Widad
Akreyî :" Her kes debe cih begre de nava ve prose de ji bo
çespandina aşti û aramî û ji bo parastina jiyane kesen civil".
Dîdar
Hozan X Efrînî
Jibo ji nêz de rewşa girtî û fişarên ku roj be roj bêtir dibin
li ser bizava rizgarîya gelê kurd li her çar alîyên Kurdistan
,me wek rojnama ASO li silêmanêyê başurê Kurdistan, bi baş zanî
ku hevdîtineke ber fereh li seroka rêxistina bergirî navneteweî(Defend
International)rêkbixin.
Herwa seroka rêxistina bergirîya navneteweyî
tîşk dixe bo ser erk û karên ku rêxistina wan, pê rabûye li
hemberî wan rijîmên ku li ser Kurdistan de dagîrkerin.
-nasnama we û ya rêxistina we…?
Bi kortî: Nave min Widad
Akreyî ye. Ez le bajarê Akre, le Başorê Kurdistanê, hatime dine.
Erke min a hiquqî u mirovahî seroka rexistina Bergerî Navnetewyî
(Defend International) ye. Ji layek din çend erk û xwendinên din
jî le paş min hene. Yek jwana pisporîya nexoşîyen zikmakî, a ko
min xwendî le Danimark.
Le universitîya Hevlere jî
xwendina endaziyarî a medenî min bedest xestiye de sala 1990an
de.
Le ser aste navneteweyî kar
û xebatên min hene, u de
meha oktoberê ya sala
2007an de, li Neteweyên Hevgerti, nûnertiya Rêxstina Bergerî ya
Navnetewyî min kirye. Di meha oktoberê ya sala 2006an û meha
Aprile ya sala 2007an de, li Neteweyên Hevgertî, nûnertiya
Rêxstina Efûya Navnetewî min kiriye. Chendin post u erken
navneteweyî de salen borî de min helgertine, wek: Balyoza
Rêxistina Efûya Navnetewî ya li Dijî Îşkenceyê, endamtiya
Desteya Bilind a Şaxa Rêxistina Efûya Navnetewî ya Danîmark,
endamtiya Komeleya Yekîtiya Ewropayê ya Rêxstina Efûya
Navnetewî, endamtiya Desteya Polîtîk a Berpirsyar a Rêxistina
Efûya Navnetewî, endamtiya Desteya Pêşxistin û Berfirehkirina
Rêxstina Efûya Navnetewî, endamtiya Desteya Kar a Rêxstina Efûya
Navnetewî, nûneriya Desteya Rêvebirya Bilind a Rêxistina Efûya
Navnetewî li ba Rêxstina Alîkariya Penabera ya Danîmarkî û
Desteya Îltîcayê, beşdarî de karê komîsyona kêmkirina çekan û
amadekirina beyannameyen kêmkirina çekan.
Niha min xo keşandiye le
rêxistina Efûya Navnetewî, û hemo kar u xebaten min ji bo
Rêxistina Bergerî a Navnetewî ye.
-kar û xebata we yên kû di xizmetî tevgera
rizgarîya neteweyîya kurdî de ta çend bandore xwe li ser
pêşkeftina pirsa kurdî li dervayê welat hebûye…?
Ç avpekeftinen
de nava meidyayen cihanî de derfetan dede ko serhatiyen xwe wek
zarokek, paşî wek jinek kurd û serhatiyen gele xwe wek meletek
bin dest, benme zeman û keşe û peşelkirinen mafen kurdan benme
berçav. Bo nemone de radio ya Danimarkî de ya fermoyî “Danmark
Radio (DR)”, do program hatin terxan kirin ji bo interview
kirina me bo mawa 3 saatan, û persen wan le ser doza gele kurd,
le ser zemane kurdî, le ser ayine kurdan a kevnar, le ser şere
kimyawî, le ser Anfale, le ser zor layanen diroke kurdî hebon.
Ev minaka le ser terxan kirina xwe ji bo peşve birine doze gele
xwe.
De hemo pêşkêşkirinen
seminaren hiqûqî, çandî, akademî û lêkolînî li piraniya bajarên
Danîmarkayê û şaxên Rêxistina Navneteweyî û saziyên çandî de ez
perse kurdan tinem zeman.
De pêşkêşkirina axaftinan
di bernameyên giring ên têkildarî mafê mirovan de ez de xizmete
peşkeftina pirsa kurdî me. De meha oktobere de, le Netweyin
Hevgertî, le New Yorke, de axftine me de le berdem komita yeke a
Nateweyin Hevgertî, hereşen le ser gele kurd le Başore Kurdistan
u dosiye işkence ya desthelatdaren Iraqe yen regima bere hatin
dobat kirin bi awayek nûh.
De sala 2005an de wek
nûçegihaniya Radyo a 2000FM ya usturalî- beşa kurdî, rewşa
gertiyen kurd le hemo parçen Kurdistane de hatine şrove kirin û
reyen çaraseriye de hatin ron kirin.
De bware çalakiyan de, de
nava rekxistinen Navnetewyî, me hewel daye ko keşen Kurdan de
nava zindanen regimen nedimokrat yen desthelat ben berçav kirin
û arîkirin.
Gelek gotar û nivîsin bi
zimanê danîmarkî di rojnameyên navdar de hatine bilavkirin. Her
wiha gotarên bi zimanê kurdî û erebî, û înglizî jî hatine
nivîsandine.
Ji aliyek din ve, di sala
2003’yan de romana min ‘Xebatnama Tara’ bi zimanê danîmarkî hat
bilavkirin. De vi pirtoke de diroka kurden başor de salen 1970 –
2003 hatiye gotin be şewe roman. Di sala 2005an de romana
‘Xebatnama Tara’ hat wergeran ji bi zimanê norvecî, u pirtok ji
aliyê Wezareta Çanda Norveçê ve hat kirîn û ji bo hemo
pirtûxaneyên Norveçê hat nartin.
-Aye jibona rojnameûsanî kurd adnan hesen por
û hîwa, hewildanên we gêştin kû…ta azad bikin…?
Rêxistina Bergerî
Navneteweyî matersiye xwe sebaret bi herdo rojmausen kurd anî
zeman, û her de meha 7an de kempinek despekir û hat xwastin ji
desthelatdaren Irane ko sizaye le sedaredane le ser wan la bebe.
Herweha me peywendiyen fermoyî gertin di gel Neteweyn Hevgertî,
Yeketiye Europî u CPT ve, û le wan hat xwastin ko karbeken ji bo
rawestandine van sizayan û peştgeriye xwe derberin jibo herdo
rojnamavanen kurd. Em pir xoşhalin ko hemo kesen me peywendî
pera kirî bi xeber hatin le ser rewşa herdo rojnamavanan.
Û namayen hinek layanan
hatine bilav kirin le ser malpere me.
Rexistina me sopasiye
hemo layanen hevkar deke, û hemo xoşik u brayen me yen ko
peştgeriye xwe derberî û name şandin yan jî kempina me bilav
kirî. Bi hevkariya xort di gel wana em gehştine ve qonaxe ko
dadgaya Irane sizaye lesedaredane le ser brez Hiwa Butimarî la
beriye, le bele heşta brez Butimar ne hatiye azad kirin.
Zor bedaxewe ko sizaiye le ser brez
Adan Hassanpoori hat pesend kirin. Le bele hevîya me heye, û em
kar û xebaten xwe berdewam dekeyin û niha me kempanyayek nûh ji
bo serbestberdana herdu rojnamegerên Kurd destpêkiriye, ku li
gor vê rewşa dawî, nameyên bi înglîzî ji rayedarên Îranê bêne
hinartin. Navenda PEN-a Kurd û gelek komita û rekxrawen din jî
piştgiriyê xwe derberî jibo vê kempane û ji hemû endam û dostan
xwe xwast ku nameyan ji rayedarên re bişînin.
Em hevîdekeyin le hemo kurdan û
mirovdostan ko peştgeriye kempina me beken, û namen ko hatine
amade kirin bene hinartin dako rojnamevanen me ben serbest kirin.
Peywendîyen me di gel saziyen
navnetweyî anjamen ditir jî hebon. Xelata “Azadiye Mediya” ji
aliye do groupen mafenmirovan yen Italî, hate dan jibo Adnan
Hassanpoor u Hiwa Butimar. De dimahiye meha Novembera 2007an,
xezmen herdo rojnamevanan amade bon le şare Sienna û xelat
wergert.
-Rewşa jin û gêncên kurd li rojavayî Kurdistan li jêr
fişareke pir mezin daye ji hêla rijîma sûrê de,herwa ji sale
2004 ta îro nêzîkê 5 jin û 15 kurlaw di zindanên rijîm de bê
serû şûnin, ma gelo we hîç tiştek jibo wan kir yan na…?
Hemo rodawen le Rojavayi Kurdistane ro deden em le ser
radewestin. Niha jî le ser malperen me çendin kempin hene jibo
gele me le Rojava ye.
Kempina me hatbo dest pe kirin jibo do nûseren kurd: brez
Ibrahim Mostafa u brez Adnan Şex Bozan. Kempin serketî bo û
geheşt anjam di roja 24 Oktoberê 2007an, roja azadkirina herdo
nûseran.
Kempina me hatiye dest pe kirin jibo keça
kurd a geng Cihan Omar. Hêş brez Cihan ne hatiye berdan, le bele
desthelatdaren Syria nakerebon ko kotahiye bi jiyane we binen ji
ber ko wan zanibo haya me ji gertine we heye.
Kempin me kerebo jibo brez Şex Ali, sekertere
parta yeketî le Suriye, û ji bo andamen mala brez şex Xezniweyî,
u hin kesen din û aw hat berdan.
De Novembera 2007an çend xopeşandan hatin ole
le Rojava ya Kurdistane, û gelek kurden civil hatin gertin. Her
de we deme de me kempin bilav kir bi zemanen înglizi, erabî û
kurdî jibo azadkirina gertiyan. Niha zaniyarî bi deste me
geyştine, û 6 gengen kurd hatin berdan de despeka sala nûh de.
Kempina me we berdewam deke ta hemo gertien wan xopeşandanan ben
berdan, û herweha do jinen kurd yen ko de van rodawen dawî
hatine gertin.
-Jibona fişar û hereşeyên dewleta tirk jibona riswakirin û
piştgrî kirina li xelkî sivîlî kurd li qandîlê we li nav sazîyên
cîhanî de çikir…?
Yekem pengav geftugo kirin bo le ser doze, û heweldan ji bo
peştgerîkirina saziyen civil û cihanî ji bo kempina me dijî
hereşen tirkan bo.
Seroke leşkere tirkan le ser akranen TV ye got ko “Amerika
zaniyariyen istixbaratî dayne deste me, û vekirina esmane Iraqe
ji bo me wataye peştgeriye Amerika ye ji hereşen leşkere me”.
Niha me peywendi bi seroka Amerika kiriye, û herweha di gel
seroka congrese Amerika xatu Nansi Pelosi, û me aniye zeman ko
nahet qebol kirin ko Amerika arikariya tirkan beke de van herşan
de, û esmane Iraqe ji bo tirkan awala beke dako tirk herşen xwe
bi azadane anjam beden.
Ji layek din ve destdrejkirinen tirkan le ser axa Başor û le ser
gele me le wer hatiye qelemdan wek peşelkirina yasayen
nevnetewyî. Nerin u boçonen rekxrawa me Defend International
hatiye diyarkirin de nameyein kempina me, yen ko hatine
bilavkirin û dikaren bene hinartin jo bo wan layanen me peywendi
pera kirin:
Consola Europî le Paris u Bruxele, û ji bo Sekretere geştî a
Neteweyen Hevertî brez Ban Ki-Moon, û serok komare Iraqe, û
seroke Herme Kurdistane, û serok hokometa Iraqe, û seroke
hokometa Herema Kurdistane, û seroke Tirkiye, û seroke hokometa
Tirkiye.
-bê dengîya rayê giştî cîhan li hemberî kiryarên ne rewa yê
artêşa tirkî li herêma kurdistanê, çi wateyê dide…?
Tirkiye di be
paşekeşe beke le gonden herema Kurdistane. Na be hezen tirkan de
nave hereme de cegir bebin.
Rekxrawa me Defend
International hereşen tirkan şermezar deke. Hereşen tirkan
aşkira kirye ko Turkiye reze le serwerî ye Iraqe û Başore
Kurdistane nagere. Koştina xeleken civil û tekdana hinde gondan
peşelkirina rekewtenen Geneve ye.
Bi dengi ya her
layaneki hawbeşi ye de peşelkirina rekewtenen Geneve û yasayen
navneteweyî, bi tabyet Blenama Paris û berga 2 xala 4 a Blenama
Navnetewyi a Netewyen Hevgertî. Blenama Navnetewyî beşeke de
yasayen orfî yen Navneteweyî ye û de be hemo welat pabend bin.
-Êwe wek jineke kurd li astî navcîhanîda
navdarin,aye berhemên kar û xebatên we ta çi radê xizmetî jina
kurd dike, kû di demekê da,bi sedan jin li Kurdistan xwe
dişewitînin, û bi taybet li herêm azad da…?
Di gelek kenalên TV, radyo
û malperên înternetê de, derbarê mijarên mafên mirovan û tundiya
li hemberî jinê de gotin û nivisen me hene. Herweha beşdarbon û
amadekirina zor bername û program û mejaren kanalen sataliyetê
le ser koştine jinan û xosotine jinan le hemo parçen Kurdistane.
Dîsa
di amadekirina gelek kempinên cur bi cur ên rêxistinên Kurdî,
danîmarkî û navnetewî em bûyene alîkar û me rewşa jina kurd û
feşaren le ser wan keriye beşek de programan de.
Konferanse jinen kurd le
havîna par sal le Almaniya hat le dar xistin. Jinen kurd ji her
4 parçen Kurdistane solgana: “Jin jiyane – jiyane ne koje!”
pejerand. Rekxîstina me proje xwe sebaret bi koştinen şerefe
peşkeş kir.
Projen din ji le peşa me
hene û hewlen me hene ko konferansa Jinen Kurd le Başori
Kurdistane de sale nûh de bet bestin.
Diyarda şewitandin û
koştina jinan diyardek zor diltezene. De be reyen çaraseriye
hatban çespandin, le bele hejmara koştina jinan heş blinde û eve
diyar deke ko strategiyek le layan perpersiyar şaşe yan ji tune
ji bo kotiyi înana koştine jiyane.
-rewşa kerkûk piştî kû bi 6 meh hate
paşvexistin wun çawa dinirxînin…?
Wek kurdek nerina min awe
ku paşvexistina ce bi ce kirina berga 140 denava yasayen Iraqe
de, paşveçone de proseya demokrasî de. Egerên ve paşveçone
nezanina berpersiyar û siyasetmedarên kurdane, û xoşbawerî ya
beramber bi hokometa navendî le Bexda û sozen Amerika. Belke hin
egerên din jî hebin, le bele ger siyaset û strategî ya drost û
seranser heba, we çaxe kes, de xewena de jî, nekarebo hezira
paşvexistina berga 140 beke.
-namê we ji part û rêxistinên siyasî û yên
sivîl yên kurdî çiye…?
Sebaret jinan
Rekxrawa Bergerî Navneteweî
dawa le part û rexistinêen siyasî deke ko persgeriya diyarda
koştina jinan bet çareserkirin. Kem nebona reja koştina jinan
yako te rageyandin diyar deke ko debe gaven din bene havetin. De
be layanên berpersiyar xodî derkevin le parastina hawlatiyen
xwe.
Sebaret hereşên Irane û
Tirkan
Hereşên Irane u Tirkiye le
ser gondan Başor de deme borî de bone sedeme der bi der kirina
sedan xanewaden kurd. Niha jî hereşen dawî yen tirkan boyne
êgêra çolkirina gondan û jiyane hezaran kesen civil, bi mindal u
kal ve, texne metersiye de. Frokyen F16 zîyanen pir mazin bi
gonden Başor geyandiye û tenanet qotabxaeş hatine taxitkirin.
Nîgeranîya me
heye le ser jiyana kesen civil û herweha le ser barûdoxa
tendrositîya wan. Çendin hawelati hatine bê mal û cih kirin,
çendin kes hatine koshtin, û çendin mindaliş hatine brîndarkirin.
Niha jî pewestiya hawelatiyan heye bi yarmetî ye, de vi deme
sale de, û serma û seqe heway.
Dawa le desthelatdaran
dekyin ko hemo pedawistî ji bo hawelatiyan ben terxan kirin û
kar beken ji bo rezgertine le serwerî ya Herme Kurdistane. Di be
Tirkiye hemo serbaziyen xwe rawestine, ji ber ko ev hereş debin
sedeme tekdane asayiş û heminî û tenaneyî de Herema Kurdistane
de. Di be Tirkiye pabend be bi rekewtenet navneteweyî. Erke
desthelatdaren ko de nava ve doze de cih degrin ewe ko rez le
yasayen navneteweyi u yasayen mafemirovan bet gretin.
Her kes debe cih begre
de nava ve prose de ji bo çespandina aşti û aramî û ji bo
parastina jiyane kesen civil.
Em cixte le ser dialoge dekin, û
berdewam debin de çavderî kirina barodoxe.
Sebaret
gertî û zindaniyan
Maven hemo kesan de be bên
parastin. Rewşa tendrostî a zindaniyan de be bet çavder kirin û
hemo pedawistiyen tendrostî ji bona wan ben terxankirin. Îşkenje
debe bet rawestandin. Şarestanîyet geredayî qedexekirina îşkeje
ye.
Sebaret rexistinên civil
Teka le hemoyan dekeyin ko
herdem bê layan kar beken, û berjewendî a gele xwe binen berçav,
û xwe dur bexin le hezir û berjewendî yen kesayetî. |