ye. Niha jî
navenda xebata Agirî her li Kurdistana Başûr û binkeya Komîsyona
Çapemenî a PDK Îranê ye. Agirî yekemîn weşana xwerû Kurmancî bi
tîpên Latînî ye ku heta niha li Kurdistana Rojhilat tê weşandin.
Bona tejîkirina vê valahiyê, PDKÎ ev gav avêt.
Bi awayekî giştî Agirî bi armanca bicî gehandina erkê nasandina
PDK Îranê û pêşvebirina siyasetên partiyê û xurt û
berfirehkirina pêwendiya vê partiyê û Bakurê Kurdistanê,
Rojavayê Kurdistanê û Bakûra Kurdistana Îranê – ku piranî
Kurmancîaxiv in – û her wiha bi armanca avakirina pirekê di
navbera Kurdên Kurdistana Rojhilat û Kurdên parçeyên Kurdistanê
bi Zaraveyê Kurmancî dest bi xebata xwe kiriye.
Ji bilê van armancên giştî, parastina û pêşdebirina çand û
kultura kurdî, berfirehtirkirina zanyariyên civakî, çandî û
siyasî ên civaka Kurdistanê, xebat û çalakiyên aborî ên Kurdan,
bas û gotûbêj li ser pirsgirêkên ciwanan û malbatên kurd,
perwerde û hînkirin, edalet û wekheviya civakî, tendurustî,
arîşeya bixeter a madeyên hişber û betalî û bêkariyê, deng û
basên Kurd û Kurdistanê û bûyer û boneyên neteweyî û partiyê
çarçoveya çalakiyên Rojnameya Agirî pêk tînin.
- Hetanî niha çend hejmar derketine? Eleqata xwendevanan ji bo
rojnameya Agiriyê çawa ye? Hûn çiqasî nêzî armanca xwe bûne?
Hetanî niha 77 hejmarêm Agirî derketine. Hejmara 1 heta 22
mehane derdiket. Ji hejmara 23 şûnde panzdehrojî derdikeve.
Nirxandina eleqat û têkiliya navber medya û çapemeniyê bi
xwendevan, guhdar û temaşavanên wê re girêdayî ye. Divê bersiva
vê beşa pirsê xwendevanên hêja ên Agirî bidin! Lê ez dikarim
bibêjim ku bi kêfxweşî ve Agirî kariye hemû ew armanc û erkên
sereke weke çapemeniyeke Kurdî ku jê re hatine dikarîkirin û min
serê qala wan kir hetanî asteke baş bicî bîne. Ev yeke bi
têkiliya navbera rojnameya Agirî û xwendevanên wê bo me eşker
bûye û derdikeve holê. Niha li hundirê Kurdistana Rojhilat û
hemû parçeyên din ên Kurdistanê û welatên Ewropayê, Amerîka,
Ustraliya û wd... têkiliyên xurt bi weşana Agirî re çê bûne û em
hêvî dikin ku hêj zêdetir û berfirehtir bibin. Em weke Desteya
Weşana Agirî hêj ne razî ne.
Gelek zimanzanên Kurd ên Kurmanc Agirî dîtine û ji rastnivîs û
rêzmana wê jî razî ne
Li gor ew armancên ku Agirî di xebata xwe de dayîne ber xwe, ez
dikarim bibêjim rolek baş lîstiye, lê hêj pirr kêm e. Ji ber ku
nabe em kurd bi pêşketinên xwe dilxweş û têr bin. Em divêt di
hemû warekê de bêrawestiyan bin û zû bi xebat û çalakiyên xwe
razî nebin. Em gelek li proseya pêşketin û zanistê paşde mane û
ked, kar û xebateke zaf dixwaze... .
- Bi qasî ku xuyanî dike, deng û behs, analîzên ji tevayê
Kurdistanê di rojnamê de xuyanî dike. Mirov dikare bêje ku Agirî
rojnameyek e Kurdistanî ye?
Min li gor got ku Agirî pêrewiyê ji siyasetên PDK Îranê dike. Di
siyasetên xwe de ev partiye girîngî û balê dide ser hemû aliyên
cuda cuda ên jiyana Kurdan li parçeyên din ên Kurdistanê û
piştgiriyê ji xebat û tekoşîna azadîxwazî û neteweyî ya Kurdan
li parçeyên din ên Kurdistanê dike. Rewşa jiyana me Kurdan li
hemû parçeyên Kurdistanê bi hev re girêdayî ye, ji ber ku em yek
netewe ne, em bi zorî bi ser 4 parçeyan de ji hev cuda kirine.
Divêt hemû medyayên Kurdî xwedî nasnameyeke neteweyî bin û di
naveroka wan de basa kurdên hemû beşên Kurdistanê were kirin.
Mixabin hêj ev yeke di nav hemû medyayên Kurdî de cih negirtiye,
qelsî û lawazî hêj tên dîtin.
- Sedemên derxistina Agirîyê bi tîpên latînî çi ne?
Bikaranîna tîpên latînî di zimanê Kurdî de gelek sedemên girîng
hene. Ji ber ku weşana me bi zaravayê Kurmancî ye û piraniya
Kurdên Kurmanc, zimanê Kurdî bi tîpên latînî dixwînin û
dinivîsînin, me biryar girt ku ji bo ku Agirî bikare bigihîje
armancên xwe û rola xwe ya diyarîkirî bilîze, bi tîpên latînî
derkeve. Gelek qazancên bikaranîna tîpên latînî hene, ez hêvî
dikim ku pirsgirêka alfabeya Kurdî nemîne û di pêşerojê de kurd
alfabeyeke hevbeş bikar bînin.
- Plan û projeyên Agiriyê ji bo pêşerojê çiye?
Di pêşerojê de em dixwazin gelek pilan û projeyan birêve bibin û
Agirî pêşde bibin û rola xwe ya hewce di nav ragihandin û
çapemeniya Kurdî bilîze. Ya herî girîng ev e ku em dixwazin dema
weşanê ji 15 rojan daxînin û kêm bikin û heftane derkeve. Çiqas
dema weşandina Agirî kurt bibe, ew qas baştir dibe.
Ya din rojname niha di rûpela A4 çap û belav dibe, em dixwazin
bikin A3, guhertin di şêwaz, form û naveroka Agirî bi giştî di
bernameya karê me de ye. Di boneyên neteweyî û taybet de em
Agirî bi rengî derdixin, lê heke çê be em dê bo herêmî rengî
derbixin. Projeyek me a din ji bo pêşeroja xebata Agirî,
dewlemendkirina bingehên zanistî ên Agirî ye.
Malpera Agirî, beşa Kurmancî a malpera Kurdistanmedia.com’ê ye.
Em rojane nûçeyên taybet derbarê Kurdistana Rojhilat û parçeyên
din diweşînin.
Her kes dikare nûçeyên rojane derheq jiyana Kurdan li Kurdistana
Îranê li ser malpera Agirî bixwîne.
Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se
|
|
. |
|
|