.

 


 
 
K.B.X-06.04.20.45.EU

Xwepşandina Gelê me li Bruksselê

Raste mîna kû pêşyê me gotiya (heya ûrê bircî ji yê têr nîna), ax me bi ci cewişeke mezin û hestên xwe yê Netwî kare xwe dikir, bê emê kengî ber bi Peyitexta Belcîkayê, bajarê diplomasî û tevgera Wealatên Europiya û Cîhanî ketin, me dixwest kû em hineke dilê dayik û bavên Şehîdên xwe xweş bikin, tozekî ji wa ji nav wa rakin, barê wa giran bi wan re hilînin, lê sed mixabin, bê em ciqas xemgîn û dilşikesti bûn, ci bi belengazî em li hev kombûn û li hev nerî , ji hev pirsî, Gelo cima wilo ? Ka 100 hezar kurdê Surî li Europa ?
Lê disa ne xeme her yek ji me bas kûl û êşê xwe dizanê, tofan û komkûjiyên go bi serê Gelê me de tê paş dibînin, bê gûman her yek ji li gor defetên xwe, xebat û Welatparêziya xwe dikê.
Di 03.04.2008 Li Bruksselê dora 500 Kurdî go ji Elemaniya, Firansa, Holenda, Nemsa û Siwisra li hev civiyan û xwepêşandanek li pêşiya avahiya Perlamenta Europi li dar xistin,
kurdistaniyan bi rengeki Şaristani, berz kirina Aleyên netewî, Wêneyên Şehîdên 20 Adara 2008 û siloganên biji Kurdistan Şehîd namirin hatin avêtin.
Di despêkê de Komiteya hevbeş ya partiyên kurdi yê Sûri li Europa axeftinek bi zimanên Kurdi û Erebî kir, têda bal kişand ser bûyerên dawî û kûştina hesê Wealatiyên Kurd li Qamişlo û li ser pirsgirêk û rewişa gel sekini.
Ji alîkîva komîteyek ji 3 kesan hate hilbijartin û derbasi AVAHIYA PERLEMENTO bûn, xwestek , daxwaz û armencên vê xwepêşandan gihandin destê wa, kû bikaribin carenûsekê ji pirskirêka kurd re bibînin, û vê qetilama dawî kû di mafê Kurda de hate kirin bê şermezarkirin.
Her wiha axeftina nûnerê Partî Dîmoqratî Kurdistan ji aliyê nûnerê Licneya Belcika ve hate xwendin.
Tiştê herî balkêş go bala me kişand, kû ji Opozitiona Erebî ji amedebûn wekî Partiya Rifet Elesed kû endamê wa Ahmed Eldîk gotare xwend û da xwiyakirin, kû pirsgirêka kurdi ticarî bi guleyan careser nabê, dibê rêjim kurda wekî netew nasbikê û hemû mafê wa rewa bidê wan.
Wisa ji nûnerê Partiya Wifaqa Niştimanî ya Sûrî Ahmed Elcibûrî getinek xwend, li ser hemû xalên giring go girêdayê pirsgirêka Kurd û Ereban ne rawesta û bi tundî Rêjîma Baas Şermezar kir û desgiriya xwe ji birayên xwe yê Kurd da xwiyakirin.
Di nav mede pir Hûnermendê me ji amedeyî vê meşa pîroz bûn, mîna Gulistan Sobari, Fehed Eli û Avîna Welat.
Me li gor van derfetên xwe yê kêm ji bê, bi rengeki Şaristanî meşa xwe bi dawî anî.

Y.Sabri Qamişloki
 











 

.

 

 

 

Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

© 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Kurdistan Syrien