|
|
|
|
|
|
|
. |
|
|
|
|
|
K.B.X-02.08.08
|
PIRS Û GELŞÊN ZIMAN PIRSEKE REWŞENBÎRÎ YE -1-
K.B.X-02.08.08 Goran Candan
Li ser Gelşên Zimanê Kurdî û Guftûgoyên Heman Mijarî
Kurd ku ji van doman û qonaxên serûbinbûnî ya civakî derbas bûne,
dîsan zimanê xwe winda ne kirine. Her çend ku li warê serbestiya
bi karhanîna zimên, em kurd ji tevaya gel û milletên dinê, bi
çendî çar-pênc nifş jî li pey mane, dîsan zimanê me, zimanê
kurdî jiyaye. Em dikarin her wisan bibêjin, ku ta zimanê kurdî
ber bi pêş ve jî çûye. Zimanê Înternet'ê ya kurdî ji bo vê
nimûneyek balkêş û berçavî ye.
Ango heger em bi kurtî bihênin ser zimên; di warê zimanî de, em
kurd, me tiştek winda ne kiriye. Tiştê ku me winda kiriye, çend
qonax û derfetên bi karhanîna zimanî ya çend deh salan bûne û
hew. Ev jî, bi tundî li bakurê welêt, li vî perçeyê ku tirk li
ser desthilatdar bûne, rû daye.
Her kes dizane ku heger kêm û bi sînor be jî, hem li rohilata
Kurdistanê (Îran) û hem jî li başûrê Kurdistanê (Iraq)
serbestiya zimanê zikmakî ya perwerdeyî, her û her hebûye. Her
çend li perçeyê roavayê Kurdistanê (Sûrî) wek li bakurê
Kurdistanê ev maf tune bû jî, dîsan zext û zora dewleta Beesî ya
li ser kurdên roavê, ne wek zext û zora tund û bi sîstematîkî ya
wek li ser kurdên bakurê welêt gran bû.
Encama van gotinan ev e, ku ji bilî bakurê Kurdistanê, li
deverên mayî yên Kurdistanê, kurd ji binî mafê bi karhanîna
zimanê xwe ji dest ne dane. Sivikkirina tawanên dagîrkerên
Kurdistanê ne mebesta me ye, lê heger kesek ji me heye, ku li
hevberî van gotinan derdikeve, bila biferme were ber bi pêş ve.
Ma ne welê bû ku Seddamê dîktator jî, rê dida derxistina govar,
rojname û weşandina radyoya kurdî? Ma ne welê bû ku wan melleyên
orangûtan ên ku Îranê bi rê ve dibirin, rê didan heman
serbestiyê û li roavayê Kurdistanê jî serbestiyek bi karhanîna
zimanê rojane ya kurdî li wir hebû?
Vêca me naskirina serencama vê biwarê gerek e. Ev jî bi kurtî ew
e ku bizava rewşenbîriya kurdî rola xwe tam cî bi cî ne kiriye.
Bêguman sedemên vê jî astengên ramyarî bûn. Mirov dikare rûber û
muqayesekirinek welê bike. Heger lokomotîf ne be, vagonên trênê
bi rê na kevin ji xwe ber. Derfet ji serkêşî û birêvebirinek bi
zanetî re çi car ne hatiye dayin. Ji lew re ev gelş û pirsên ku
em tê de ne pirr suruştî û normal in.
Ji ber ku van sih (30) salên dawî, bizava rewşenbîriya kurdî, bi
tundî li nav liv û tevgerê ye, loma î roj em li ser pirsên
zimanê kurdî hûr bûne û em li ser mijarê guftûgoyên tund dikin.
Pêşemîn gelş û pirsên zimanê kurdî, ku î roj ji hêla ronakbîriya
kurdî ve dihêne destnîşankirinê ev in:
A - Pirsa bi Karhanîna alfabeyekê
B - Pirsa Zaravayên kurdî
C - Pirsa Yekkirina zimanê kurdî
Bi ya me ev her sê xal jî tek û yek xal e: ango pirsa Pêşveçûna
Zimanê Kurdî ye.
Her bi çi awayî dibe bila bibe, gava ku li ser van xalên A,B,C
pêşketin hat dîtin, hingê zimanê kurdî jî bi şêweyek ji xwe ber
(otomatîkî) hildipişke ber bi pêş ve.
Pêşketina zimanê kurdî jî bi şêweyek suruştî çareserkirina
pirsgirêkên li pêş
pêşketina
zimanê kurdî yên wek li jêr (A,B,C) nimandî ye. Loma ev çareserî
bi riya xebatên rewşenbîrî dibin.
Loma ji ber vê yekê pirsa zimanê kurdî pirsek rewşenbîrî ye. Çi
hêz ni kare rê li ber zimanê kurdî bigire, heger em bi xwe riya
pêşveçûna zimanê xwe dûr û dirêj û bi asteng ne kin!
Heger em bi şêweyek aşkere û vekirî bibêjin, rastî ev e, ku çi
pirsên dinê li pêş zimanê kurdî nîn in, ji bilî vê pirsa
rewşenbîriyê.
Gava bizava reşenbîriya kurdî rê û azîneyek (metod) ji bo
çareserkirina gelşên pêşketina zimanê kurdî peyda kir, ew roj
bizava rewşenbîriya kurdî rola xwe leyistiye.
Encam
A - Pirsa bi karhanîna alfabeyekê :
Ev pirs jî pirsek rewşenbîrî ye bêguman. Li nav rojekê çareser
na be. Jê re dem divêt. Me welê bawerî heye, ku bi karhanîna
alfabeyekê ne gerek e jî. Rewşenbîr ji xwe her du alfebayan (erebî,
latînî) dizanin. Rewşenbîrê ni zane, ev li gor bîr û baweriya me
kêmasiyek kesane ye. Divêt ew kes (rewşenbîr) xwe fêrî alfabeya
erebî/latînî bike. Heger ew rewşenbîrên bi pirs û gelşên zimanê
xwe mijûl dibin, bi her du alfabeyan ni zanibin, ev çawa pîsporî
ye, em tê na gehên. Rewşenbîrên her du aliyan jî gerek e kupirs
û gelşên zimanî baş binasin. Du caran dudo dike çar - bê lam û
cîm.
Lê heger xebatek zanistî ya ji bo yekkirinekê ya li pêşerojê
dest pê bike, ev bêguman baş e.
Li vir me pirsek grîng heye, gelo alfabeyek kurdî ya li
rojgariya mêjûyî kurd bi kar dihanîn tune bû? Hin lêkolînên nuh
ên zimanî li ser zimanên gel û milletên kevin ên li Kurdistana
mêjûyî jiyane dihêne kirinê û encamên van lêkolînan hêdî û hêdî
dihêne ber destê me. Yek ji van lêkolînan dibêje, ku 'ji nivîsên
li ser niviştên bizmarî em tê digehin ku li Asya Biçûk li bakurê
Mezopotamyayê mişe zimanên kevin hebûne ku xwedî alfabeyên
taybet bûne!' (Freidrich 1933, Benedict 1963, Diakonoff 1971).
Em dîsan vegerin roja îroyîn: Me bawerî heye, ku çi car alfabe
na be sedem ku du ziman derkeve holê. Ev kêmasiya kesane ye. Ev
biwêj û vegotinek pirr bêwate ye. Zimanê kurdî çawa dibe du
ziman? Lê gava kes (rewşenbîr) xwe baş fêrî zaravayê xwe û her
du alfabeyan bike, wê gavê ew kes dibîne ku cewhera hemû
zaravayan ji kok û binyad ve yek e. Ango bila devê xwe bigehînin
sêva ser darê, bila ne bêjin ku sêv tahl e.
B - Pirsên Zaravayî:
Ev jî dihêt vê wateyê ku, ew kesên (rewşenbîr), ku bi gelşên
zimanî ve mijûl dibin, gerek e devoka (zimanê) xwe bi firehî û
kûrahî baş nas bikin. Ji bo nimûne, ez vê encamê ji pêzanîn û
tecrubeyên xwe yên kesane jî dinasim. Gava ku kurdek (rewşenbîrek)
baş bi devoka (zimanê) xwe bizanibe, hingê (ev garantî ye ku) ew
kes (rewşenbîr) ji têgehîştin û ta jî ku ji axiftina zaravayên
dinê jî baş serwext dibe. Gava ez Goran Candan,kurdê Amedê bi
soranî dixwînim û bi soranî bi alfabeya erebî dinivisînim,
piraniya kurdên başûr dibêjin qey Goran kurdê Hewlêrê ye û ne ji
Amedê ye! Carinan pêwîstî dibe, ku ez bi tirkî bipeyivim ta ku
kurdên başûr hîna bawerî bi min dihênin ku ez kurdê bakur im. Ji
ber vê destkeftinê ez ji zaravayê dimilkî (zaza) jî serwext im.
B - Pirsa Yekkirina zimanê kurdî:
Em ji binî vê pirsê pirr bêwate dibînin ji lewre zimanê kurdî ji
xwe yek e. Pirsek yekkirinê nîn e. Kî bixwaze jî ni kare zimanê
kurdî parçe bike. Her ziman jîndar e û xwedî giyanekê (dînamîk)
ye. Loma ziman her dem xwe diguherîne û xwe li gor demê
dinexşîne, xwe adapte dike. Zimanê kurdî zimanê kurdan e û
zimanê kurdî pirr û pirr dewlemend e. Dewlemendiya zimanê kurdî
ya bê ser û ber: ji ber pirrbûna zarava û devokên herêmî ve baş
dixuye.
Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se
|
|
. |
|
|
|
Çapkirin
ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye |
© |
جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي |
|
Kurdistana Binxetê
|
كردستان
سوريا
|
Kurdistan Syrien
|
|