Stirana Aram Dîgran-î
Beşîr Sebrî
Botanî
Aram Dîgran
xwedan dengek rast, hestek û derbirrînek nazik e. Eger dengê wî
bi zanistî bihêt şîkirin
û
şirovekirin, ji me re diyar dibe ku ew tenê li ser oktavekê (8
deng) distire û jê dernakeve. Aram baş dengê xwe nas dike, ji
lew re li pey karîna dengê xwe awazên folklorî û millî
hildibjêre û hem jî diafrîne. Eger em behsa stiranên kurdî yên
folklorî û millî bikin wek hewa (miqam) û pesteyan, dibînin ku
Aramî çi xwendine, yan ew çi dikare bixwîne:
1- Heyranok û
peste
Xwendina vê
morkê (stîlê) bi giştî pirr sanahî ye, awazên wan ji oktavekê (8
deng) kêmtir in. Ev mork li hemû deverên kurmancan peyda dibe.
2- Lawik û
peste
a- Lawkên pirr asan, yan tevlihev
Têkstên wan bixwe lawik in, lê awazên wan heyranok in, anku ji
du babetan tevlihev bûn, her wesan ji oktavekê kêmtir in.
Xwendina vê morkê wek heyranokan pirr sanahî ye. Ev mork li hemû
deverên kurmancan peyda dibe.
b- Lawkên
tekûz
Awazên wan
oktavek in û xwendina wan jî sanahî ye. Ev mork li pitiriya
deverên kurmancan peyda dibe.
c- Lawkên
dewlemend
Awazên wan ji
oktavekê bêhtir in, ji lew re pitiriya stiranbêjan ne şên vê
morkê bistirin. Ev mork bi tenê li Botan hebû, lê nuho li hemû
rojhelata navîn belav e.
3- Pahîzok û
peste
Awazên wan ji
oktavekê bêhtir in, ji lew re pitiriya stiranbêjan her ne şên vê
morkê bistirin.
Lê carcar
stiranbêj ne şên hemû livînên vê morkê bistirin, êdî awazê
kurtir dikin û dibe pahîzokek sanahî. Ev mork tenê li Botan heye
û ji bo çêjê (tamê) gehişt Hekarî û Badînan.
Ji van her sê
morkên navbirî, Aram Dîgran-î şiya tenê heyranok, lawkên normal
û sanahî bixwîne. Bi kurtî û bi zanistî Aram Dîgran-î xizmetek
mezin kiriye û hejî gotinê ye ku stirana wî resen e, ji lew re
dê muzîkzan û muzîkjen li paşerojê li ser stirana wî bi zanistî
kar bikin.
Zarathustra News -
zarathustra_news@comhem.se
|