Pirtûkên
hilbijarte -1-
Xwendina
pirtûkan ji min re ne hobî ye. Nexweşî ye. Ez evîndarê xwendina
pirtûkan, ew jî hevalên tenêbûnê û xezîneyên manewî ne. Hejmarek
pirtûkên hilbijarte hene ku li ber destê min in. Ez hemalê wan,
ew jî derdê min dikşînin. Ez dixwazim di vê rêzenivîsê de, li
ser wan pirtûkan kûr bibim.
Pirtûka bi dîmenên jiyanê barkirî:
”ÇÛ”
Gabar Çiyan
”Piştî
demekê zarok raketin û min jî mihawele kir ku bi xewê re herim.
Ji nişka ve kete bîra min ku piştî heyşt salan, ew cara pêşî bû
ku ez û zarokên xwe dikira li eynî odeyê raketinan. Heta bi wê
bistîkê jî nehatibû bîra min ku em di malekê de dijiyan, lê em
li ba hevdu raneketibûn…
Min bi
wê kurterêwîtiyê hanê ferq kir ku, piştî çend salan, cara pêşî
bû ku ez ew qasî nêzîkî zarokên xwe dibûm…”,
dinivîsîne nivîskarê hêja Enwer Karahan di pirtûka xwe ya bi
navê ”Çû” de.
Pirtûka ”Çû” ji
gelek serpêhatiyan pêk tê. Ceribandinên cewaz hilmek e nû dide
xebata wî. Bi zimanek bilind hatine nivîsîn. Beşek ji wan
serpêhatiyan, bîranînên nivîskar in. Bîranîn û serpêhatiyên wî
mirov bi xwe re dibe gelek deverên Kurdistanê. Rojên kêf û
şahiyê, bîranînên bi wate û rojên nexweş nirxê berhemê bilind
dike.
Rêwîtiyên Karahan
têra xwe balkêş in. Rêwîtiya bi zarokên xwe re, ku çend malik jê
li jor hatine nîvîsîn, mirov, li ser jiyana xerîbiyê kûr-kûr
dide hizirkirin.
Li
welatê xerîbiyê, di malekê de û di nava endamên malê de, biyanî
bûn, ji hev dur ketin dikare bibe an na?
Gelek kes bi vê
pirsê her roj rûbirû dibin. Lê newerin ji xwe bipirsin. Rastî
tal e. Nexweş e. Û em pê re dijîn, lê qala wê nakin. Li dora wê
diçin û tên. Karahan, bi wêrekbûnek bêsînor berê neynikê dide
xwe û bi saya berhema wî, em jî rastiya xwe dibînin...
”Eydiya
we bimbarek be!”
qala cejnên olî yên li welêt dike. Mirov bi xwe re dibe demên
berê. Berî cejna şekir, anjî qûrbanê. Kirîna cilan û şekirên
eydê, çêkirina xwarinê. Şeva cejnê, xeyalên zaroktiyê û di nava
xeyalan de raketin, di xew ve çûyîn. Roja cejnê, hatina mêvanan,
derketina derve û serdana malên nasa, xizm û cînaran. Xwarina
şekirên rengo-rengo û kêşnadina çixareyên duviksor.
Ez bi xwe, di nava
xetên Karahan de wunda dibim. Ez pê re, li Kurdistanê dibime
mêvan. Bi heyecana berî cejnê û roja cejnê re, mal bi mal
digerim. Şekirên nav kaxezan, yên qulqulkî, hamizhulû tam dikim.
Û li xerîbiyê nebûna cejnên wisa û berîkirina dengên selaya
meleyên welêt ji min re jî dibe cihê êşê…
Min Amedê dîtiye.
Gelek caran lê bûme mêvan. Lê geriyame. Ez hinekî Amedê nas
dikim. Lê Amedê, anku Diyarbekirê qet ji min nepirsin. Ji
Karahanî bipirsin. ”Rêwiyê
Diyarbekirê siwar be!” bixwînin û di nava rêzên wî de
li Amedê bigerin: Xwirîniya xwe li cem ”cegercî Hecî” vekin.
Paşê di ber Çarşiya Şewitî re derbas bibin, li ber dikana Niyazî
Xoce hilmekê ji çixareyekî ji tutina Mûşê bikşînin, li dikana
Yûsifê kor jî dewlemendiya buharatan bibînin. Li ber deriyê
Mêrdînê, li qehwexaneya Dêrikiyan çayekî giran vexwin. Rêya xwe
bi Bexçeyê Terzîler bixîne tasek ava sûsê vexwin. Noşîcan be…
Karahan ji bo
danasîna Amedê derdikeve rê, lê ew, sînorê danasînê û
ceribandinê derbas dike. Nivîs dibe fîlmek dokumenterî. Mirov bi
xwe re taxbitax, kolanbikolan digerîne. Cî û kesên navdar bi
saya rêzên Karahanî dibin dîmen, tev mîna malikên fîlmekî li ber
çavên mirovî têne nîşandan…
Pirçandîbûn,
pirengbûna welatê me, gelek caran di berhemên me de cî digirin.
”Kirîvê Gaso” jî yek ji wan ceribandinên lê hêja ye.
Karahan, di vê ceribandina xwe de, qala rengekî din, çandekî din
ji yên welatê me dike. Dewlemendiya wan çandan, ji awira aborî û
çandî ve dihêne zimên.
”Erê
Kirîvo… Tu yek ji filehên Dêrikê bûyî. Filehên me! Ew hemû jî
sinetkar bûn. Ji cildirûtiyê bigre, heta bi necarî, nalbendî,
terzîtî û koçkariyê di destê wan de bû…
Ruwê me li ber te
reş e, kirîvo. Li dibistanê jî me bela xwe di Yaqûb û Sêpanî
dida ku ew eşhida xwe bînin…
Ji me
re hatibû gotin ku mirov filehekî bike misilman, mirov dê here
buhiştê…
Haa
Kirîvo..!
Ez bi
ezameta te dikim ku me gelekî bêriya we kiriye. We ew dever terk
kirin û we em bê xwedî û omîdî hiştin. Tehma sohbet û henekan jî
nemaye, kirîvo…”
Rengên welatê
me, ermenî û asurî (suryanî/ kildanî). Cuhuyên me. Û koka dara
me, kurdên herî esîl, Yêzîdiyên me. Û kurdên misilman. Rengên
welatê me, bi hunera destan û pisporiya aboriyê dewlemendiyek
mezin pêşkêşî welatê me dikirin. Em tev, mîna pêşiyên xwe, dapîr
û bavpîrên xwe li wir çêbûn. Li wir mezin bûbûn. Dêr, sînagok,
lalêş û mizgeftên me hebûn. Li welatê me, li dêr, sînagok, lalêş
û mizgeftan destên nûranî ber bi esmên ve dirêj dibûn.
Duayên wan bi keda wan re dibû
bereket û bi ser welêt de dirijiya. Rengên cewaz tehemûla hev û
dewlemendiyek çandî pêk dihanîn. Tehemûla xwezayî hêviyên mezin
dida mirovî…
Paşê em
ji hev hatin durxistin. Em bûn siwarên xelkê û şervanên hizirên
wan. Nemerdên xwînrêj, şerê birayên me û rengên welatê me kirin.
Û em jî bi xwe re kirin heval. Pêşî dawiya wan anî. Paşê jî berê
xwe dane me. Şerê wan yê li dijî me îro jî didome.
Xeyalên me û
rengên welatê me yek bi yek têk diçin…
Karahan, weke
gelek nîvîskarên me yên li ser pirçandîbûnê pispor in, zane ne,
vê êşê dibîne û dihêne zimên. Li wan rojên xweş digere. Bi
awirek rexneyî nêzî buyeran dibe. Bi zimanekî bilind, berhemekî
hemdemî pêşkêş dike. Neslên nû li ser buyerên giring û rengên
welatê me agehdar dike…
Berhema “Çû” ji
40 ceribandin, serpêhatî û bîranînan pêk tê. Her yek ji wan têra
xwe dewlemend e. Ne tenê ji awira edebî, lê belê ji aliyê dîrokî
jî têr û tije ne.
Berhem di nava
weşanên DOZ ê de, di îlona 2006 an de li Stenbolê derketibû. Bi
kurdî ye û ji 160 rûpelan pêk tê.
Kesên bixwazin vê
berhema hêja bi dest bixînin, dikarin bi vê navnîşanê têkiliyê
deynin: dozyayinlari@yahoo.com
Enwer Karahan
kî ye
Di sala 1964 an de li Dêrika Çiyayê Maziyê hatiye dinyayê. Heta
sala 1991 ê li Dêrikê bi xebatên cewaz daketiye. Di sala 1997 an
de hate Swêdê û ji wê salê û vir de ye ku li Stockholê dijî.
Berî vê kitêba xwe sê kitêbên din yên kurtenovelan nîvîsî ye.
- Di xebata te de,
qala cejnek olî tê kirin ku mirov bi xwe re dibe cejnên kevnare.
Gera li Diyarbekirê weke dokumenter fîlmekî ye. Kirîvê Gaso qala
pirçandîbûna welatê me dike. Her wisan li ser jiyana rewşenbîrên
kurdan jî dîmenên cewaz hene.
Me di analîza li ser
vê xebatê de sernivîsek wisa nivîsî: Pirtûka bi dîmenên jiyanê
barkirî: Çû.
Dîtina te çi ye?
E. Karahan: Meseleya
navê kitêbê jî taqdîra we ye. Min navê "ÇÛ"yê lê kir û ew bi wî
awayî hat belavkirin, jê pê ve kî çi navî lê dike yan jî bi
kîjan awayî şîrove dike, êdî ew ne karê min e. Lê heger
şîroveyeke piçûk pêwîst be û tu wê ji min dipirsî; rast e ku
gelek tîp, cîh, his, şexsiyet û dîmenên civata kurdan û yên
kultura miletên cîran di van nivîsan de hene. Heger qesda te di
vê maneyê de be, tu bi heqî ku navwekî weha lê bikî. Ji xwe ev
nivîsên hanê hin caran xwe li perên delavên çîrokê qewimandine û
hin caran jî li deriyê helbestê xistine; hin caran verşandina
hisên mirovî ye û hin caran jî lipêgerîna bîranîneke nejibîrkirî
ye, loma jî ew netîceya komkirina gotin û vegotina prosesa
demeke bi zahmet e. Heger bi vî awayê xwe bala xwendevanan
kişandibe, ev tê wê maneyê ku ev celêbê edebiyatê jî dê cîhê xwe
li ba kurdan pêde bike û ev yek jî kêfa mirovî tîne.
Zarathustra News
– zarathustra_news@comhem.se
|