Mustafa Barzanî
Prof.
Dr.
Ümit
Yazıcıoğlu
Mistefa
Barzaniyê (Mele) rehmetî, di 14 adara 1903 an, li cihê Barzanê
hatibû dinyê. Cenabê wî, roja 3 ê adara 1979 an li Washington DC
yê çûbû rehmetê. Lê xatiratên / bîranîn û lehengiya wî li cem me
zindî ye û herdem dê bi me re bijîn.
Ne
qala mirina Wî, ez dixwazim qala rojbûna wî kesê bilind/ mezin
bikim. Ji ber ku, ji bo me kurda, em çiqasî di cîhaneke bê
Barzanî de bijîn, û nebûbin hevalbendê dema wî jî, em, jiyaneke
bêyî wî nikarin bipejirînin. Dibeku em mirinê layiqî wî
nebînin...
Lê ev,
qeder e... Emrê Yezdan e, qanûnek îlahî ye, ev. Mîna her kesek
zindî, çawa ku tehliya mirinê tam dike, mixabin e ku em nikarin
rê li ber koçberiya kesên herî bi nirx û hêja bigirin.
Mirovê
hêja û bilind, tu rehet raze. Tu qet xema nexwe...
Te ji
bo me, wezîfeya xwe bi şeweyekî herî baş bi cî anî. Te, ji
kurda, gel, zarok û malbatan re mîrasa herî mezin hişt. Ji vê
mezintir mîras dibe?
Cihê
te di nava nurê de û mekanê te cenet /buhişt be.
Weke
ku te jî jî qal kiribû: Ez jî hez şer nakim. Ji ber ku şer, rêya
herî nabaş ji bo çareserkirina pirsgirêkan e.
¤¤¤
Ji ber
şikên Yekîtiya Soviet û Ingilîztanê, rojava û bakurê Îranê di
dema şerê cîhanê yê duwê de hatibû dagîrkirin. Li Rojhilata
Kurdistanê ku ji aliyê Sovietê hatibû dagîrkirin, bi piştgiriya
wan, di 22 ê çileya 1946 an de dewleta pêşî ya kurda, Komara
Mehabadê ava bûbû. Qadî Mihemedê nemir Serokomarê wê bû. Di
dawiya şer de, bi peymana Soviet û Îranê ya neftê û helwêsta wan
ya durû duzimantiyê, piştgiriya xwe ji bo komarê bi dawî anî.
Komar di dawiya heman salê de hilweşiyabû. Lewma ez dixwazim di
vê nivîsa xwe de rehmetiyê Mistefa Barzanî bibîr bînim. Her wisa
ez dixwazim, xatiratên wî ya şeva dawî, di êvara 16.11.1946 an
de bi Qadî Mihemed re, ku ji Serok Mesûd Barzanî re qal kiribû,
bi we re pay bikim.

"Ez
çûm cem qadî Mihemed. Min dixwest niyeta wî têbighêjim,
ka wê
çi bike.
Wî ji min re go,
ji bo
rê li ber xwînrijandina Mehabadiyan bigire, ew ê canê xwe feda
bike. Wê teslîmî artêşa Îranê bibe.
Wisa
go:
"Min
ji General Humayuni re heyetek şand cihê wî, Meyanduabê û min
dîtina xwe jê re anî zimên".
Dema
qise dikir, rondik ji çavên min dibariya. Axaftina wî wisa
domiya:
"Ji
bilî civata xwe pê ve, baweriyê bi çi kesan nehêne! Ji ber ku
kesên sundxwariyên bi min re, îxanet kirin û ji bo girêdana xwe
bi Îranê re bînine zimên, bi hevre ketin pêşbaziyê. Hayê xwe ji
mezinê eşîran hebe. Ji ber ku ew, di fersenda herî biçûk de
dikarin neqenciyê bi te bikin. Tika min ji te ev e, ku hûn di
demek kin de ji Mehabadê dur bikevin û bi hêzên Îranê re nekevin
şerê rû bi rû".
Paşe,
wî ji min min pirsî,
ka ez
dixwazim çi bikim.
Min go:
Emê
malbat û hêzên xwe li cihê Sino û Mergewerê kom bikin. Hetanî
bahar were, emê hewil bidin ku bi hêzên Îranê re neyêne hemberî
hev. Paşe em ê ji hikumeta Iraqê bixwazin ku efuyekî giştî ji bo
malbatên me derxîne. Dema em bi sernekevin, em ê bi malbatên xwe
re berê xwe bidin Sovietê.
Min ji
Qadî Mihemed xwest ku,
ew
Mehamadê bi cî bihêle û bi me re were. Me soz dayê de ku, hetanî
dawiya hebûna xwe em wî biparêzin. Min anî zimên, ku ew sembola
Gelê Kurd e, lewma divê bi me re were. Êsîrkirina Serokomarê
pêşî yê kurda dê bi me gelekî giran bê.
Qadî
Mihemed ji cihê xwe rabû û bi hêstirên çawa ez maçkirim û wisa
go:
Ez ji
Yezdan dixwazim ku ew bibe alîkarê serkevtin û parastina te.
Dibe ku jiyana min ji bo hemwelatiyên min feda bibe û ev yek rê
li ber neqenciya li dijî wan bigire. Dibe ku giraniya hovîtiya
li dijî wan siviktir bike.
Paşe
ji paşila xwe al a Kurdistanê derxist û teslîmî kir û wisa
axifî:
Ev
sembola Kurdistanê ye. Ez wê emanetî te dikim. Bi baweriya min
kesê wê bi baştirîn şewe biparêze, tu yî.
Di
atmosferek bi kul û keseran barkirî, min xatir jê xwest û ji bo
ku em berê xwe bidine Negedeyê ez ji wê deverê çûm "ji bo
dumahîkê, li pirtûka Mesûd Barzanî, Barzani ve
Kürt
Ulusal Özgürlük Hareketı 1, Doz Yayınları
binêrin" (Çavkanî:
Yüksekova
Haber).
Zarathustra News -
zarathustra_news@comhem.se
|