|
Avakira Komeleya Jinên Kurdistanê Novîn Hersan:
’GAVA MÊR XWE RIZGARKE - JINÊ BİNPÊ NA KE’
Bavê Barzan
- Bi sedema 8’ê Adarê roja navnteweyî ya jinên cîhanê wek kurdek
çalak ji bo mafê jinên Kurdistanê peyama ku Tu î roj bibêjî çi
ye?
Peyama min ev e:
Divê em baş bifikirin ku em ê çawa bikaribin bi şêweyek herî
rast û durust ji bo rizgariya jinên me kurdan çawa alîkariyê
bikin, çawa bi pirs û gelşên wan ên li civaka kurd mijûl bibin û
çawa ji doza wan re her dem bibin piştgir. Jin çi car bi wan
gotin û klîşeyên li nav programên partiyan rizgar na bin. Î roj
jin bi hezaran li civaka kurd dihêne kuştin. Ev bêmafiyek pirr
mazin e. Divê em ji xwe bipirsin gelo em ê çawa bikaribin rê li
ber vê bêmafiya mazin bigirin. Riyek ev e ku divê em kurd gerek
xwe ji bandûra civaka kevin rizgar bikin. Gava jinên kurd li
Ewrûpa jî werine kuştin, ev dihêt wê wateyê ku em her wek
koledaran difikirin û her wek wan dikin. Koledarê ku Kurdistanê
dagîr kirine, kurdan dikujin, lê em jî dirabin bi heman hovîtiyê
jinên xwe dikujin.
Riyek din jî riya
perwerdê ye. Bi riya perwerdeyê civak rohnî dibe û pêş ve dikeve.
Me pirr gerek e ku kurd girîniya xwe bidin ser perwerdeyê. Lê di
şûna azadiya perwerdebûna jinan, peya jin dixin di binê nîrê
bindestiyê de û na hêlin, ku keç li dibistanan bixwînin û bibin
xwedî kar ji xwe re û azadiya xwe ya aborî bi dest ve bihênin û
bibin neferek serbest.
Erkê mazin di vî
warî de li ser milê xwende û ronakbîrên me ne. Çawa ku ew
dixwazin xwedîtî li niştimanê xwe bikin, niştimanê xwe rizgar
bikin ji bindestiyê, her wisan jî divê ew vê rewşa xirab a jinên
me bibînin û ji bo derxistina wan ji bin barê bindestiyê, bi
tundî bi alîkariya jinên kurd rabin.
- Wek
siyasetmedarek çalak ku Tu bi salên dirêj li nav Partiya Sosyal
Demokratên swêdî xebitiyî, gelo di rûberkirina azadiya jinên
welatên cihêreng û di rewşa azadiya jinên me kurdan de çi cudahî
hene?
Peyv azadiya
jinan bûye peyvek klasîkî û her kes vê dubare dike lê mixabin ku
dîsan kes tê nagihê ku azadî mafê her mirovekî ye çi jin çi mêr.
Di gotinên pêşiyan de xweş hatiye gotin, şêr şêr e çi jin e çi
mêr e. Lê belê mirovên me yên negihaştî vê rastiyê dîsan ni
zanin. Têgihîştina vê pirr grîng e, çi jin be çi jî mêr. Ez ne
tenê daxwaziya rizgarbûna jinên kurd dixwazim, ez her wisan jî
rizgarbûna peyayê kurd jî dixwazim. Gava ’Wî ’ xwe rizgar kir,
hingê serdestiya xwe li ser jinê na ke. Cudahiya di navbera
jinên kurd û cîhanê di hêla serbestî û azadiyê de em dikarin
bibêjin, ku jinên kurd li dereceya nêzîkê herî dawî ne. Ev çi
car û ji hêla çi kesekî ve na yêt pejirandin. Ev bêmafiyek pirr
mazin e. Sedema herî mazin a vê encamê yekemîn encamên
dagîrkeriyê ne û faktora duduyan jî, faktora olperestî û
feodaliya li civaka me kurdan e.
- Gelo li
dîrokê jinên kurd serbest bûn? Qey bindestiya jinên kurd li
serdema modern dest pê kir?
Mirov dikare
bibêje ku jin ji rojgariya kevin ên dîrokê ve bindest bûne. Xelk
û mirovên cîhanê dest ji toreyên kevin berdan. Lê tenê em kurd
me dest ji toreyên kevnare ne berdeya. Zilam çi rê ne hiştine ji
bo jinan li civaka me kurdan. Ma ev ne guneh e? Gava dunya alem
xwe ji nezaniya berê rizgar dikin, çima em na kin? Çima em ji bo
vê na bêjin êdî bes e? Dunya tev pêş ket, lê çima em li ciyê xwe
man? Ji xwe ev bêmafî ne ku rê li ber me teng dikin. Ev bêmafî
ne dibin sedem ku em ni karin civata xwe û welatê xwe ji
bindestiyê rizgar bikin.
- Di civaka
kurd de girîngiya ciyê jinên kurd?
Jina kurd xwedî
kesayetiyek qehreman û serbilind e, nebez e, na tirse. Lê
mixabin ev zordestiya ku ji hemû aliyan ve li ser ’Wê’ ne,
derfetek ne daye jinan ku li civatê ciyê xwe bigirin. Jin nîvê
civatê ne. Gava jinê civatê ne serbest bin, ev wilo dike ku
civata kurd civatek nîvco dimîne. Ne civatek tam û têkuz e. Gava
jin beşdarê civatê bû, wê gavê civat rizgar dibe û ber bi pêş ve
dihere.
- Te vê dawiyê
bi sedema beşdarbûna Mihrîcana Cegerxwînê nemir, serdana Başûrê
Kurdistanê kir. Wek afretek xwedî pêzanînan, xwedî xebata
siyasetmedariya bi salan li nav civaka swêdî, kurdên rayedar ên
li dewleta Federal a Herêma Kurdistanê, gelo wan ne xwast ku ji
van pêzanînên te ji xwe re pişkek werbigirin?
Gava Cegerwînê
nemir li bin zilm û dijwariyên dewleta Sûrî dijiya, me gelek
hewil da ku em ev gencîneya kurdan ji nav lepên neyaran ji destê
Sûriyê derxin. Me bi her awayî xwe da ber û bi dilxweşî jiyana
xwe jî xist di xeterê de û me xezîneya xwe tevî pirtûkên Wî
zindî hanî Swêdê. Ew serdem muxaberata Sûrî ne dihişt ku mêşek
bê destûra wan ji Sûrî derkeve. Ez gelekî dilxweş im ku min wek
jinek kurd ez bi alîkariya mamosteyê nemir Cegerxwînî rabûm û
bûm sedem ku Mamosteyê nemir hat nav serbestî û azadiya li Swêdê.
Bi vê sedemê beşdarbûna mihricana Cegerxwînî ez pir dilxweş
kirim.
Ev bû 20 sal in
ku ez di nav hêzên siyasî yên swêdî de, li pileyên cihêreng,
xebata siyasî û civakî bi rê ve dibim. Lê mixabin di vî warî de
her çend welatê me pêwîstiya wê bi fikir û hizirên nuh hebe jî,
dîsan li Başûr kesî tiştek wisan ji min ne pirsî. Ev kêmasiyek
pirr mazin e. Li Ewrûpa fikir bi pera ye. Lê em fikra xwe û her
tiştê xwe şabaş dikin ji welatê xwe re. Lê hinek kes hene ku rê
li ber van pêşketinan digirin. Wek afretek kurd ku xwediyê ev
çend pêzanîna me, gerek li Başûr pirsek yekî ji min heba.
- Peyama Te ya
herî dawîn?
Divê em bikaribin
ku xwe biguherînin. Divê em her dem ji rexneyan re vekîrî bin.
Dîvê em her dem di liv û tevgerek dînamîk de bin. Neyarên me ne
yek e ne dudu…
Ez di vê roja
watedar de tevaya jinên kurd pîroz dikim. Divê em jinên kurd, di
vê rojê de vê bihênin bîra xwe, ku em ê rojên li pêş xwe ji bo
têkoşîna wekheviyê çawan yekîtiya xwe çêkin.
NOVÎN HERSAN
KÎ YE
Novîn Hersan ji
bajarê Amûdê ye. Ev sih sal in kul i Swêdê dijî. Ev 20 sal in ku
di nav partiya Sosyal Demokratên Swêdê li pileyên cihêreng karê
siyasî û civakî dike. Di sala 1980’yî de Komeleya Jinên
Kurdistanê ava kir, ku ev yekemîn komeleya mafên jinên kurdan li
Ewrûpayê ye. Sala 1980 li Kopenhagenê û sala 1995’ê jî li çînê
beşdarê Konferansa Navneteweyî ya Yekîtiya Milletan a (UN) Jinan
bûye.
Zarathustra News
-
zarathustra_news@comhem.se
-------
Tebiniya wêneyê: Novîn Harsan li Konferansa Navnetewî li Çînê li
ser navê jinên kurd axaftinê dike
(28-15 september 1995) |