|
|
|
|
|
|
|
. |
|
|
|
|
|
K.B.X-04.08.08
|
Rapora Amnesty International ya 2008 an:
”Li Herêmê binpêkirina Mafê Mirovan didome”

Li gorî raporên ji li bakurê Iraqê, herêma ku ji aliyê Hikumeta
Herêma Kurdistanê tê kontrolkirin tên, li wir binpêkirina mafê
mirovan, girtina kêfî, îşkencekirin û îdamkirina mirovan
berdewam e. Hişkî û şideta li dijî jinê berfirehî dibe.
Mohammad Siyassi Ashkani, rojnamevanek ji Silêmaniyê ye. Ew, di
serê salê de, ji aliyê karmendek fermî yê asayîşê hate girtin û
6 mehan bê lêpirsîn û dadgehkirin,hate zîndanîkirin. Wî, 55
rojan di hucreya îzolekirinê de girtin, mafê wî yê parastinê û
parêzvanekî hate red kirin. Ew, di 19 tîrmehê de hate berdan.
Di 29 gulanê de, Heman Mohamed,Osman Abdelkerim, Sherwan Ahmed,
Qaraman Resul li Hewlêrê hatin îdamkirin. Ew, di hezîrana 2006
de, ji ber beşdarbûna çalakiyek bombekirinê, berî salekî hatibûn
girtin.
Di mijdarê de, wezareta ji mafê mirovan mesûl diyarkir ku, di
navbêra tebax û mijdarê de ji ber pirsa namusê 27 jin hatine
kûştin. Lê ji bo pirsa girtin û dadgehkirina sucdaran çi
zaniyarî nehate belavkirin.
eurokurd.net
|
|
. |
|
|
|
Çapkirin
ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye |
© |
جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي |
|
Kurdistana Binxetê
|
كردستان
سوريا
|
Kurdistan Syrien
|
|