Rewşa sîstema polîtîk ya Rûsyayê û Pûtîn
Cankurd
Ji sala 1598ê de,
hîn çi Qeyserekî ‘Sarekî’ an Serokekî, mîna yê tev paşîn,
Viladmîr Pûtîn nekiriye. Ew di nav hêzbûn û geşbûna xwe
de bê serbinkirinek leşkerî an jî nexweşiyekê an mirinê, ji
serokatiyê dahat, paş ku du caran li pey hev serokatî kir. Wekî
li welatên demokrat ên Rojava, tevî ku hîç hilbijartin li
Rûsiya carekê jî ne mîna hilbijartinên demokrat bû. Pûtîn xwast
xwe li ber çavên gelên Rûsiya û yên cîhanê wekî mirovekî
demokrat û rêformxwaz bide nasîn û navê xwe jî wilo di dûrokê de
li şûn xwe bihêle.
Ji Ivan ê
hozbaz de bigir ta bi Qeyser Alêksander û Dîktator
Stalîn, deselat li ser bingeha „Yek kesanî“ ava kirin
û bi rê ve birin. Paş mirina Stalîn, ku dibêjin hevalêd wî ji
termê wî jî ditirsiyan, Xuroçov ji destpêkê ve neyarê xwe,
wezîrê hindirî Bîriya, di binzevînên Moskowê de da kuştin
û ji xwe re bi têvedana yên dî ji ber xwe rêya desletê vekir.
Hîn di dema Sarê navdar Nikola yê duwê de, rêformxwazê
navdar Ştolypîn bizava xwe kir, ku Rûsiya bike welatekî
wek welatên rojavayî, ew hate kuştin û pişt re Nikola yê
duwê jî hate kuştin.
Sala 1993 gava
Yêltsîn (rûyê wî jî ber bi Rojava bû) dîtiye, ku
parlamenta rûsî ji aliyê ên Çep ve hatiye dagirtin û
tijîkirin, yekser bi tangan dakete meydanê û ew parlament da ber
guleyên topên wan tangan. Serekê wezîran Mîkhaîl Kassjanov
sala 2004ê ciyê xwe yekser ji dest da, gava ew xebitiye ku hêza
wî piçekî bêtir bibe, li hember serekê dewletê.
Hema Putîn wilo
nekir, berî bigihîne dawiya qonaxa serokatiyê, ji xwe re kesekî
rûnerm ji nav rêhevalêd xwe yên bo wî wefadar û dilsozin,
Dîmîtrî Mêdvêdêv, û ew pêşniyaz kir, ku wekî serok di ciyê
wî de bite hilbijartin, û Pûtîn bi xwe „Ji ber demokratbûna
wî!“ amade ye bibe serekê wezîran. Rast jî makîneyên
bangeşîniyê „Medya“, ku hefsarê wê di destê deselatê de
ye, û tenha ji Putîn re li def û deholan didin, dest pêkir, ji „Hilbijartina
Serokekî nû“ re bixebite. Herdu kes, Putîn û Mêdvêdêv, her
bi hev re, mîna nîşandarên paşeroja Rûsiya, hatine pesindan.
Hema li teviya welatên Rojava ev sêrka ku roja 02.03.2008
serokekê nû bo Rûsiya aniye, hîç wekî hilbijartinek demokrat
nehat jimartin. Moskow bû sêrgeha qeşmeriyek mezin ji qeşmeriyên
Putîn. Lê ew dîsa dimîne yekemîn mezinê Rûsiya, ku di nav
hêzdariyê de ji sîstema „Yek kesanî“ dadikeve sîstema „Parlemanî“,
ji ber ku pêwîste serekê wezîran ji aliyê parlamentê ve bite
hilbijartin. Eve jî gavek mezin e di dûroka Ûrisan de, hema ne
dûr e, Putîn di derî re derkeve, ku di pencereyê re hêza xwe hîn
ji berê bêtir bike. Pêdakirina sîstema dulayî, serek û serekê
wezîran, wê ne asan be bo Rûsiya, ji ber ku teviya avahiya
deselatê, di van pênsed salên dawî de, di herdu sîstemên qeyserî
û komonîstî de, li ser bingeha „Desleta jorîn xudanê biryarê
ye“ hatiye avakirin.
Di dema „Hilbijartinê!“
de, Pûtîn wekî kesekî ji bo geşbûna aborî, û Mêdvêdêv
mîna kesekî bo bêtir azadî, tevlêbûna gel di biryarstandinê de û
bo dewleta zagonî, derdiketin pêş Medya, û wilo dihate berçavan,
ku herdu mêrên hevrah, wê Rûsiya ya, ku 1 ji 5an ji gelê wê (ji
25 ta bi 54 saliyê) bi Alkoholê dimire, bikin xudanê
civatek geşbûyî û pêşkeftî, azad û demokrat, lê ya rast eve ku
rêformên Pûtîn yên ta niha wekî zagonan hatine biryarkirin:
Paristina mirovên pîr, ji aliyê piştgîriya diravî ve û
pêşxistina piştvaniya civakî ya giştî, tew bi sernektin, aborî û
dewlet ketine devê maldarên, ku dikarin her tiştekî bistînin û
biryarên rêformkirinê rawestînin û rêvebirinên dewletê ji xwe re
bikirrin, teviya sîstemê li gor daxwaz û sûd û berjewendiya xwe
bilivînin, û ewan hîç napejirînin, ku gavek bite avêtin, bê
dilkirina „muwafeqeta“ wan. Bi ser de jî berhema
Gazderxistinê roj bi roj kêmtir dibe, deynên dewletê û yên
kesanî bo gelê Ûris pirtir dibin, û rewşa aborî – civakî û
çandeyî ya gel wêrantir dibe.
Viladîslav
Zûkov,
ku mejiyê îdeolocî yê Pûtîn e, bo serokê xwe van bingeh her û
her dabûn pêş çavan:
-
Navendîkirina acetên deselatê
-
Pêxweşkirina armancên pevçûna ramyarî
-
Kesanîkirina melbendên ramyarî
- Dîtina
kesaniyek berbiçavkirî ya dewletê bêtir ji bernameya ramyarî.
Ji xwe avana
bingehên sîstemek ne demokrat in, û bi bingehin wilo mera nikane
sîstemek nûjen avabike.
Lê dîsa jî, divê
em binasin, ku li ba Ûrisan dilxweşkirina Rojava ne
giringtir e ji van armancan:
-
Kontrolkirina mal û dêrîna neteweyî
- Paristina
jêderên hêzingiya di axa rûsî de
-
Xortkirina hêza dewleta, ku ji dema hilweşana sîstema komonîst
ve gelek jar bûye.
- Ji nû ve
bi hêzkirina leşkeriya rûsî…
Evan jî bingehin
gelek giring in bo paristina serxwebûn û serdestiya „siyadeta“
neteweyî. Rûsiya jî bi tevayî dixwaze xwe li hember Rojava
biparize, ji Europa bêtir xwe ji serkêşiya amerîkî verêbike, ew
dixwaze her bimîne hêza navneteweyî ya duwê, wekî di dema
Yekîtiya Sovyêt de, û wek tê gotin, wê dîsa rakêt û tang û
leşkerên rûsî bi heyteholek mezin, salê carekê di „Qada Sor“
re, di ber çavên hemî cîhanê re, bo pesindariya hêza xwe
derkevin xwepêşandan û nivandinê.
Zarathustra News
- zarathustra_news@comhem.se |