|
|
|
|
|
|
|
. |
|
|
|
|
|
K.B.X-07.07.08.11.10.EU |
Mustefa Begê Cemîl Paşa Diyarbekirî jî çû ber dilavaniya
Xwedê
Konê Reş
Qamişlo, 07/07/2008
Berî du rojan ango (05/07/2008), Mustefa Beg kurê Mihemed Begê
Cemîl Paşa li Şamê çû ber dilovaniya Xwedê, piştî ku wî 82 bihar
ji temenê xwe diyarî welatê xwe kurdistanê kirin û di her çar
perçeyên kurdistanê de xebat kir..
Mustefa Beg kurê Mihemed beg e, ewê ku yek bû ji lebatên komela
Xoybûnê, di gel bira û pismamên xwe wek Qerdî Beg, Ekrem Beg,
Bedrî Beg, Wecdî Beg...
Mustefa Beg di sala 1926 an de li Amedê (Diyarbekirê)çêbûye, di
sê saliya xwe de, bi malbata xwe re binxetî sûriyê bûye. Wî
xwendina xwe a seretayî li Amûdê û Hesekê xwendiye. Piştî ku
malbata wî sirgunî Şam û Tudmirê bûye wî xwendina xwe li Şamê,
di dibistanên Fransîzan û amerîkan de xwendiye.
Di sala 1960 î de li sûriyê, ji ber kurdayetiyê, di gel bav û
birayê xwe ketiye zindana Şêx Hesen de li Şamê..
Ji neçarî wî û birayê xwe Wecdî Beg berê xwe dane Kurdistana
Iraqê, li wir jî hatiye girtin û 6 mehan di zindana Nihaye de
derbas kiriye, di bin eşkencê de nenûkên wî hilkirine..Peleke
baş bi Barzaniyê nemir re maye, wek pêşmergekî beşdarî di şoreşa
Eylûlê de kiriye..
Di sala 1975 an de bi şervanên Barzaniyan re çûye Iranê, bajarê
Kerec.. ji wir jî, xwe li turkiye girtiye, piştî pêlekê careke
din zîviriye suriyê gundê xwe Dade Evdal.
Hejaye gotinê ku kebaniya wî keça Omerê Şemdîn axa ye,
destbirakê mir Celadet Bedirxan û yek ji lebatên aktiv di komela
Xoybûn de, ku civînên Xoybûn di mala wê de li Şamê, dihatin li
darxistin. Hem jî hêjaye em bêjin, ku keça Mustefa Beg kebaniya
mamoste Nîhad e, kurê Barzaniyê nemir û 10 kurên wî jê hene.
Em jî bi dilekî xemgîn vê nûçeyê di pejirînin û sersaxiyê ji tev
neferên vê malbata dêrîn re hevî dikin. Bela serê wan sax be,
serê gelê kurd sax be..Xebata wan di ber welatê wan de, cihê
rêzgirtinek mezine ji rex gelê kurd ve.Yezdanê dilovan Mustefa
Beg bi dilovaniya xwe şad bike, buhişta rengîn mala wî be.
Not: Îro, piştî nîvro wê termê Mustefa beg ji Şamê bigihê gundê
wî Dade Evdal û wê ew di rex bav û diya wî de, di gortisatan
Pisîsê de bê veşartin, eva ku dikeve navbera Serê Kaniyê û
Derbasiyê de.
Konê Reş
Qamişlo 07/07/2008
|
|
. |
|
|
|
Çapkirin
ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye |
© |
جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي |
|
Kurdistana Binxetê
|
كردستان
سوريا
|
Kurdistan Syrien
|
|