Protêstokirina rêjîma Sûrya li biruksik
Di roja 03.04.2008 jibo protêstokirina rêjîma Sûrya bi kuştara
20.03.2008an li bajarê Qamişlo ku Sê Muhemedên bê guneh ku
bidestên şofonî û nijadperestên Baas Şehîdbûn û çend kesên dinjî
brîndarbûn di ewê şeva xudawendde, miltê Kurd bi rêberiya Komîta
Karê hevbeş ku ji Partiyê Kurdistana Sûrî û kesên Serbixwe li
Elmanya Pêkhatiye xwepêşandanek li Paytexta Belcîka ( Bruksêl )
liber avahiya Perlemanê Ewropî lidarxistin, nêzî 300 Kurdên
Welatperwer lê beşdarbûn û rêjîma Sûryê protestokirin, herweha
nûnerên Perlemanê Ewropî bi dilekî xweş û geş pêşewaziya nûnerên
Komîta Karê Hevbeş kirin.
Nûneran namaxwe bi sê zimanan amadekiribûn und dan destê nûnera
Perleman, herweha Nûnera Ewropîjî tekezkir ku Ewê di Perlemande
evê name und daxwazan bigrin berçavan û dozê li rêjîma Sûryê
bikin û nameyê dê bispêrin wan