|
|
|
. |
|
|
|
|
|
kbê.30.12.07.12.00.EU |
SERNIVÎSA ROJNAMEYA DENG (*)
PIRSGIRÊKA HERÊMÊ YE
NE ASTENGIYÊN CUDA NE
Çi
kesê ku bûyinên herêma rojhilata navîn dişopîne ..dibîne ku
ewana bûyinên tevderbas in û ew astengî di xelekên pevgirêdayî
de ne , ..pirsgirêkeke asê bi tevayî dilaperînin, ango havilên
rehane û tekûz pêwîst in…ne havilên tîşkirî û cihê…., çiku
çareseriyên konevanî haş bêyî dûmahiyan.. parkirî ti hodeyê
nadin.. û ber nagirin , ku xweşkirina hemû jîweran û amadekirina
tevayên hêlên pêdivî di her arîşeyekê de nebe û bi dûvre ber bi
danîna havilên bersivdana hemû têkurk û levkirinên çi semteke bi
îşret an bi berjewendî debe.
_ 1 _
Giriftara Felistînê ..yek ji aloziyên herêmê ye…û ew di
xirecireke gûr de ye, çareserkirina wê îro ne tenha li ber aliyê
Îsrayilî rawestiya ye, lê derbasî jîwerê Felistînî bi xwe û hev
kujî û kêferatên havilbirr.. bi çar alî .. bûye, .. ji bilî
derbasokên Erebî û herêmî ji dervî tixûbê hêzên dijkar , dêmekî
havila giriftara Felistînê pêdivêya levatineke niştemaniyî
felistînî û levatineke erebiye… erebî û filistînî … û erebî û
îsrayiliye…h..w.
_ 2 _
Tew xiricira Libnanê, ew jî li hinda mancîkirina henkûfiya
serokatiyê kuta nabe… û bi raseriya vî alî an wî rexî di kîşwer
de bi deslatdarî jî nabe , çiku dijberiya di navbera heyinên
Libnanê yên cihê de bi xweristeke hevbeş xwe dide der , ji bilî
ku dijberiyên tîreyî û komikên konevanî û dijminahiyên tûj di
nav hin tîreyan bi xwe de jî hene…, ew jî dûriyên xwe ên
konevanî ta bi derveyî sînorê kîşwer (welêt) û derveyî vêna
hêzên dijkariyê distêne ..,lewra çareserkirina evê astengiyê li
ba evan hêzan û hêzên deverî radiweste.
_ 3 _
Û bê gûman rewşa Îraqê… ku perîşana hedan û hinek ji holisîna
ewlekariyêye, ew ne pêjora rengên kirkarên Îraqê tenê ye… lê ew
encama desdirêjaya derve ye û nemaze welatên cînar ji Îraqê re ,
hin caran sînor û zihrî û qewat di kesê gunehkar derbas dibin …û
weha jî yasayên welatan di vî warî de, loma hin caran dibe têvel
û dijîtî... çiku ev derbasbûna hundurê karûbarên nav welatekî
cînar karekî bê rê ye… herwekî ku evê dawiyê mîna hercar ..
rêjîma Turk derbasî hundurê Îraqê bû… geh bi behana tirsa wê ji
yekbûna Îraqê… nemaze ji bikaranîna yasayên çesipandina
federalizmê û mancîkirina taybetmendiya Kurdistana Îraqê li gorî
destûrê, û geh pîlanên dijî pêkanîna biryara 140 ji yasaya Îraqê..
ya ku ji taybetiya şarê Kerkûkê ye .. û geh jî bi behana
bidûketina çekdarên P K K û têvela ku ji berhemên wê di navbera
Turkiyê û Îraqê de çêbû , lê weke ku rêjîma turkî di bûriyê xwe
de û ta nuha jî alîkariya rêjîmên hevpayên Kurdistanê dike ..ta
ku tevgera kurdî li kîjan perçî an bajarî an herêmê li paş bixe
, ..û ew jî vezelandinên xwe yên herêmî û hûnandina têkiliyên
stratîcî bi nêrînên misilmanî û erebî re li ser pişta arîşeyên
bi hêlên cîhanî ..û nexasma yên ewrupî û amerîkî re… tu kêmanî
nexistiyê, boy evê yekê hemsozên vê rêjîmê bi nerîneke nezanyarî
û nedîmoqratî ku ew her dem dibêje . lê dinihêrin û paşketin û
vegirtinekê tê re dibînin .
_ 4 _
Lê raweya Îranê û hewildanên wê ku serkatiya mlletên misilman
bike û desdirêjiyên wênî şityar di giriftarên erebî de.. û
leyzdika roleke bi tirs di jevxistina têkiliyên ereb û ereb de
…û tevlî rola wê di jiyana konevaniya hin welatên herêmê..
nemaze Libnan û Felistîn û Îraq de û danûstendinên ber çav bi
Sûriyê û pêlîztina bi rûpela ya dawî li rû welatên cîhanê boy
çareserkirina astengiya wênî asê, û derbaskirina mijara
pêtandina uranyomê di rêya Rûsya û Çînê re û têkiliyên dostaniya
nefermî , tevlî belavkirina çanda tîreyî û zavî li dijî giyanê
rojgarê û şeqlên delîveyê .. ji zanyarî û dîmoqratî.. û
geşkirina aborî bêyî ku canê raseriya îdyolocî û tiyoqratî û
setemkarî … h…w ..hebe.
_ 5 _
Sebaret bi rêjîma Sûrî jî, bê guman ew bi rola xwe ya bingehîn
di têkoşînên heyî de naskiriye , çiku ew xwediya dirêjtirîn dest
e – li gorî çavdêran- di piraniya dozên rojhilata navîn de , û
bi taybetî yên bi pileya ereb ve girêdayî û têkeliyên wê bi
pileyên Felistînî û Libnanî û Îraqî û Kurdî re…h…w, û jê bêhtir
rola wê di astengiyên ereb de bi gelemperî, û hewildanên wê – bi
alîkariya rijêmên deverê, nemaze rijêma îranî, û bi gellek
biyano û behaneyan – ji bo qedexekirina çi pirojeyên guhertinê
ber bi avakirina rijêmeke demoqratiya, ku daxwazên milletan di
azadiyê û pêşkevtinê de pêktîne.
Bêyî guman, piraniya van doz û têkoşînan girîngtirîn astengiyên
kêşyea devera rojhilata navîn in. û ew tevderbasin û pev re
girêdayîne… û tên kurtkirin di kireya kêferata guhertinê de,
ango têkoşîna di navbera guhertinxwaz û dijber de , di navbera
yê ku tevlî guhertinên cîhanî dibe û yê pê qayîl nabe de.. Loma
çareserkirina van astengiyan bêyî hev nabe, û bi nifşekî jî
yekcar nabr , çimkî dergehek jê re dive ji bo destpêkirinê. Ji
vir de kongreya navdewletîn pêkhat roja 27 ê Çireya paşîn\
Novemberê li Annapolisê (paytexta mîriya Marîland a Amerîkî) ji
bo aşitiyê di navbera Îsrayilê û desleta felestînî de.. û loma
pêdagirtin hebû ji bo diyarbûna Sûrî, vê yekê jî – li gorî
kongirdaran – despêkeke durist û dergehek avakir ji bo
rêkxistina çareyên dibin.
Û wilo , herêm bi tevayî li pêş erkên delîveyê û daxwazên wê ye,
yên divên ziyadruştina hemî aztengiyan û berîdana wêrek ji bo
çareserkirina hemî giriftarên bingehîn û pirsgirêkên deverê, û
di pêşiyê de doza felestînî û giriftara gelê kurd li ser radeya
hemî dewletên ku Kurdistan û gelê kurd parçe kirine, di hindurê
wan dewletan de, û li ser bingeha venasîna destûrî bi mafê wî yê
çarenûsînê bi xwe, û azakirina jiyana ramyarî li gorî pergalên
demoqrat û wek ku dikeve rajeya pêşkevtin û yekîtiya van welatan.
---------------------------------------------------
(*) DENG : Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsgeha çand û
ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê – hijmar : 88 û
89 – sere sala 2008 z.
ji bo xwendina Deng bi giştî win dikarin
vê linkê bişopînin

|
|
. |
|
|