|
|
|
. |
|
|
|
|
|
K.B.X-19.03.08.18.05.EU |
Halaçoğlu dîsa axifî:
Mafê Tirkiyê di Kerkûkê de heye
Serokê Dezgeha Dîroka Tirka-TTK Prof. Dr. Yusuf Halaçoglu li
Alanyayê beşdarî panelekê bû. Mijara panêlê "Dîrok û Tirkiyê" bû.
Halaçogluyê ku dengê nijadperestên tirka ye, berî niha jî li
dijî ermenî û kurda beyan belav kiribû.
Di vê panêlê de li ser pira Kerkûkê rawestiya û wisa go:
Iraq, hetanî dawiya şerê yekem jî di destê Tirkiyê de bû. Lê ji
ber mercên wê demê Tirkiyê nikarîbû bi vê herêmê mijûl bibe.
Pirs di wan mercan de li bendî biryara Yekîtiya Miletan hiştin.
Tirkiyê bi peymana 1926 an ya Enqerê, Musil û Kerkûkê da Iraqa
yekbûyî. Di 1926 an de bi peymana bi Ingilîztanê re, ev dever
dane Iraqê. Dema îro li Iraqê dabeşbûnek pêk were, yekbûn têk
here, mafê Tirkiyê li herêmê çêdibe. Ji ber mafek wisa ji % 10
bi neftê, ji ailyê Yekîtiya Miletan jî hatibû nasîn. Tê wê
wateyê ku mafê me li wir heye.
Zarathustra News -
zarathustra_news@comhem.se
|
|
. |
|
|