|
|
|
|
|
|
|
. |
|
|
|
|
|
K.B.X-11.05.08.1700.EU |
Parlamenterên Eurotirk:
Bidestxistinên demokrasiyê di xeterê de ne
Parlamenterên Ewropî ku bi eslê xwe ji Tirkiyê ne, daxuyaniyek
hevbeş belav kirin. Daxuyaniya wan balê dikşîne ser têkçûna
demokrasiyê li Tirkiyê û xeterên li pêşiya wê. Li gorî nuçeya AB
yê, parlamenter dibêjin:
”Îro hewildanên li Tirkiyê hene, ji pêşketinê bêhtir berê xwe
dide avabûna komikan û hêzên polîtîk. Ev çûn rê li ber
pêşketinên demokrasiyê digire û ji demokrasiya heye bi xeter e.
AKP bi rêya hilbijartinê hatiye ser hikum. Dixwazin wê bi planên
derveyî demokrasiyê têk bibin. Şaredarên DTP yî bi rêya
hilbijartinê hatine ser kar. Dixwazin wan ji kar bidin avêtin.
Em van helwêstan protesto dikin.
Durxistina şaredaran Pirsa Kurd çareser nake. Hemwelatiyên
Komara Tirkiyê ku nijadkurd in dê bi durxistina wan nerazî bin.
Bi rêya girtina partiyan sekularîzma li Tirkiyê nayê parastin.
Kesên bi vê rêyê bihêzbûna xwe nîşan didin, xelkê ber bi ji hev
veqetandinê dibin, rê li ber avabûna kom û hêzan vedikin. Ev
qonaxa ku bi hilbijartina serekomarê Tirkiyê dest pê kiriye,
çaraserî ji çi pirsgirêkan re nehaniye. Berevajî wê, problemên
hene mezintir kirine.
CHP, berê ji bo çareseriya Pirsa Kurd xebat û planên xwe yên
erênî hebûn. Li dijî qedexeyan bi kurdan re itifaq pêk dihanîn.
AKP jî bi CHP re di çarçoveya stratejiya Ewropayê de ku
demokrasiyê û pirdengiyê li welêt xurt bikin, dixebitîn. Lê niha
meydana siyasetê bi cî hiştine. Mirov nikare qet vê helwêsta wan
fêm bike.
Banga mej i bo partiyên di meclîsa Tirkiyê de, parlamenteran ew
e ku, siyasetê bi rêya demokrasiyê pêk bînin, ji bo vê
bixebitin. Divê rojeva wan parastina demokrasiyê be. Ji bo rê li
pêşiya Tirkiyê vebe, pêşxistina demokrasiyê û diyalog şert e.
Divê giraniyê bidin xebatên wisa.”
Kesên beyan îmze kirine ev in: Nebehat Güçlü, parlamantera
eyaleta Hamburg ê, kesk (GAL), Mehmet Kaplan, parlamenterê
Swêdê, kesk, Giyasettin Sayan, parlamenterê eyaleta Berlinê,
çep, Cem Özdemir, endamê Parlamentoya Ewropayê, Mürvet Öztürk,
parlementera eyaleta Hessenê , yekîtî 90/Yeşiller, Mustafa Kemal
Öztürk, parlamenterê eyaleta, yekîtî 90/Yeşiller.
Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se
|
|
. |
|
|
|
Çapkirin
ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye |
© |
جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي |
|
Kurdistana Binxetê
|
كردستان
سوريا
|
Kurdistan Syrien
|
|