.

 


 
 
K.B.X-22.05.08.22.25.EU

Navenda Zarathustra News ê vebû

Zarathustra News di sersala 2007 an de dest bi xebata xwe kiribû. Li ser bingeha rojnamevaniya lêkolînerî giraniya xwe dabû pirsên çand, ewlekarî û mafê mirovan. Di destpêka 2008 an de biryarek fermî wergirt. Li gorî biryarê bikaranîna zimanê erebî, tirkî û farisî di tevayên xebatên xwe de rawestand.

Zarathustra News gavek e nû avêt û li bajarê Stockholmê navenda xwe vekir. Li ser navê dezgehê şêwirmendê giştî nivîskar Mistefa Cizîrî wisa axifî:

Li navenda me beşa çandê û lêkolînê hene. Di beşa çandê de li ser çandên dost û bira, çandên kurd, Asurî, Ermenî û Cuhuwan dê xebat pêk bên. Arşîva me ji vê awirê dewlemend e. Her wisa, em ê giraniyê bidin wêne û xebatên kamera. Alan Jîrek ji tomarkirina klîp, bersivdayina li ser pirsên fîlm û senaryoyan berpirsiyar e.

Pirsa mafê mirovan û ewlekariyê weke berê, mijarên giring in. Em ê li ser wan rawestin. Lêkolînên me li ser wan pirsan û mijarên din berdewam in. Têkiliya bi medîa kurdî re dê bê xurtkirin. Weke dezgehekî serbixwe, em dixwazin destê biratî û dostaniyê dirêjî tevayê organên medîa kurdî bikin. Ji bo hevkariyê xebatên me didomin.

Beşê ciwanan vebûye. Nivîskar Aran Perînas rêvebiriya wê beşê dike. Gerînendeyê Giştî Gabar Çiyan rola xwe berdewam dike. 

Navenda me her roj vekirî ye. Telefona navendê ev e: Ji swêd 08  408 13 337. Ji derveyî swêd 00 46 8 408 13 337 e. E- mailên me ev in: Gerînendeyê giştî : gabar@comhem.se , Şêwirmendê giştî: ciziri@comhem.se ,pirsên ciwanan:  aran.p@comhem.se , navenda nûçeyan: zarathustra_news@comhem.se , fîlm û dokumenter: alanjirek@hotmail.com.

Pirsa vekirina malperan hate niqaşkirin. Destpêkirina malperekê vê kêliyê ji rojeva me derketiye, ne aktuel e.

Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se

 

.

 

 

 

Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

© 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Kurdistan Syrien