|
Berhema Hozanvanê Hevdem CEGERXWÎN :
Dîwana Yekê
Goran Candan
-
Hozanê Serbestî-Azadî û Aştiyê
Ev dîwan sala 1945'ê li Şamê, li Çapxaneya Tereqiyê, li nav
Kitêbxaneya HAWARê, (hejimar 19'ê) hatiye çapkirin.
Berhem ji pênc beşan pêk hatiye: Hozanên di warê:
1- Welat û Milletparêzî
2- Marş û Xweşxan
3- Name û Reşbelek
4- Helbestên Felsefî
5- Helbestên Evîndariyê
Her wisan jî li pêşiya berhemê, ji bilî pêşgotina Weşanxaneya
Bahoz'ê, pêşgotinên Mîr Celadet Elî Bedirxan û Qedrîcan'î hatine
bi cihkirinê. Nivîsa Celadet Elî Bedirxan ji Govara HAWAR'ê, ji
nivîsek li ser jiyana Hozanê nemir Cegerxwînî hatiye standin.
Nivîsa Qdrîcanê 18.2.1945'ê hatiye li qelemê xistin.
1- Li beşê helbestên Welat û milletparêziyê çend ji ew
helbestên, ku bi riya xwandina devkî û strandina li nav stranên
stranbêjan, ku piraniya kurdan dinasin ev hene:
JI
BER DERDÊ EWAN
Kurdmanc hemî axa û beg û mîr û mela ne
Hîkmet ev e her dem belengaz û geda ne
Axa û began destê stem daniye ser wan
Talanker û diz Zû keleş û bê ser û pa ne
(...)
XEWA
BIRÇIYAN NAYÊ
Bîrçîbûnê serê xwe hilda ev deh sal in
Kurdên reben li hawîr birçî û bêmal in
Hin dewlemend û têrmal û pir zêr û gund in
Lê pirên wan belengaz û reben û bê şal in
(...)
DESTÊ
ŞÊX MAÇÎ NE KIN
Destê şêx maçî ne kin ew şêx ne qutbê razî ye
Tac û şewket tev xebata destê sar û tazî ye
Ew ne dîn e, dîn mebe, dîn serxwebûna millet e
Ser mebe ber lingê şêx, kengê Xwedê jê razî ye
(...)
KURDISTANIM KA*
Bax û bistanim ka, Ax gulistanim ka
Dijmin tev girtin ax, Ax Kurdistanim ka
Em hanîn cîhanê wê, em kirin însan wê
Lê me zû ew berda, Ax Kurdistanim ka
(*) ev helbest ji hêla Hozan Şivan Perwer'î ve hat strandin.
(...)
XANIYÊ
COTYARA
Xanîkî kûr teng, li dor çar dîwar
Li ser wî pûş û li bin beşt û dar
Sifirne û şirik, bi kunc û eywan
Bi kulek û refik,hem bi nêrdewan
(...)
2-
Li beşê Marş û Xweşxan çend ji wan ên naskirî ev in:
EM
NE KOLE NE
Ey welatem tev li kar in bende fermana te ne
Rencberê lawanê tû ne, lê ne ebd û kole ne
Em hemî yekdest bira ne, êdî kurd navê stem
Serbilind em dê bijîn tev şah û gavan dem bi dem
(...)
KOMA MILLETAN
Welatê kurda tev xêr û bêr e
Hemî maden e tev zîv û zêr e
Lê çi bikim îro maye j'xelkê re
Welatê kurdan hemî çîmen e
Egîd û şêr û piling tê hene
Hemî heval û pismamê me ne
(...)
SERXWBÛN
Kurdino merdino pir xweş e serxwebûn
Ew demên tar û teng ko me dîn va ne çûn
Dest bidin hev hemî, pêş kevin em hemî
Da biçin bo welat yan mirin yan felat
(...)
ŞÊRÎN
Ey keça kurd nû gihame tim dixwazim pêşveçûn
Doz û daxwaza me her dem tac û ala swerxwebûn
Tim divê ko em bixwênin da em ne mînin jar û dîl
Min nema êdî divêtin ev xeyal û qal û qîl
(...)
DIBISTAN*
Her çar xêzên Kurdistan - hemî çiya û zozan
Tijî piling û şêr in - Bijî bijî Kurdistanz biçûk im dixwînim -
Zilma neyar dibînim
Bi kuştin û bi ferman - Bijî bijî Kurdistan
(*) Ev xweşxwan ji hêla hunermenda bedew kurda Libnanê Şîrîn'î
ve hatiye strandin
(...)
ALA MIN*
Ala rengêîn pîroz î xweş - te hildigrim diçim bi meş
Tu l'ser milên xortên ciwan - Di nav te de yek roje geş
Ala sê reng î tu
Bi nav û deng î tu
Nîşan û ceng î tu
Ey xortên kurdan - Slavê lê bikin!
(*) ev helbest ji hêla Hozan Şivan Perwer'î ve hat strandin.
3-
Helbestên li beşê Name û Reşbelek ên naskirî ev in:
Di vê beşê de Mamosteyê Helbestê Cegerxwîn nameyên helbestî ji,
Xwediyê Hawar'ê (C.A.B) re, ji Mela Ehmedê Namî, Elî Ewnî,
Qedrîcan, Osman Sebrî re nivîsîne.
Helbestek balkêş li ser rewşa jinên kurd ên berbendkirî re
nivîsîye:
HERÊ XWUŞKÊ
Bê bend û zencîr Tu têt girêdan - Bi her sê pirsan Tu tête
berdan
Tu me neh mehan çawa hildigrî - Kê dirist kirye ji bo me lêdan
GULFIROŞ*
Ez ji xew rabûm, mingulfiroşek dî
Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî - gul bi dil didî
Hebû me yek dil, tev jan û kul bû
Ne bûme bawer, gul bi dil didî - gul bi dil didî
(*) Ev helbest ji hêla hunermend Aramê Tîgran ve hatiye strandin
(...)
Me Jînenîgariya Helbestvanê mezin ê serbestî-azadî û aştiyê
Cegerxwînê nemir hişt dawiyê. Fermo ji pênûsa wî ya cegerxwîn û
pirrengîn:
BI
KURTÎ JÎNA MIN
Sala hezar û nehsed û sê ez hatim dunyayê
Bi navê Siltan Şêxmûs ez çêbûme ji dayê
Ta bûm sêzde salî li gundê me yê Hesarê
Jîna xwe min diborand paşê ji wê me da rê
Bavê min ê rîsipî xwedî mirov û rûmet
Ne mirovekî malgenî bi namûs û bi xîyret
Ji tengasî neçarî me ew gundê xwe berda
Hatin Amûda rengîn bavê min zû emir da
Diya min a belengaz pêncî salî dilovan
Salek piştî bavê min ew jî li wî bû mêvan
Birayê min ê nîvmele ji alema ronahî
Rast û dirist çi bêjî ew tiştekî nizanî
Wî pîreka xwe anî bê wijdan û bê mijî
Bi gotinên xwe ên çors ew min bi derb dikujî
Xwuşka min a xwendewar bê însaf û bê wîjdan
Ez reviyam hatim cem wê jî ez kirme şivan
Geh li vir û geh li wê, min ezabek mezin xwar
Ya Ellah û ya Xwedê paşê bûme xwendewar
Jîna min ya kevnare îdî hate guhertin
Tev xweşî û zanebûn heft heşt sala hin bi hin
Min dest bi kurdiyê kir peyda kirim çend mirîd
Bi xweşxwan û reşbelek xesma piştî Şêx Seîd
Paşê çûme Iraqê ji wê ez çûme Îran
Heçî kesê bidîma ji min dimane heyran
Berî sala rehmetî bi çar salan dilbirîn
Di şi'rê de navê xwe min datanî Cegerxwîn
Min îcaza xwe stand bi serbestî mêranî
Ji nû keça xalê xwe ji Hesara xwe hanî
Bûm melayê Hasda jor cibepoş û ser bi şaş
Ji nû riya rast û xweş bû ser jor û rêl û kaş
Min dûvê xwe girt vîna wê ket dilê min
Barê gund û ê kulfet hemî ket ser milê min
Paşê hate bîra min ko ez bibim xwedî gund
Dilê min jê gote min gelek baş û gelek rind
Min ji axa Cizîrê du gund girtin kul û xem
Navê yekî çêlek bû êdî me kir Cehen-nem
Di nav me de ne ma bûnne axa û ne kêxwe
Elo Çelo kum bi qul min tev kirin wekî xwe
Roja me gund ava kir kete rastê mixtarî
Gundên me bûn berberî dijminahî neyarî
Tevan girtin darên xwe bûne weke gurên har
Ji wî bextê min ê reş kurê Potê bû mixtar
Sermiyanê wî derew li ser wî bû berberî
Wek Duçayê Talyanî paşê wî ji b'xwe de rî
Xwedî mal û xwedî gund li bergîlê bû siwar
Rê jê xiste mala xwe Tiro paşê bû etar
Piştî ilmê xwe ê pir bûm Dodoyê qulingvan
Bûm hevalê kum bi qul kurê Potê sermiyan
Ev cîhana xapînok heta me jê xwe nas kir
Çi b'kim fêde ne maye emrê xwe min xilas kir
Çima rastî dibêjim li nav dîna bûme dîn
Heta bimrim ji nû ve xelk ê bêjin Cegerxwîn
Tiştekî herî balkêş ev e ku ev rewşa ku Hozan Cegerxwîn 60 sal
berê di risteyên xwe de nirxandiye, hîna jî rewş û rastiya xwe
diparêzin.
*
* *
Herî dawî jî ez ê çêla serdana xwe ya mala Cegerxîn'î bikim. Sal
1983 bû. Salek berî koçkirina Cegerxwînê 80 salî yê ji vê dunya
xembar bû. Mala wî li taxa Tensta'yê ya Stockholmê bû. Min
telefon jê re vekir û gote ji mamosteyî re ku ez xelkê Amedê
(Diyarbekir) me û ez pirr hez dikim werim serdana wî. Hingê ez
xortekî 24 salî bûm.
Roja dinê ez hatim mala wî. Gava ji nav derî ketim hundir, çavê
min yekser bi wî ruyê wî yê ronahî ket, ji lew re li ser
milkursiyek li hevberî derî rûniştibû û li hatina min dipa.
Min xwest ez destê wî maçî bikim, lê destê xwe ji nav destê min
kişand û wî ruyê min maç kir. Piştî xêrhatinê gote min: De ka ji
me re behsa Amedê bike lo!
Hingê ez jî nuh hatibûm Swêdê. Serê salekê bû. Min rewşa welêt
jê re bi dirêjahî bahs kir. Hingê dilê me pirr bi kul û keder
bû. Cûnta leşkerî tofan li ser serê xelkê me rakiribû. Mixabin
dilê mamosteyî hinek êşiya ji ber van nûçeyên bi kul û keder.
Lêbelê mamoste ev tiştê helez (înteresant) gote min. Got: rojekê
ez ji bajarê Hesekê bi rê ketim û peyade, riya çar roj û şevan
hatim Amedê. Ji hêla Derê Mêrdînê ve nêzîkê bajêr bûm. Berî ku
ji Deriyê Mêrdînê bikevim hundurû, li ser hevrazê riya Mêrdînê,
li seriya bexçeya Hewselê kahniyek hebû, min ji wê kaniyê têr
tije ava şîrîn û xweş a Amedê ji xwe re vexwar. Ji br wê
rêwîtiya dûr û dirêj ez pir tîhnî bûm.
Sê xort li nêzîkê min rûniştibûn. Li diziya rêwiyan digeriyan ji
xwe re. Xwastin ku pêrê min jî ji min bidizin, lê aşvanê li
biniya kahniyê pê hesiya. Rahişt şiva xwe û li van her sê dizan
xist. Diz ji wir pekiyan çûn. Pişt re min supasiya aşvanî kir ez
ketim nav bajêr. Ev hatina min a pêşî bû li Amedê. Min kî nas
kir, her wek wî aşvanê li biniya Derê Mêrdînê rast û durust
bûnderketin. Pirr kêfa min ji xelKê Amedê re hat. Vêca xortê
delal! Heger hûn rojek berê xedlkê Amedê şiyar bikin, ev wê ji
bo şoreşa Kurdistanê bibe erk û delametek pirr a mazin.
Min li vê hevdîtinê Xanima Cegerxwîn'î, kurê Cegerxwîn'î (Azad),
qîz û zavayê Cegerxwîn´î jî nas kirin.
Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se
|