.

 


 
 
K.B.X-06.06.08.10.30.EU

TIRALÊ BEXDÊ!!!
Mistefa Cizîrî

Şarê Bexdê gelekî qedim û kevnare ye. Ev şarê ku di dîrokê de roleke girîng û navendî lîstiye, pir dewlemend tije û têr bû.
Bexda navenda hukumdar, desthilatdar, bazirgan û dewlemendan bû. Ev şarê navdar li ber xêr û bereketa ava pak û zelal ku ji serê çiyayên Kurdistanê dilop bi dilop diherikî bor, boş û dewlemend bû. Navê şarê Bexdayê li çaraliyên dinyayê bi dewlemendî belav bibû.

Cihê xêr û bereket lê hebe êş û derd jî lê peyda dibin. Ev derd ne hema derdek wilo ji rêzê bû; ev derd neyê serê zebanîyên dojehê û yê dijminan. Derdê şarê Bexdayê ev bû ku xelkekî tirale lê peyda bibû… Ev kesên tiral, nekirkêr û nanxûrên cilqetên ku ne bi kêrî Xweda û ne jî bi kêrî mirovan tên çawa peyda bûn, ji ku hatin…”hinekan digotin dema Xwedayê mezin, qencî û xerabî li dinyayê belav kir, nivê tiraletiyê li hemû dinyayê û yê mayî jî li şarê Bexda û başûrê wê belav kir. Hinên dî jî digotin: ”Xwedayê mezin jî wî qewmî hes nekir, êş û kula tiraletîyê li nava wan belav kir…” Em niha dev jê berdin bê ka xelk di derbarê peydabûna tiralan de çi dibêjin û em bên ser mijara bê ka ev xelkê tiral û nekirkêr çi şixûl dikirin…Wuha dihat gotin: Kesê tirale diçûn li bin dara xurma radizan û xwe li ser derzpiştê dirêj dikirin heta libek xurme ji goşîyê xurmê hilpekya û têketa devê wan. Heger xurme bi xwe neketa devê wan, wan bixwe ranedihiştinê û ew nedixwarin…kar û şixûlê tiralan ev bû…Ev êş û nexweşiya tiralan her ku çû li nava xelkê deverê belav bû…Xêr û bereketê xwe da alî tiralîyê dawîya şarê Bexdayê anî…

Hin kes karin bêjin ma çi karê me pêketiye.. Xurme li Kurdistanê çênabin û serê me jê na êşe…Tirale li Bexdê ne û em jî li Kurdistanê ne..
Kesê negre tedbîrê, nagre bi qefta şûrê. Rast e Kurdistan welatek bixêr û bêr e. Xwedî deşt û zozan e. Welatekî dewlemend e, gaz û petrola wê heye. Çandinî, xwedîkirina ajel û hemû cure ziraetê dikare bê pêşdexistin. Lê em çiqasî ji serwet û samana welatê xwe bi aweyekî zanistî destkevtî dibin…
Ev demek e ku li başûrê welat serwerî û desthilatdarî di destê kurdan de ye. Tev hemû gef û zextên nehezan jî rêberî û deshilata Kurdistanê rewşa hemwelatiyan baştir kiriye. Avadanî û pêşdeçûneke berbiçav heye. Rewşa hemwelatiyên Kurdistanê ji alîyê aborî ve baştir bûye. Li gel van pêşketinên hêja ku her kurdek welathez xwe pê serbilind dibîne jî, gelek tiştên ne rind û tendensên xerab jî derdikevin pêşberî me. Gendelî, tiraletî, wezife ihmalkirin û bêxemî di nava rêvebir û deshilatdaran de xurt dibe… Heger deshilatdarên Kurdistanê bi awayekî cidî li ser van meylên xerab raneweste û tedbîran negre, wê stûnên civakê hilweşin, pêşeroja me tekeve tahlûkê. Divê rêvebir û pêşengên civakê bibin minakên baş. Mafê kesî tune ye ku deshilatê ji bo berjewendiyê xwe yê şexsî bikarbîne. Mekanizma dad û kontrolê bi awayekî xurt li ser kar be. Ew kesên ku gunehbar in wan ceza bike, daku gel bawerîyê bi deshilatê û dezgehên dewletê bîne. Divê rûhê heq û edaletê di nava gel de belav bibe. Siyasetmedar, rêvebir, bazirgan û hemû kesê ku berpirsin pêwist e, xwedî etik û moraleke bilind bin. Civakeke modern û hemdem dikare tenê bi etik û moralê bilind ava bibe. Heger hat û çû tiraletî li Hewlêr ê pêşde çû, Kurdistan çem û çem çû…

Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se
 

.

 

 

 

Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

© 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Kurdistan Syrien