|
|
|
|
|
|
|
. |
|
|
|
|
|
K.B.X-16.05.08.11.30.EU |
Bêzar
Abbas-Abbas
01/04/07-Lüttich. B
Ji
destpêka biharê, tîrêjên rojê bi danê bêriyê re, germ xwe
berdidan ser tingê rîxan li gundê Nisran, ji herêma bajarê
Qamişlo!….. Çarîkê û heya ku bi vê germê re, hilm ji rîxên hêwî
di fûriya û pê re dida pozê Bêzarê Keçel, tengezarê bê kes û
bêkar û bêcar!…..
Ji rojhilat û her roj, ev çend salên Bêzarê Keçele, ku ev
tilmanê ji rîxên sewalên di vê tarîkê de hatiye bilind kirin, ji
xwe re kiriye bergih, ji qelîviska ve li ser mitika wî di rûnê û
bi dûyê çixarên ku wek tilya distê xwe ya navê sitûr didê pêçan
re, li her mirov û her sewal û heya her mirîşkê di vî gundî de
temaşe dikê, pê re jî keserên kûr û germ, ji kezeba rizî berdidê!…..
Sedem jî, ewe ku şopa her kesî ne rast dibînê, çi lev û xebata
gundiyan di nav sikak û kolanên gund de, çi bangdana Melê, ku di
her pênc danên rojê de, li ber serê wî bang didê!…Û çi şanaziya
lawê Axê, yên tolaz!…Êdî heya xepara mirêşkên gundê Nisran, di
nav rîxên ting de, ne li gor daxwaza wî derbas dibê!…Lwere jî,
her tim bi wan de di qîrê û bi zirt dibêjê:
- Ev bêxwdî, ting berem di kolin û kûr didin xepartin, êdî
Welahî wê rojekê di bin min de bê hêrvandin!….
Nûçeyên gundiyan, çi peya û çi jin û heya xort û zarokan, heya
sewal û mirîşkan, li ba Bêzarê Keçel in !….Tev jî, li gor
baweriya wî, şopa wan xwehire û bê soz û bê bawerîne!… Ji lewre
jî, ji derdê vê xweheriya ku li ber çavên xwe her roj dibînê,
her tim xemgîne û keserên germ bi dûyê çixarên xwe yên wek
tiliya destê xwe ya sitûr didê pêçan re berdidê, wilo jî lal û
bê deng di dilê xwe de leanetê li felekê tînê!……
Gelo ev keserên han, encamên çi derdî ne?……Pirsek bû ku heya
Bêzarê Keçel bi xwe jî bersiva wê nedizanîbû!……Nexwşî…..Perîşanî……..Bêkarî……Keçelî……..Lîkitika
li herik……Êdî wek kêlîka ku berê xwe didê ezmana û bi qîr bang
li Yezdan dikir û di got :
-Ma Xweda…..Hîn derdek li ba te maye û te bi laşê min de
neberdaye?!.....Te bi melyona kes di vê cihanê de jibîr kirin û
te ez bi tena min dame ber çavên xwe!…
Li peyê vê jî, bi şanazî gotina xwe berdwam dikir û di got:
-Mala wî eva, ku ez bi tenê li hemberî xwe dîtime!…..Ev jî
serbilndayêyeke pir girane ji belengazekî wek min re!…..
-Lawoo …..Bêzaro………Kufriya nek…..Tiştên ji halo mestir li ba wî
hene, ku bi te bikê…..Estixfara xwe bîn!….
-Na….Na…..Ahaaa… Ev qûçê wî…..Çî dî maye bila bi min bikê….Ma ji
van kul û êşan pê ve!…..
Bêzar bi kenekî ne ji dil re, ev bersiv dida û li peyê jî û ji
bêhna teng di kuxuya, bi kuxukê re jî, keçeliya xwe di bin
dismalê de di xwerand, bi destê dî û bi serê dismalê, bihvila ku
tim li herik bû, lîkitik paqij dikir!…..
Hingî jî, ku ev her sê karên han bi hevûdin re di qedandin,
mizek jikel li çixarê dida û dûyê di gulmika wî de civiyayê, bi
bêhna rîxan re berdida kezeba tengezar!..
Bêzarê Keçel, wêniyek ji sirûşta kurdistanê bû, êdî wilo ye, ku
heya wênekarê herî navdar di dîroka mirovantiyê de, nikarê wî
bidê wêne kirin!…
Danfinşî, Cokenda, bi du rûyan dabû danîn, şîn û şahî!…..Lê di
rûyê Bêzar ve, bi dehan tişt diyarin, ku di rûyekî bi tenê de,
cih nagirin !….Bêhna teng ji kezeba elorî, ku xetên çep û rast
di aniya wî de dane kolan ……Rengê rûyê zer, ji kêm xwarinî,
ergûşkên bel û eyarê tenik…..Dinanên ji nêkotînê zer û ji kêm
tewaşî, çi şîr û çi berhemên ji şîr, kelemkotî bûne, ji
bêxwarinê jî, her tim qeremên wî sistin û çav xewgirtî, di bin
wan re jî, wek du hebanên dagirtî ji ba, her tim nepixî ne!…..
Lê wilo jî, viyan û ne serîdanîna di hinav û cegerê Bêzar de,
heger navekê jê re hebê, bo berdewamî di vê jiyana kotî de, wê
berxwdana bêhembe be!…..
Bêzar, temenê wî derbasî salên pitşî sihî dibe, lewre dilê wî ji
wî tiştê ku di serşokê de her tim bi xwe dikir, sar bû ye!…..
Nema wê germê didê hinavê wî û kela rayên wî didê sarkirin!…Her
tim jî di dawiya wê de ev ji xwr di got:
- Leaneta Iblis li te be…..Bêzaro…
Bêhnekê heya car dî di dilê xwe de li xwe di vegrand û di got:
-Xweda, tu di zanê ku ji bêçariyê!…..Êdî li min negir lwooo…..
Roja înê, bi hin peya û navserên gund re, derbasî camiya gund bû,
camî li rojhilatî gund û bakurî tingê rîxa ye, bi çend kerpîçên
ji heriyê hatiye avakirin û wek pêncî kesî, dikarên nemaze xwe
têde derbas bikin!….
Melyayê ku baş Bêzar nasdikê, dibin çavan re bi tirs lê nehêrt û
di dilê xwe de tiştek got!…Û bi dengekî bilind jî û bi madekî
tirş, istixfara xwe anî!…. Lê wilo jî, bê deng dest bi nemazê
kir, gel xwe li peyê rastikirin, û ku li çep û rastê xwe temaşe
kir û bêyî ku li Bêzar bi nêrê, dest bi xwendina quranê kir!….Tiştê
pêşî ku bi dengekî bilind ji devê Melê hat der, ev gotina Xwedê
bû…..( Min, mirov ji nêr û mê çêkir in…..) Hîn Mela ayet bi dawî
nekirî, dengê Bêzar bi ser dengê wî ket û bi hêrz got:
-Lê bo min, tu mê neda çêkirin!……
Nemaz hat birîn û gel li navhev ketin, hin keniyan û hin gotinên
nebaş ji Bêzar re dan, dawî jî di pencera camiyê ve hat
derxistin!….Ew jî jiber ku Mela li ber derî li benda wî bû !….
Ji der de, pit pita Bêzar bû, gotin ji Melê re didan û di bere
jî li xwe di vegerand…..
- Mê…..Lwooo…..Ya mê !?…..Tiro ew û Axayê xwe bi çar jina ne û
ez perîşanê xwedê, ji xewina û serşokê pê ve nabînim!…….
Tingê rîxan, bergiha Bêzarê dilxemgîn bû, car dî vegeriya ser
tilmanê genî û hisret û hêviyên xwe di bin tertên hêwî de didan
veşartin !…
Hingî jî ku hilmek ji çixara wek tiliya xwe sitûr kişand û bi
bêhna rêxan re berda kezeba xwe, ji xwe re di dilê xwe de got :
-Raman û hêviyên genî, cihên wan di bin tingê rîxan de ne!….Êdî
bila wek hevîrtirşê dayika min, ji pêşerojê re tirş bibin !…..Axxxx….Felek
!…..Heger carekê ji bo min ti zîvirî !….Bila îdî Melawoooo……. Tu
bi du jina be !…..
Li peyê vê gotinê re, car dî di vegeriya ser kewna xwe ya berê,
temaşe kirin û nerxandina li her kesî û her tiştî !….Û ne
razîbûa bi keserên germ re fetisandî !….
Biriyara wezareta rewşenbîriyê, ya komara Suriyayê ew bû, ku
nexwendevaniyê di dewleta xwe de ji holê rakê, bi taybet
nexwendevanî di nav kesên gundî de, lwere jî Mamostayê gundê
Nisran û li gor fermana gihiştiye destê wî, biryar girt ku di
dibistanê de û piştî ku zarok vegerin malên xwe, dest bi firbûna
peyayên gundî jî bikê !…..
Dibistan, li rojhilatî camî û tingê rîxa ye û tingê rêxan jî li
başûrî camiyê ye, lê di nav bera dibistan û tingê rîxan de, çala
genimê Axê ye, ku di destpêka payêzan de, çi genim û çi ceyê xwe,
têde didin bin ax kirin, genim ji bo tov û ervana û ce jî ji bo
êmê sewalên xwe di zivistanan de!…Li peyê vê çala ku ji demeke
dirêj ve nehatiye bikaranîn û ji ber ava baranê, taqên wê
hêrivine, ku êdî fereh bûye wek hefîr, li peyê jî konçaleke pir
fereh jî heye, ew jî jibo kerpîçên dibistan û yên camiyê hatbû
kolan !….
Mamosta ji dibistanê hat der û berê xwe da Bêzar, ji dûr ve bi
destê hildanê re bang lê kir û jê xwest ku herê ba wî !…..
Bêzar, ji ser mitika tingê rîxan, bi ser hefîrê de jikel bezî û
jikel çal qevast, li bayê bezê ku hefîr qevast, li alîyê dî ku
konçal ne dûr bû, xwe ne girt, terpilî konçalê û di ser serê xwe
re gindrî !…Ji şerma, bilez rabû ser piya û bi xwe ket, çekên
lewitî paqijkir û tena tena berê xwe da Mamosta !…
-Bêzar….Li peyayên gund bigere, ji wan re bibêj, bila werin
dibistanê !…
-Çi me !?….
-Ti ji wan re bibêj, êdî tuyê bizanibê çi me !….
Bêzar, tarik bi tarik li gund geriya û çi peyayê ku ew dît, jê
xwest ku herê dibistanê, jiber ku Mamosta wilo dixwazê !….
Bêzar xwest bizanibê, ev li hevkomkirin bo çi ye, loma ew jî bi
peyayê gund re derbas bû ba Mamosta, lê wilo ew jî ket xefkê,
Mamosta navê wî jî da nivîsandin û li peyê jî ji gundiya re
diyar kir, ku kesê ji vê hînbûnê bêyî sedem dûrbikevê, wê li ba
polîsan bê tewanbarkirin !….
Jiber ku Bêzar di zaroktiya xwe de Quran xwendibû, pirtûka pêşî
ya sertayî li ber hesan bû, loma jî bi ser peyayên dî ket û tim
jî Mamosta bi serkeftin, navê wî ditanî ser ziman, encama vê
serkeftinê jî, kir ku Bêzar rojnamên di pencera dibistanê de
zerbûne bi xwenê!….. Hingî jî, ku sê mehên firbûnê bi dawî bûn,
Bêzar wek xwendvanê yekem hat nîşandan!…..
Ev serkeftin û firbûna Bêzar, gihişt nûnerê partiya Komenîst di
gundê Nisran de, loma roja dî di kêleka Bêzar de, li ser tilmanê
tingê rîxan, ew jî rûnişt û bi dizî ji bin sakoyê xwe ve,
rojname bi zimanê erban, ya bi navê ( Berxwdan) anîder û bilez
kir nav destê Bêzar de!…..Li peyê jî, li ser xebat û berxwdana
hevalên di partiya xwe de axifî !….. Lê, Bêzar dengê wî ne dikir,
jiber bi xwendina rojnamê ve mijûl bibû, dawî û berî ku jê dûr
bikevê, milê wî hejand û got:
- Îşev civîna partiyêye di mala me de ye, tu jî dikarê wek
hevalekî nû beşdarî civînê bibê!…..
Bêzar deriyê oda nûnerê partiya komenîst, ya pir teng û dagirtî
mirov vekir, pê re pê re pozê xwe bi her du tiliyan da
perçiqandin û bi dengekî bilind got:
-Eeeewoooo…..Mala we xirabû….Bêhna we ji ya tingê rîxan genîtire
!…..
Di nav pêlavên ku li ber derî kom bibûn, taliya xwe berda ser
erdê û bê deng li nûnerê partiyê hishisand .
-Wekhevî ermanca me ye, talankirira Axa û melakên mezin !…
Behirkirina erd û malên wan, daxwaza partiya me ye !……Kelexoz û
encamên wan, ku ji keda me cotaran e, wê ermanca me ya teybet bê
!…Em tev wekhev in…..
Bêzar, bi kenekî bilind re, gotina nûnerê partiyê birî û pê re
jî got:
- Ez talankirina ti mirovî naxwazim, ji ya Melê pê ve !….
Lawoooo….Ne edalete ku ew bi du jina be !…. Û ez bêzarê Xwedê,
bê jin im!…..
Car dî hin bi Bêzar re keniyan û hin jî gotinên nebaş jê re dan,
dawî jî ew ji civînê anîn der!…..
Bêzar vegeriya ser tingê xwe, tingê ku ji rîxan hatî
bilindkirin, û ku bêhna rêxan bi germa rojê re fûriya!……Mizik
hişik ji çixara sitûr wek tiliya navê da û dû yê di gulimka xwe
de civandî bi bêhna rîxan re berda kezeba rizî!….
Lê wilo jî, nûnerê partiya komenîst, du sedemên taybet didîtin,
ku Bêzar ji partiya xwe re bikar bînê!…Yekem ew bû, ku Bêzar
bêkar û xebate!…. Duyem jî ew bû, ku piskilêtê wî heye, êdî
dikarê rojname ( Berxwedan) li wan gundên der û dora Nisran
belav bikê!…..
Firfira piskilêtê Bêzar bû, di nav bera gundê Nisran û gundên li
der û dora wê, rojname Berxwdan û nerînên nû yê ji nûnerê
partiyê dibihîstin, di gihand hevalan û wilo jî cihê quna xwe
xweşdikir û zikê pirçî ji malên hevalan, ji hêkên bi ronî
serxetê qelandî dadigirt!….
Di her çend mehên bayêz û zivistanî de, navê Bêzar bû Heval
Bêzar, pê re jî deriyên hevalan, her kêlî jê re vekirî bû, di
nav van hevalan de jî, pir hevalên jin jî hebûn, ku bi Bêzar re
têkliyên wan bi hevaltî xweş derbas dibû!….Ev jî ronahî dida
piskilêtê Bêzar, di şevên reştarî de û germayî bi hinavê wî
dixist!….
Di çend civînên fereh de, ku herîmî derbas dibûn û Bêzar jî tev
û çalekiyên wan dibû, kir ku hişê Heval Bêzar ji estengên gundê
Nisran û tingê rîxan, yên sivik û gundîkî, derbasî nav nakokiyên
welatê suriyayê bibê!…Bêzar û piştî çend biharên şêrîn, ku di
nav xebata rêxistinê de derbas kirin, gihişt wê radeyê, ku tev û
civîna Komenîstên navnetw bibê, dawî û piştî konviransek
berfereh, Heval Bêzar hat hilbijartin, ji rêkirina welatê
Suviyêt re û bi hêviya firbûna Idiyolociya Komenistan, wek
qadroyekî zîrek hat rêkerin!….
Çend zivistanên bi berf û seqem li nav welatên Komenîstan derbas
kirin û car dî vegeriya gundê Nisran!….Hingî jî, di destpêka
biharî de bû, loma jî tîrêjên rojê dan ser tingê rêxan, lê jiber
ku şopa piyên Bêzar ji ser hatibû birîn, tertên rîxan li ber
germê sist man û di nav de jî sîsikên xurman û tovê tolikê nerm
bûn û zîl dan!…… Jiber ku erda bi rîx, şûva herî başe ji
şînahiyê re, piştî çend rojan, tayê xurma bûn du pelî û hin bi
hin takên tolikê jî bi erdê ve behin bûn û bibanî ketin!…..Êdî
tingê rîxan, bergiha Heval Bêzar, dibin şînayê de winda bibû!…
Di vê biharê de, ne bi tenê tingê rîxan, ji tayên tolika harbûyî
û darikên xurman, şîn diyar dikir!…Lê belê, dilê Heval Bêzar jî,
bi hevala por zer re, Neviya Xereçof!…..Êdî, bimirê Mela û bijî
Heval Sitalîn!…..
|
|
. |
|
|
|
Çapkirin
ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye |
© |
جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي |
|
Kurdistana Binxetê
|
كردستان
سوريا
|
Kurdistan Syrien
|
|