.

 


 
 
K.B.X-04.08.08 

Îran bi biryarên hovane ber bi rekorê ve diçe:
Di mehekî de 29 kes hat îdamkirin


Dezgeha Mafê Mirovan, Amnesty International-AI ji ber pirîdamkirinên li Îranê bi beyanekî hêrsbûna xwe anî zimên. Beyana AI wisa ye:

Li Tehranê, di zindana Evînê de, di meha dawî de 29 kes hatin îdamkirin. Bi giştî îsal hetanî niha 187 kes hatin darvekirin. Di sala 2007 an de hejmara kesên hatin darvekirin 317 bû. Bi vê hejmara bilind di nav welatên cîhanê de, welatê duwê ye ku li wir pirîdamkirin hatiye kirin…

Li gorî zaniyariyên hatiye destxistin, îdam piştî dadgehkirinên ne edeletî û sînorkirina mafê xweparastinê hatine kirin. Li gorî beyanên Îranê, kesên îdamkirî sucên xwe narkotîka û kûştin in.

Îran, li dijî pêşketinên giloverî yên li dijî îdamê radiweste. Li hemberî biryara UN ê ye ku di dawiya 2007 an hatiye girtin. Li gorî wê, ji welatên endam tê xwestin ku îdamê û cezekirinên wisa ji holê rakin. Biryar bi erêbûna gelek welatan hatibû girtin.

Amnesty International çi bend û şertan ji bo hiştin û bikaranîna qanûna îdamê di cî de nabîne û pê ne bawer e ku bikaranîna cezayên wisa pirs bêne çareserkirin. Ji ber ku, hedefa îdamê jiholêrakirina jiyana mirovan e, ew çalakiyek hovane ye û ne însanî ye.

Eurokurd.net

 

.

 

 

 

Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

© 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Kurdistan Syrien