|
|
|
. |
|
|
|
|
|
K.B.X-06.03.08.19.55.EU |
Tirkiye dê li Karabax ê jî dê operasyonê bike
Tirkiyê biryara daye ku li rojhilata navîn bibe hêza tevluheviyê.
Piştî oparasyona li Herêma Kurdistanê, nuha jî xwe amade dike ku
li Karabaxa Ermenistanê operasyonekî bide destpêkirin.
Li gorî rojnemaya Musavatê, vê kêliyê li herêmê rewş zêde ne baş
e. Di navbêra hêzên ermenî û azerî de nexweşî heye û ji ber
kêşeya polîtîk 16 leşker hatine kûştin, 12 jê ermenî, yên din jî
azerî ne.
Tirkiye bingeha operasyonê datîne
Tirkiyê ji bo karîbe li hemberî Ermeniyên Karabaxê operasyonê
bide destpêkirin, ji xwe re rêyên nû peyde dike. Yek jê jî
îdîaya bi cîhbûna hêzên PKK li devera Karabaxê ye.
Serokomarê Azarbaycanê Ilham Aliyev bi erênî nêzî operasyona
Tirkiyê dibe. Dema îcaze ji Emerîka bê girtin, li herêmê
operasyonek nû dikare rû bide...
Zarathustra News -
zarathustra_news@comhem.se
|
|
. |
|
|