.

 


 
 
K.B.X-06.03.08.19.45.EU


Birayara nû a Hikumeta Herêmê eşkere bû:

Hikumetê biryara derxistina hêzên Tirkiyê da

 

Ji bo Hikumeta Herêmê,  têkiliyên bi welatê cînar, başkirina têkiliyan, parastina aşitiyê di nawa wan de, pirsên giring in. Hikumeta Herêmê mecbûr e, carna ne li gorî hîsên netewî, lê bi aqilê rêvebiriya dewletbûnê, weke rêvebirên hikumetê tevbigere. Di lîstina rolekî wisa de herdem bendên "berjewendiyên dewletî" û "rewşa welêt ji awira ewlekariyê" ve giring e.

 

Tirkiyê, nêzîkbûna xwe ji bo Herêmê û kurda wisa ye: Têkiliyên aştiyane li gorî berjewendî û ewlekariya Tirkiyê û turkmena. Sînorê berjewendiyên wan ne diyar e. Li gorî mêjiyê Osmanliyan e. Li gorî wê, mafê Tirkiyê li ser hemu deverên herêmê heye. Beşek ji xaka wê ye. Turkmen xwediyê Musil, Kerkûk, Hewlêrê ye...

 

Hikumeta Herêmê piştî operasyona dawî, ji awira rêvebiriya dewletî ve gihişte cihekî bilind. Armanca Tirkiyê fêm kir. Lewma, ji aliyekî gavên aşitiyê dihavêje. Ji aliyê din, pirsa ewlekariyê li herêmê xurtir dike.

 

Li gorî zaniyariyên gihiştine navenda me, Hikumeta Herêmê di dema oparesyona dawî de, biryarek pir giring girt. Biryar tevayê hêzên Tirkiyê li Herêmê hemêz dike. Hikumeta Herêmê wan hêza li Herêma Kurdistanê naxwaze. Biryara derxistina hêzên Tirkiyê ji Herêma Kurdistanê, daye. Biryara xwe dê bi xwe, bi alîkariya Iraqê û dema pêwîst be di çarçoveya UN ê de, anjî zexta navnetewî têxe jiyanê.

 

Tirkiyê navendên xwe yên leşkerî li Bamernê, Batufa û Kanîmasiyê hene. Zarathustra News Service di analîza xwe de, di "Rapora MIT ê li ser Kerkûkê" de anîbû zimên, ku li Herêma Kurdistanê hêza Tirkiyê a îstixbaratê mezin e. Îro, derket holê ku Tirkiyê, du navendên xwe yên îstixbaratê li Herêmê hene. Yek jê li Silêmaniyê, ya din jî Hewlêrê ye. Yekser bi dewletê ve girêdayî dixebitin.

 

Rêya Herêmek e ji îstixbarata Tirkiyê û Îranê paqijkirî dur e. Gavên wêrek pêwîst in:

 

- Pêwîst e tevayên hêzên ewlekariya Herêmê ji kontrola partiya KDP û PUK ê derbikeve û bibe dewletî.

- Divê di gel têkiliyên dostane bi welatên cînar re, gavên xurtkirina dezgehên dewletê bê avêtin. Ji bo vê jî:

a) Derxistina "qanûna beyana mal" ji bo rêvebirên hikumetê û partiyên PDK û PUK ê. Her kesek dewlemendiya xwe qeyid bike. Her sal malê wan ji aliyê dewletê ve bê kontrol kirin.

b) Rê li ber ruşwet û bertîlan bê girtin. Da ku aboriya netewî têkeve xizmeta bihêzkirina dewletê.

c) Dewlet ji awira hêzên esmanî, bejayî bi hêz bibe, îstixbarata xwe modern bibe û aboriya xwe bilind bibe.

 

Dema gavên wêrek neyên avêtin, tehdît, xwestin û kirina operasyonên Tirkiyê bi dawî nayê.

 

Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se
 

.

 


Hebijî Şehîdên serhildana 12 Avdara 2004 a
 
 

 

Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

© 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Kurdistan Syrien