Hunermendê Yahudî Surçî:
Jiyan û hunera me kurdî ye
Gabar Çiyan
Çanda
cuhuwan li Rojhilata Navîn yek ji wan çandên têra xwe kevnare,
dewlemend û esîl e. Mîna
çanda
kurdî, mafê parastin û pêşxistina çanda cuhuwa
li ser xaka wan, mafekî pîroz e.
Pir
eşkereye, ku dewletên cînar bi cuhuwan re ne dost in. Helwêsta
ereban û Îranê li dijî Îsraîlê diyar e. Têkiliyên Tirkiyê hinekî
baştir xuyanî dike. Lê divê neyê jibîrkirin ku, têkiliyên
dewletî, hinek caran têr nakin ku bibin navgîn/pir di nav çandên
cewaz de. Gelê tirk jî, mîna ereb û farisan ne dostên ji dil yên
îsraîliya ne.
Dewletên ku Kurdistanê dagir kirine û welatên cînar jî bi kurda
re zêde ne dost in.
Di bin navê
îslamiyetê de zilmê li kurdan dikin, kurdan dikujin.
Li rojhilata
navîn, kurd û îsraîlî du gelên dost, nêz û mutefîkên xwezayî ne.
Lê
mixabin e ku, dostanî û têkiliyên mutefîkî zêde berepêş neçûne.
Rêveberiya kurd li başurê welêt têkiliyên xwe yên dostanî bi
Îsraîlê re hebû. Dikare ev têkilî îro xurtir bûbe.
Li
bakur, çepîtiyê, zêde rê nedaye qalkirina têkiliyên dostaniyê.
Ji bo mutefîkiyê gav avêtin nehatiye rojeva me. Lê nivîskar û
siyasetvanê nasdar Yaşar Kaya di rêzenivîsek xwe de bi dirêjahî
qala dostanî û têkiliya herdu gelan dike. Ew, qala vexwendina
xwe bo îsraîlê dike. Bi erênî nêzî pirsê dibe...
Ji bo
têkiliya kurd û cuhuwan, Ronakbîrê Hêja Dr. Ismail Beşikçî di
xebata xwe ya li ser ronakbîrên kurdan de wisa dibêje:
"Li
Rojhilata Navîn, ji bo avakirina dewleta Yahudiyan, têkoşîna ku
cuhuwan ji bo rizgariyê pêşve xistibû, mijarek giring e û divê
bê xwendin. Têkoşîna wan bi kowalîsyonekî pêş ketibû. Gelek
fikrên cewaz mecal bidestxistibûn ku cihên xwe di tekoşînê de
bigirin. Nasdarên mîna Weizmann, Ben Gruon, Golda Meir, Menahem
Begin di gel xet û piştgirên xwe cihên xwe girtibûn. Dema 14 ê
gulana 1948 an de, dewleta îsraîlê serxwebûna xwe bi dest xist,
kesên hetin ser hikum ji vê kowalîsyonê hatibûn hilbijartin.
Rola wan di avakirina dewletek demokratîk de û ji bo pêşxistina
demokrasiya li îsraîlê, pir mezin e (...)
Çi
fêde û sudên xwe tune ye ku, Gelê Kurd têkeve bin bandora
şovenîzma ereban û bi hîsên neyartiyê nêzî yahudiyan bibin. Divê
Kurd bi civata Yahudiyan re têkiliyên dostane/ germ deynin.
Pêwîst e kurd rastiya li îsraîlê, dezgehên wan yên demokratîk
bibînin.
Civata Yahudiyan li Rojhilata navîn mutefîkên xwezayî yên kurda
ne. Pêwîst e kurd, li ser peyva welatên cînar (faris, turk,
ereb) "biratiya îslamî" careke din bi şêweyekî cidî bifikirin û
wê biratiyê bidin ber mêzênê, rastiya wê bipîvin."
Dostaniya kurd û cuhuwan pirsek giring e. Me pirs bi ronakbîrên
kurdan re kir mijara niqaşê. Me dîtina kurdên cuhu, an jî
Yahudiyên Kurdistanê girt. Em ê wan dîtinên dewlemend yek bi yek
bi we re pay bikin.
Di vê
hevpeyvînê de, me dîtina hunermendekî hêja girt. Ji Îsraîlê, bi
Kurdekî Yahudî re, muzîsyenê birêz Ronên Surçî re qise kir. Em
hevpeyvînê bi we re pay dikin:
CD-ya
te ya nû derketiye, ser xêrê be. Ji xwendevanên me re qala xwe û
karê xwe yê hunerî bike.
-
Pir supas. Navê min Ronên e û ez kurê muzîkjen û stiranbêj Nîsan
Emran Surçî me. Babê min xelkê gundê Hîza ye, yê ku girêdayî
bajarokê Bicîlê ye. Bajarok li rojhelata Badînan dikeve û bixwe
navenda êla Surçiyan e. Wek babê min dibêje, Rijêma Îraqî sala
1950 î biryara dûrxistina cuhuyan derxist ku herin Îsraîlê… Êdî
ez li Îsraîlê sala 1964 hatim dunyayê û ji wê rojê û ta vêga jî
ez guhdariya stiran û muzîka kurdî dikim, semayê dikim, dîlanê
dikim û govendê digrim. Dayka min jî Koyî ye, wê jî carcar
stiranên soranî ji mer e dixwendin. Anku ez kurdekî eslî me;
babê min kurmanc e û dayka min soran e. Ez lêdana zurna, cotzele
û bilûrê ji babê xwe fêr bûm, lê lêdana dûdûkê ez bixwe fêr bûm.
Ez pitiriya caran li ahengên kurdî muzîkê lêdidim û carcar jî bi
koma xwe re distirim ya ku navê wê (Şelom) e, anku koma Aştiyê
ye. Li ser hindê re em kurdên cuhû têkeliyeka baş bi ereban re
heye û ez dikarim bibêjim ku, kurd û ereb li Îsraîlê hêşta bira
ne, êdî ez muzîka erebî jî ji wan re lêdidim. Her hosan min navê
CD-ya xwe kiriye (Reh), anku ez li rehên bab û bapîrên xwe
digerim û li ser rêbaza wan kar dikim, ku muzîka min kurdî be,
ne erebî, ne farisî û ne jî turkî.
Kurdiya te pirr paqij e, stiranên klasîk ên kurdî bi dengê te û
înstrumentan bilindtir bûne.
Dema qala stiranên kurdî tê kirin, hîsên çawa li cem te peyda
dibin?
-
Dîsan pir supasiya te dikim ku te guhdariya CD-ya min kiriye û
bi dilê te ye. Ez bixwe tenê meqam û pestên kurdî yên folklorî û
millî distirim û carcar stiranên nû jî bi awayekî kurdî
distirim, ji ber ku ez naxwazim ji morkên (stîlên) kurdî
derkevim. Bi rastî stiran, govend, sema, dîlan û muzîka kurdî li
nik min jiyan e û wextê ez guhdariya stiran û muzîka kurdî
dikim, yan temaşa li dîlan, sema û govendên kurdî dikim, her dem
kurd û Kurdistan tên bîra min û hîviya min ew e ku rojekê ji
rojan welatê bab û babîrên xwe jî bibînim. Ez her roj temaşa li
kenalên kurdî dikim û pir keyfa min têt wextê ez netewa xwe
dibînim, lê mixabin e ku ragehandina kurdî bi giştî û nemaze
kenalên kurdî, ew hemû rê nadine kurdên cuhû ku di programên xwe
de bistirin, baxivin yan beşdar bibin.
Ma em ne kurd
in? Ma em bi kurdî na bêjin? Ji lew re ez pir êciz dibim…
Em çawa
dikarin we bidin nasîn: Cuhuyên Kurdistanê an kurdên cuhû?
Û
hisê we çawa ne?
-
Wek bab û bapîran got: ”Hesen Keçel, Keçel Hesen”. Bi rastî her
yek e; li Îsraîlê 200 hezar kurd hene, jiyana me kurdî ye,
hunerên me kurdî ne, şahî û dawetên me kurdî ne, xwarinên me
kurdî ne, cilên me kurdî ne û ta dawiyê.
Lê eger tu ji
min dipirsî ku ez kî me? Ez dibêjim, ez kurd im. Ji yên dî jî
bipirse, dîsan ew dê bêjin ku ew jî kurd in. Berê bab û bapîrên
me guhdariya Radyoya Bexdadê-Beşa Kurdî dikir, lê em îro temaşa
li kenalên kurdî dikin û wextê em nûçeyeka nexweş li ser kurd û
Kurdistanê gulê dibin, yekser digrîn. Ji ber ku armanca me yek
e, doza me yek e, neteweya me yek e, lê em cuhû ne, hûn misilman
in û her wesan kurdên êzidî jî hene. Her hosan min divêt bibêjim
ku li dîroka Îsraîlê hat nivîsîn ku cuhû tenê li du welatan ne
hatin kuştin, yek Kurdistan û duwê Hindistan e. Ev jî
serbilindiya me ye ku kurdên êzidî û misilman bi cuhuyan re pir
baş bûn. Bi kurtî rewşa cuhuyan li Kurdistanê pir baş bû û
babîrê min Emran bixwe muxtarê gundê Hîza bû. Babê min nobedarê
şêxên surçiyan bû, her wesan çekdar bû.
Ji bo
xurtkirina dostaniya kurd û îsraîliyan, erê vêga çi pêngavan tên
avêtin?
- Berî her tiştî,
baş e eger rewşenbîr, nivîser, stiranbêj û hunermendên kurd
nîzîkî hevdu bibin û xwe nîzîkî me jî bikin, da em pêkve ji bo
dostanî û aştiyê li hemû Rojhelata Navîn bixebitin, li ser hindê
re em dikarin pêkve karên bazirganî, spor û siyasî jî bikin. Bi
rastî me sala par biryar da ku têkeliyên xwe bi çar parçên
Kurdistanê re xurt bikin, hingê me endamek ji koma xwe (Şelom)
şand Ewropa û Herêma Kurdistanê ku bi hevalan re baxive ku me
xwestin heye ku pêkve karên çandî û hunerî bikin. Hejî gotinê ye
ku wezîrê Rewşenbîriyê kak Felekedîn Kakeyî qebûl kir, lê ta
nuho me çi bersivek wernegirtiye û hêşta me çi karekî hunerî û
çandî pêkve ne kiriye. Her wesan me bi ajansekî kurdî re
têkeliyek çê kir, lê berpirsên wê ne xwest bi mer e bidin û
bistînin û ta dawiyê. Lê dîsan hîvî heye ku ev ajans û
ragehandinên dî qebûl bikin ku em kurdên cuhû çand û hunerên xwe
pêşkêş bikin.
Tiştekî dî jî divêt hemû netewe û gelên Rojhelata Navîn bizanin
ku cuhû jî xwedan dîrok in û mafê wan jî heye ku bibin xwedan
dewleteka serbixwe û hejî gotinê ye ku îro Îsraîl dewleteka
serbixwe ye. Êdî çima bi dehan dewletên turk û ereban hene, lê
ne dewleteka cuhuyan hebe? Çima dewleta me ya demokratî nayêt
qebûlkirin? Her wesan mafê kurdan jî heye ku bibin xwedan dewlet.
Çima na? Mebesta min, divêt cara yekê em kurd hevdu qebûl bikin,
piştre gelek kar û xebatên dî yên hêja hene ku divêt em pêkve
bikin, her wesan divêt em ji bo dostanî û aştiyê pêkve bijîn û
bimirin, da ev Rojhelata Navîn wek Ewropê lê be.
Mesaja te ji
kurdan re çi ye?
- Mesaja min ji
kurdan re ew e ku, ew berî her tiştî yekîtiya xwe biparêzin,
Îsraîlê qebûl bikin û sûd û feydan jê bibînin û îbret û dersan
jê werbigrin, da ew jî bibin xwedan dewleta kurdî. Û di dûmahiyê
de, hîvîdar im ku ez rojekê li Kurdistanê û hem jî di kenalên
kurdî de jî muzîka kurdî bijenim û bi zimanê kurdî bistirim. Êdî
min gelek şelom ji kurd û Kurdistanê re hene û her bijî kurd û
Kurdistan.
Fermo li
hunermendê hêja Surçî guhdarî bikin:
http://www.youtube.com/watch?v=lQKPG-0Kz2Q
Zarathustra News
&
serwext.com
Rêze hevpeyvîn: Dostaniya Kurd û Yahudiyan -2-
|