|
|
|
|
|
|
|
. |
|
|
|
|
|
B.X-03.07.08.09.25.EU |
Koşnêr û têgaha demokrasiyê....!!!?.
Hozan X Efrînî
Di
rojên burî de,wezîrê derva yê firansa Bernar Koşner ,ji medyayên
cihanî re ragehandi bû, ku ''''artêşa Turkiyê hêza demokrasiyê
ye''''…!!!???.lê bi rastî ev gotin, gelek wateyên xwe yên cur be
cur hene, hem ji hêla berbatkirna wataya rast, ya têgaha
demokrasî yê, û hem ji hêla wataya bi hêzkirin û pirozkirina
oprasyonên hovîtî, yên bê wêne, ku jibona qirkirina gelên Kurd û
Ermen û gelên din yên ku li jêr rihmeta (Artêşa demokrat ya
Turkan) de dijin e.
Ma gelo dibê keseke ku bist û car demjimêran basî têgahên
demokrasîyê bike, û welatê xwe bi navenda şeristanîyê bi jmîre û
li hemû deverên cîhan bigere ,jibona bi cîkirina destur û
rêdanên rast, yên demokrasiyê, bibêje ""artêşa Tirkiyê hêza
demokrasiyê ye""…?!!!!!.
Ev li ku derê tê pejrandin,….??? Yan di ci yasa û desturê de tê
dîtin û naskirin…???!!!.
Gelê me jibona peymana Saykis û Bîko ji necarî cavên xwe
girtin,dema serkêşvanên demokrasîyê(parîs-london) walatê 50
milyon kes, kirin bi car perce ,piştre li ser car gurên birci û
har de, belavkirin.
Ma gelo ev tê ci watayê…..??!!!
Mebesta Koşnêr ji wê gotinê ciye…?
Ma nizanê di dîroka 80 salî ya artêşa Tirkan de ciqas
jin,zarok,kal,pîr,genc,dewar,daristan,jîngeh bi giştî hatin
şewtandin û kuştin û wêrankirin...???!!!
Serleşker û berpirsên Tirkan bi xwe dibêjin me 28 serhildan û
îsyanên kurdan qirkirîye û va ya 29 an jî li ser rêye…???Ma ev
artêşa demorat we kirî ya zarok û jinên kurdan bi xwe wekirine…???!!!.
Berî cend hêvan gotin Tirkan Ermenî kuştine û bi cînosaid bi nav
kirin,piştî serok komar serkozî bi serket, yekser got riya
yekîtîya Awrupa jibona Tirkîyê nîne, wê bibe bi xwen…lê îro jî
dibêjin '''artêşa Tikîyê hêza demokrasîyê ye''''…!!!???. Ma ev
siyaseta qirêj tê pejrandin yan na….???!!!!.
Ev gotin di pişta wê de ,tiştên mezintir hene,ma gelo wê ci
hebe…??!!.
Ma gelo siyasetmedar û rewşenbîrên me yên lêhat û zîrevan,bîr li
ser va gotinê kirin yan na….???!!!.
Ma gelo berêz Koşner nizanê artêş wataya kuştin û qirkin û
wêrankirin û tvilhevîyê dide,û bi taybet ya Tirkan ku li qafên
gelê Ermen û Kurd ava bûye lê demokrastî wataye desthilata gel
dide, ku gel bi arazuya xwe ferman û hikumdarîya xwe bike….???!!!.
Ma cihana democrat û aram eve…???.
Sîstema demokrasî eve….???!!!
Cawa artêş bibe hêza demokrasîyê….???
Dibê ku berêz Koşner dîkteturên dîrokê bi bîra xwe bihanîya,
înca ew gotin bikira ya.
ke wata Ataturk …Hitlêr…Musîlînî…Tîto…Sadam… tv bav û pîrên
têgaha demokrasîyê bûn, û gandî ,luser king,chi Guevara,Mandêla
,kanîya têrorê bûn…???!!!.
Eger em bi zirav nirxandina gotinên berêz berner bikin dîroka
demokrasîyê bervaja dibe û rastîya mirovahîyê namîne….
Hêvîdarim ku hemû part û rêxistinên me, yên berêz û xebatkar,
bikaribin bi pênûsên xwe ,bi dengên xwe,bi helwêstên xwe, bi
meşên xwe, bi hemû riyên demokratîk û şarestanî, bersîva berêz
kanîvanê demokrasîyê Berner Koşner bidin, ta ku gotina xwe ya ku
li dijî mirovahîyê paşda vekişînê,pişra lêborîna xwe ji xelkên
me yên roj be roj tên kuştin û lêdan,malên xwe tên
wêrankirin,baxên xwe tên şewitandin bixwaze…
Xwendevanên berêz û hêja min xwast bi van kêm hevokan, gotina
berêz koşner bi bîra we bînim, jibona ku dîrok, careke din me
jibîr neke,û em nebin berxên ku li ber rihmeta kêran de.
Li gel rêz û hezkirina min ji her kesên ku xwe bi nivîsa minre
westandin.
2-7-2008.
|
|
. |
|
|
|
Çapkirin
ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye |
© |
جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي |
|
Kurdistana Binxetê
|
كردستان
سوريا
|
Kurdistan Syrien
|
|