|
Sirûda kêlên dîrokê
Kamran simo
Hedili
strana
evîndarên rojê û serkeftinê
şîniya
xeyalên Sîmirên çiyayî
dengbêjiya
mirinê
vedigerînî jînê
herifandina
dîwarê
virên asê
efsana
çîrok
û çîvanokan
qibla
kevneşopiyê
cejna
kuştina ejdehar
û
hatina yêzdanan a warê arî
dîrok
û rûmeta netewî
di
bîrewariya te de
bi
roniya darbesta gulan
tav
rûyê rojê dadigire
şev
giyan dide
tarî
parçe dibe û tarî diberiqe
tav û
hîv
bi
Firat û Dîclê re
dirêjî
goristanên Sumeran dibin
welat
di
henasa dîroka te de şîn dibe
dergehên evîna dilê çiyan vedibe
tu
vekirina kulîlkên vînê
û
fedîkirina mirina xweşmêran î
afirandin hestên evîna azad
û ken
Ahura Mazda yî
giriyê
mirina Ehrîman î
narînî
û nazeliya evînê
ji nav
rûpelên dîroka kevzgirtî digire
tu
newroz î
newroz
evîn e û evîn newroza mezin e
niha
bihara newroz û evînê ye
bihara
hawara
Ferîdûn û asoyê dilsoz
raperiya
bihara
pilingên çiya ye
bihara
xwîn û talanê
bihara
tewafa
şikefta Birîndaran
bihara
li
kozik û çeperan ra berdana dilêriyê
dema
verişandina lûlên tivingan
û
qêrîna maydana ye niha
dema
tofanên bêdeng û bahozên ker
pîrozkirina dûrûşmên agîdan
herika
kurtepista
ji
dayikbûna bêdengiyê ye
serhildana
di
govenda jîn û mirinê de ye
dagirkarî û berxwedana
di
reqsa tirs û wêrekiyê de ye
tu
roja tifkirina
dem û
dewranên derewîn î
tilî
nîşandana
hostayê diyaletîka dîrokê
zaniyarên netewan
bijîşkên qiyametê yî
tu
çirandina
rûpelên çarenûsa virek î
bi
hatina te
çirûskên hêviya Qendîl
şagirdên Zerdeştê hemdem
li
lûtkên çiyan
li
zemînên deriyayê
bi
germiya pîroz
bi
êşên bêhempa
bi
vejîna şewatê
gefan
li
mirina çaxên rûreş dixwin
xêr û
bêr û bereketê
li
zeviyên hiş direşênin
ev
xaka bûyî hêlîna
bala û
serkeftinan
lanet
û efsaneyên pîroz
ol û
nebî
qewl û
kilamên qedîm
li ber
zayîna xêr û bêrê ye
Kurdistan
li
bircên awazên me
di
dema vejînê de ye
alên
pîrozgehên me
li
qolincên dil
li ba
dibin
bêrîkirin û serkeftin
di
awirên lehengiyên
lehengên Oremar û Zêyê Mezin de dizin
efsana
di
bihara şer û evînê de
û
îro
dema gotina sirûda te ye
newroz!
Kamran Simo Hedilî kî ye
Hedilî, di sibata 1955 de li gundê Hedilê ya bi ser navça Hezexê
hate dinyayê. Di zaroktiya xwe de mala xwe bar dikin bajarê
Batmanê. Di temenê ciwaniyê de dikevê nav tevgera azadiya
Kurdistanê. Ji terefî dewlata tirk ve, du caran tê girtin. Di
cunta eskerî ya 12.10. 1980 de bi hevalên xwe re derbasî
Rojavayî Kurdistan û Lubnanê dibe. Xabata xwe li Rojavayê
Kurdistanê didomîne, li wir jî ji terefî dewlata Surî ve
têgirtin. Di amadekarî û xabata 15 ê tebaxa 1984 an a çekdarî de
ji nû ve di nav tevgerkirina gel li Bakurê Kurdistanê cihê xwe
digire. Li Rojhilatê Kurdistanê ji terefî dewlata
خranê
ve jî tê girtin. Kamran Simo Hedilî, li her çar parçên
Kurdistanê, hem di nav xabata tevgerkirina gel de û hem di nav
xabata artêê
de cihê xwe digire. Ji 1982 ve dinivîse, pêî
bi tirkî dinivîsî. Pitre
bi kurdî dest bi nivîsandinê kir. Bi kurdî kurteçîrok, helbest,
destan û lêkolînên wî di rojname, kovar û malperan
de hatine weandin.
Kamran Simo Hedilî, endamê Pena Kurd a navnetewî ye. Vêga di
rêvebariya
خnstutyiya
Kurdî li Stockholm xabata xwe didomîne.
اar
pirtûkên wî yên çapbûyî hene: Lorîna pênûsê, helbest, Civata
giyanan, kurteçîrok, Ji Enfalê
eveke
bêsibe, destan, Min deng kutin,
helbst. Du pirtûkên wî li ber çapêne: Helbest çi ye? lêkolîn li
ser danasîna helbestê û Kîjan kulîlk çavên te ne?
Zarathustra News -
zarathustra_news.comhem.se |