.

 


 
 
K.B.X-02.08.08 

Kasêteke tomarkirî bi dengê mamoste Hemîd Derwîş sekretêrê partîya demokrati pêşverû kurd li Surî yê gihaya me, û fermo gohdarî bikin :
 
Ev dengê tomargirî gihşte malpera me bi dengê mamoste Hemid Derwîş ku wî gelek caran di semînerên xwede ev dîtin di navbera dem û demeke de didan..

Wî di semînera xwe de şiroveya rewşa niştiman û rewşa netewi dikir li ser 2 xalan ronî dikir ku dezgeha awlakarîyê fişek berdana singa zarokan di kolana fetbolla (topa Niga) Nadî cihad de netîca ku hinek fitne peyde bûbû û xala dudiyan wî behsa hebûna çekdarên PKK kir got pkk xirabiyê dighînin başûrê kurdistanê û divê pkk here bakur û bi 100 cîya li bakur hene..
Dema ku merev gohdarîya dengê mamoste hemid bike di vê kasêtê de ew dîyar dike ku kurdên tekuşer yê Qamişlo ne xudanê wê serhildana 12 Adarê ya pîroz bûn û heya ku serhildanê jî pûç dike û partîya wî jî terefekî bengehîne ji tevgera rojavayê kurdistan de, li vir pirsek giring heye : çima mamoste Hemid zû lezand û got ev ( Fitne ye ) gelo mebesta wî ji peyva fitnê çi bû? gelo razîkirina rêjima sûrî bû ?..

her kes dizane ku xelkên parêzera Dêrazorê hatibûn Qamişlo u wan gotinên xirab dikirin sembolên kurd teybet( serok barzani û Mam celal) lê cemawerên qamişloka delal 30 şehîd dan û qebûl nekirin ku Erebên şovînist xebera bikin serokatîya kurdistan .. heya hinek erebên cih ev kar xirab û ne layêq ditin ..vêca em nizanan berêz hemid çima berevanî û serhildanê dike Fitine ??..
 

 2- Xala duyemîn mamoste di kasêtê de behsa şervanên PKK dike û dibêje bera ji başûr derkevin û vegerin çiyayê bakurî kurdistan ji ber hebûna wan li başûr xirabîyê dighîne herêma kurdistanê û derfet û egeran dike destên dewleta Turkî de ku tim derbasî başûr bibe.

3- 28.7.2008 Xeberek bilez gihijte malpera me û wîkesî navê xwe ji mere hişkere ne kiribû wî got : ku Celata (Dilê wî eşyabû) li mamosta Hemid Derwîş daya û em jî ne gihan baş bipirsin li vê nûçê û me pir merq kir lê wisa çêbû me belavkir.

- Di 29.7.2008 bilez raghandina partiya demoqrata pêşverû kurd li Sûrî daxyanîyek derxist û ev nûçe nefî kir û ne rast derxist û got tendorstîya mamoste Hemid Derwîş gelekî saxlem û başa ş xebata xwe ya rojana ş siyasî berdewam dike.
û nivisandin em omîdarin ji malper û raghandina kurdî ya ser internêtê ku zû tiştan belav nekin ş xwe dûrî belavkirina wisa nûçeyan bikin ji ber ev tişt dikevin tûrikê dujminan de,

- Em rica dikin ku careke dî raghandina partiya Pêşverû dengê mamostayê Hemid derwe dernexin bera baş gohdarî bikin .

yên ku bawer nekin ku ev ne dengê mamoste Hemîde bera telefunekê ji wîre vekin û baş li dengê wi gohdarî bikin de bikevin bahwerî yê.


Em we dihlin bi dengê mamoste Hemîd re û wek ûjdanê xwe wî hokom bikin ku çi di der heqê serhildana 12 adarê de dibêje ... Telya xwe deyne ser
vir ----
 

.

 

 

 

Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

© 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Kurdistan Syrien