.

 


 
 
K.B.X-10.03.08.11.25.EU

 

Heyeta Parlamenterê Iraqê rapora xwe bi dawî anî:

Pêwîst e hêzên Tirkiyê ji Herêmê derkevin

Piştî operasyona Tirkiyê, Parlamentoya Iraqê, ji bo ku xesara ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin di cî de bibîne û raporekî amade bike sê parlementer şandibû Herêma Kurdistanê. Parlementer 4 ê mehê gihiştibûn Kurdistanê û dest bi xebata xwe kiribûn. Serokê Partiya Gelê Iraqê Misal El Alusi û parlamanter Safiye El Suheyli, piştî hevdîtinek kurt/kin li Hewlêrê derbasî Duhokê, cihê Çemçoyê bûn.

Serokê Partiya Gel Alusi piştî gera li Kurdistanê anî zimên, ku rapora wan şiklê xwe yê dawî wergirtiye. Hefteya li pêşiya me dê raporê pêşkêşî parlamentoyê bikin. Lê tiştek pir eşkere ye û divê bê gotin, ku em hêza Tirkiyê li Herêmê naxwazin. Hêza Tirkiyê ji 1997 an û vir ve li vir e. Hebûna wan bandorek neyênî li me û hebûna me dike. Pêwîst e di demek e kin de ji Herêmê derkevin.

Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se

 

.

 


Hebijî Şehîdên serhildana 12 Avdara 2004 a
 
 

 

Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

© 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Kurdistan Syrien