.

 


 
 
K.B.X-04.08.08 

LI SER PIRS Û GELSHÊN ZIMANÊ KURDÎ -2-
Goran Candan

Van demên dawiyê, ji hêla kurdan ve kampanîne ji bo Zimanê Kurdî divebin.
Em serkeftinê ji bo van kampaniyan dixwazin û me hêviyek xurt heye, ku van kampaniyan bikaribin bigehîjin armancê û piraniya wan kur û keçên me yên ji nifşên nuh, ku li ber xetera jibîrkirina Zimanê xwe yê Dê ne, bikaribin hişyar bikin.
Bêguman Kampaniyên wilo ji bo Zimanê Kurdî, me pir gerek in. Ji lew re wek dihêt zanînê; hîna li seranserê Kurdistanê ew gelş û astengên li ber pêşveçûna zimanê kurdî ji holê ne rabûne. Bi taybetî jî, ji ber ew xetera ku bi riya mediya hewayî yên kanalên televîzyonî yên wek zimanên bi tirkî, farisî û erebî, zarokên me dikevin ber pêlên asîmîlasyonê û Zimanê xwe yê Dê ji bîr ve dikin!

Ji hêla din ve jî, ew gelş û pirsên rojane yên li jiyana me kurdên li dûriya welêt, her wisan ew jî kargêriyek neyînî (menfî) li ser derfetên bikarhanîna zimanê dayikê dike. Wek me pirî caran dîtiye û hay jê bûye, ev xeter jî dikare Zimanê Dê hem qels û lawaz bike û hem jî bi giştî bi meriv bide jibîrkirinê!

Pirr rast e: Ziman Hebûna Milletek e. Heger ronakbîr, siyasetmedar, avahî û dezgehên pêşde yên milletê, xwedîtî li zimanê xwe ne kin, hingê ew ziman dikeve ber xetera asîmîlasyon û windabûnê.

Ev nêzîkê sed salan e, ku dewlet û dolîwgeriya tirk kampaniyên cûrbecûr li ser zimanê kurdî digerîne û na hêle, ku zimanê kurdî jî wek zimanên din pêş ve here. Lê hezar supasî û sukur, ku Zimanê Kurdî xwe gihandiye ta vê rojê û ji nav ne çûye.

Li Başûrê Kurdistanê, her çend nakokiyên ramyarî (siyasî) di navbera kurd û dewleta Baasî de hebûn jî, dîsan serdestên Iraqê çi car gelş û astengên wek serdestên Jön-Türk û Kemalîstan li pêşiya Zimanê Kurdî der ne hanîne. Wek em baş pê dizanin, li başûrê Kurdistanê, li bin dîktatoriya desthilatdariya Baasî jî, her dem Weşan û Rojnameyên bi kurdî hebûne. Radyoyên Kurdî programên bi kurdî weşandine. Pir hindik li Rojhilata Kurdistanê jî her wisan bûye. Radyoya Kurdî ya li Kermanşanê ta ji hêla me kurdên bakurî ve jî dihat guhdarkirinê. Mafek sembolîk be jî - hebû.

Piştî kadkirina mêjûyî, em vegerin ser rewşa îroyîn. Dirûşma me gerek ev be: Welatîno Bi Kurdî Bipeyivin! Gava ku du kurd werin nik hev, pir şerm û guneh e, ku bi zimanê desthilatdaran bipeyvin.

Em ji bîr ve ne kin, ku ziman hîmê netewebûnê ye. Piraniya nirx û hêjayiyên netewebûnê di nav zimanî de veşartî ye.

Hin kes carinan hebûn û cudatiyên zaravayên kurdî ji xwe re dikin hincet û sedem û dibêjin, ku "em bi zaravayê hev ni zanin, loma em bêgav dimînin ku bi zimanê tirkî, erebî yan bi farisî bipeyivin." Ev kes jî Xwedê giravî ronakbîr in (!) Me bersivek ji van kesan re heye: Heger tu mirovek bêperwerde û kesek ji gundek li bin quntarên çiyayên Kurdistanê bî, hingê em pê dizanin û dipejirînin, ku tu çima zaravayên kurdî (=zimanê kurdî) nas na kî, lê heger tu ronakbîrek bî, wê gavê em qet fam na kin, ku ji ber çi sedemî ye tu zimanê kurdî (=zaravayên kurdî) nas na kî!?

Bi kurtî pirs, pirsek rewşenbîrî ye. Formula wê ya hêsan jî ev e: Gava ku tu bi zaravayê xwe baş bizanibî, tu bi otomatîkî ji zaravayên din ên kurdî jî têdigehî. Lê gava ku tu zaravayê xwe BAŞ NAS NE KÎ - wek nimûne em bibêjin gava zaravayê te bi kurmancî be - tu hingê bi soranî yan bi dimilî qet jî ni zanî, zaravayên din ên kurdî di guhê te de dikare wek frensî yan rûsî bêt bihîstin! Lê gava ku me zaravayê xwe baş nas kir, em bêguman hingê ji zaravayên din ên kurdî jî pir û pir baş têdigehên. Hingê yên bi dimilî, soranî û kurmancî dipeyivin, wê bêyî astengek bi hev re bipeyivin û ji hev xweş têbigehên.
Gava tu bi kurdî bipeyivî, hingê tu bi her kurdek dinê re jî bi kurdî didî û distînî. Bêguman bi zarûyan re jî...

Bersiva me ev e ji bo vê pirsa ku; "Tedbîr û gavên pratîk dikarin çi bin ku axaftin, xwendin û nivîsandina kurdî di nav kurdan de belav bibe?"

Ronakbîrê Welatî! Gerek ronakbîr zaravayê xwe baş nas bikin û di nav hev de bi TENÊ bi kurdî bipeyivin! Gava ronakbîr pêşengiya vê paradîgmayê bikin, wê hergîz (muhaqqaq) gel û millet jî bêdudilî li pey ronakbîrên xwe herin.
Ronakbîrên welatî! Bi kurdî bipeyvin! Bikevin pêş û rê vekin ji xelkê re, ku gel û millet li ser şopa we herin!

Ji axiftina bi kurdî pratîktir û hêsantir tiştek din nîn e.
Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se

 

.

 

 

 

Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

© 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Kurdistan Syrien