.

 


 
 
K.B.X-29.06.08.10.45.EU


Ji Dr. Beşikçi mesaja serkevtinê bo EuroKurd ê

EuroKurd Human Rights bêhtir li ser pirsa mafê mirovan kur dibe. Dezgeh nû ye, navenda wê li Swêdê ye û navê malpera xwe www.eurokurd.net e. Pirsên mafên mirovan li Kurdistanê raçav dike û xwe ji bo gavên modern amade dike.

EuroKurd ê berî niha biryarek girtibû. Her wisa ji raya giştî re qala proje û dosyeyên di destê xwe kiribû...

Dostê Kurda Sosyolog Ismail Beşikçi jî yek ji wan kesan e ku bi şêweyekî giştî hayê xwe ji xebatên EuroKurdê heye. Li ser pirsê dîtina xwe ji bo gerînendeyê giştî yê Zarathustra News ê Gabar Çiyan bi mesajekê wisa anî zimên:

Hêja Gabar rojbaş…

EuroKurd û Zarathustra News ê berî bi mehekî biryarek wergirtibû. Li gorî biryarê:

 

1-     EuroKurd û Zarathustra News di navenda xwe de û di tevayên xebatên xwe de bikaranîna zimanên erebî, tirkî û farisî rawestandiye. Di xebatên xwe de, mecala bikaranîna wan zimanan ji holê rakirine.

2-     Giraniya tevayên xebatên EuroKurd û Zarathustra News dê bi ZIMANÊ KURDÎ be.

Birayara we pir baş e û di cî de ye. Pêwîst e jibo karanîna biryarê hasasiyetek mezin bê nîşandan. Biryar bê pêkanîn.

Her wisa xebatên www.eurokurd.net  û www.rositav.com yên wergerê, biryara wan ya wergerandina berheman bo kurdî têra xwe balkêş e û dê pêşketinan bi xwe re bîne.

Hêviya min ew e ku, projeyên EuroKurd û Zarathustra News ê serbikeve.

Ez ji we tevan re jiyanek e bi sihet û serkevtî dixwazim. 25 hezîran 2008. İsmail Beşikçi.

 

Zarathustra News – Zarathustra_news@comhem.se
 

.

 

 

 

Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

© 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Kurdistan Syrien