.

 


 
 
K.B.X-02.08.08 

Helbestirana Gulên Mûmdankan” a Mihemmed Hemo
Cankurd
K.B.X-02.08.08
 
“Helbeststirana Gulên Mûmdankan” ji aliyê hozanvanê Kurdaxî Mihemed Hemo ve, û bisergotinek helbstvanê navdar Letîf Helmet, û bi xemleke xweşika Şahî M. Hemo, li çapxaneya Yad. Silêmanî, îsal di bin jimara fermî (1314-2008) de, wekî nofirka (21) ji zincîra weşanên dezgeha Sema ya çandî û hunerî ya Dubey, derketiye.
Helbestvanê me yê, ku berêjî em bi berhemên xwe yên delal û kîbar, wekî “Seyrana dil di şîna evînê de” û “Di bin dilovaniya jiyanê de”, dilşad kirine, vê berhemê, wekî wefadarî, diyarî hostayê Kurdayetiyê, hêja Osman Sebrî (APO) dike, ku ne tenê wekî rêberekî mezinê gelê Kurd tê nasîn, belku yek ji mestirîn parêzvanên zimanê nivîskî yê kurdî ye, paş têkçûna tevgera “Xweybûn” û ta bi dawiya jîna xwe.
Di vir de, emê pir li ser Apê Osman -ciyê wî behişt be- nepeyivin, ji ber ku mijara me niha pirtûka hêja M. Hemo ye, lê wekî hozanvan jî di diyarîkirinê de bi xwe aniye zimên,ku ewji Apê Osman fêr bûye, hem nivîsîna bi tîpên Latînî yên Kurdî û hem jî bingeh û rêzimana Kurdî, û Apo Osman ji bakurê Kurdistanê, ji Adîyamanê bû, lê hikariya “posîdeya” wî li ser giş nivîskarên navçeya Kurdaxê, ku dikeve rojavayê Helebê, baş xuyaye.
Hostayê Kurdayetiyê Osman Sebrî (Apo)
Hozanvanê me yê hêja jî ji Kurdaxê ye, wekî nivîskarekî kurdaxî jiyaye, û tevî ku ji hin salan ve li Başûrê Kurdistanê dijî, dîsa jî ji aliyê zimên ve, rêş û şopên zarava Kurdaxê û siya mamhoste Apê Osman di ser teviya vê pirtûkê re, wekî pirtûkên M. Hemo yên berê bi ber çavên xwendevan dikevin.
Hêja hozanvan Letîf Helmet di sergotina pirtûkê de destê xwe daniye ser têla rast di sazê vê pirtûkê de, ew dinivîse: “Mihemed Hemo, ew helbestvanê ku ji ber zulim û zora dujiminên azadiyê ji rojavayê Kurdistanê revîye başûrê Kurdistanê …Wî latên helbestên têr ji bîyanîya gîyanî û çenteyên bombekirî bi bîna bajarê Efrîn hildane ser milên xwe, di gel bijqandina xewnên gergînî; di nav daristanên zêytûnê û sunbulên genimê firîkî de, bi geyayên çiyayî yên berxwedana mirinê di gergîniya vistanê dikin.” Bi rast jî, gava hozanvanê me li kolanek Suleymaniya azad pêrgî te ditê, paş keurte demekê tu wêneyê Efrîna xopan di can û giyanê wî de dibînî, wî zorbaziya li ser gelê xwe û binpêkirina çandeya gelê xwe di hinav û helbestên xwe hilgirtine, bi xwe re wan dîmenên bi sohtîn û wêranî digerîne, lê her ûher bi hîviyek mezin dijî, ku gulên di baxê Efrînê ber bi çermisînê ve çûne, carek dî bi barana azadiyê geş bibin, û li her derekê ji Kurdaxê şahiyên Newrozê yên rast di azadiyê de bi govend û semayên xwe yên rengareng û nazik û kevneserohat bên li dar xistin.
Di pirtûka M. Hemo de, 40 herf “qesîde”yên helbestê hene, yek ji wan bê nave, lê yên dî bi navin wilo ne: Birîn, buhşt, biyanî, dîlber, şahî…û welato…Sê herf ji wan bi navê “Xuda” ne , sê dî bi navê “Dîlber”in, û şeş jî bi navê “ Evîn” in…Cîhana hozanvanê me, evîn û zindan û derketina ji mal û dost û sirûşta Efrînê, ku bo wî hem dayîk û hem jî mala pêşîn e…

Ji van herfan, hinek li zindanê, li gundê xwe, û li Helebê nivîsandine, û hinek jî li bajêrê Suleymaniyê, û wilo em dikanin, guhertina zimanê hozanvan bişopînin, ku li dawiyê piçekî ketiye bin hikariya zaravên Bahdînî û Soranî jî…

M. Hemo hozanvanekî bo gel dinivîse, asan, yekser û bi zimanekî ku her Kurdektêbigihînê, ku pirtûkêa wî wekî baxek gulan dikeve hembêza xwendevan:

Gunehkarî
Gunehkarî ya mezin
ku merov
serê gulekê jêke

Gunhekariya meztire
ku merov
rojê gurzek gul
dîyarî
Yara xwe neke…

An jî di vir de:
Xuda !
Ew sêva Adem
xwarî
buhayê xwe
çend bû...?
Ta niha deyndarê
Te ye...!
Gava mirov bêtir dakeve bi nav baxê M. Hemo de biçe, wê gelek dîmenên xweşik û nazik bibîne, wê Kurdewariyek bê derew binase û zimanekî Kurdî yê resen û hezkirî bibihîse…
Bi hîviya hîn gelek pirtûkên wilo xweşik û rindik, ez supasiya birayê hêja M. Hemo dikim, ji wî re hîn bêtir serkeftin dixwazim û vegereke bi rûmet û azad bo Kurdaxê…
Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se

 

.

 

 

 

Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

© 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Kurdistan Syrien