|
|
|
|
|
|
|
. |
|
|
|
|
|
K.B.X-15.04.08.10.20.EU |
Wezareta Derve ya Swêdê:
Suriyê Mafê kurdan binpê dike
Wezareta Karên Derve yê Swêdê berî bi çend rojan raporên
berfireh li ser pirsa mafê mirovan belav kir. Di raporê de
dîtina fermî ya Swêdê li ser rewşa welatên cewaz hatiye
diyarkirin.
Beşê Suriyê ji 20 rupelan pêk tê. Di destpêka raporê de qala
peymanên navnetewî tê kirin ku Sûriyê îmze kiriye. Di nava
rûpelan gelek caran helwêsta rêvebiriya Sûriyê ji awira
pêlkirina mafê mirovan ve tê rexnekirin. Sêdarkirina mirovan ji
sala 2002 an pê ve dîsa destpêkiriye û mirov têne îdamkirin.
Îşkence û wundabûna mirovan pêk tê. Partiya Beas organên polîtîk
xistiye bin hukmê xwe. Hiquq yek alî dixebite, ruşwet û
bertîldayîn piralî dibe. Medîa bi tevayî di bin kontrolê de ye û
xwesansurkirina xebatkarên medîayê rojane pêk tê. Neheqiyên li
dijî jinan têne rojevê û parastina mafê wan ji ber qanûnen hene
nikare bê parastin.
Di gelek beşan de qala kurdan, zilm û îşkenceya li ser wan tê
kirin. Zimanê raporê têra xwe diplomatîk e, mesaj bi rexneyên
nerm têne kirin. Beşê 16 an bi giştî li ser rewşa kurdan e.
Dîtina Wezareta Karên Derve yê Swêdê li ser rewşa başûrê biçûk
yê Kurdistanê wisa ye:
Mafên mirovên ku bi netewe, eqaliyat, ziman û bawerî û gelên
kevnare ve girêdayî ne
Ji % 10 ê welêt ji kurdan pêk tê. Ew, bi şêweyekî yekser ne di
bin zordestiyê de ne. Lê ji bo parastina mafê wan rêz û hurmet
nayê nîşandan. Zimanê kurdî wek zimanê perwerdekirinê nayê
pejirandin û mecalên danasîna çanda kurdî tê sînorkirin.
Kampanya erebkirinê ya ku di salên 60 î de pêk hat, 120 hezar
kurd ji mafê hemwelatiya Suriyê bêpar hişt. Bi qasî 200.000 –
250 000 kurd bê welat in. Komîteya UN ê ya Mafê Mirovan ji bo
rewşa kurdan ya bêwelatî, neqeydkirina wan di nifusê de û ji ber
berdewama krîmînelîzekirina wan, xemgîniya xwe anîbû zimên.
Raporên piştrastbûyî li ser girtin û îşkencekirina kurdan belav
dibin. Hejmarek kurd ku çend kes in ne diyar e, ji aliyê
dadgehên leşkerî û ewlekariyê ve hatine dadgehkirin. Beşek jê,
ji ber sucên ”dabeşkirina welêt”, ”girêdana herêmek welêt bo
biyaniyan” û ”endametiya hêza terorîst” hatin cezekirin û
zîndanîkirin. Hate diyarkirin ku beşek ji wan girêdana xwe bi
PKK ê re an jî bi partiya ”Democratic Union Party” re heye.
Dadgeha leşkerî dixwaze 49 kesên kurdnijad ji ber xwepêşandanekî
ceze bike. Çalakî, bi munasebeta wefata Şêx Maşhukê Xeznewî li
Qamişlokê, di sala 2005 an de bûbû. Di dema dadgehkirina wan de,
çavdêrên EU ji konsolosxaneyên cewaz yên li Şamê hatibûn wir.
Dadgehkirina wan 2006 an de dest pê kiribû û hêja bi dawî
nehatiye.
Kurdên bêwelat, ji gelek mafên hemwelatiyên Suriyê bêpar in. Li
gorî qanûna Suriyê, bêwelatbûn ji bav derbasî zarokan dibe.
Kurdên bêwelat li Suriyê weke ”ajanip” (biyanî) an jî
”maktoumeen” (di nifusê bêqeyd) têne hesêp. Bi taybetî kesên bê
qeyd ji gelek mafan bêpar in.
Kesên ”Ajanip” xwedî nasnameyekî taybetî ye û dikarin ji bo
derxistina pasaporta ”laissez-passer” bi makamên Suriyê re
têkiliyê deynin da ku pê li derveyî welêt bixwînin, an jî
pirsgirêkên xwe yên bijijkî çareser bikin. Ji bo kesên
”maktoumeen” ev yek derbas nabe û ew nikarin bi eşkere derkevin
derveyî welêt. ”Ajanib” berevajiyê ”maktoumeen” dikarin îcazeya
karkirinê bidest bixînin. Çi mafê herdu aliyan tune ye ku, milk
bikirin, timobîla li ser navê xwe qeyid bikin û bazirganiyê
bikin. Kesek ”Ajanip” dikare bi erzanî ji mecalên tedawiya li
nexweşxanê sudan bigire. ”Maktoumeen” berevajiyê ”Ajanib”,
nikare zewaca xwe fermî bike. Lewmaye zarokên wan jî navên xwe
di nifusê de nayên nivîsîn /qeyidkirin. Ev yek dibe sedem ku
zarok ji xwendina dibistana bingehîn mahrum bimînin. Lê di
pratîkê de, dezgehên fermî, çavên xwe ji bo xwendina bingehîn ya
zarokan digirin û rê li ber xwendina wan ya bingehîn nagirin.
Zarathustra News – serwext.com
|
|
. |
|
|
|
Çapkirin
ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye |
© |
جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي |
|
Kurdistana Binxetê
|
كردستان
سوريا
|
Kurdistan Syrien
|
|